Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û berdevka YPJ’ê Ruksen Muhammed bi parlamenterên Katalan re civîneke online li dar xistin.
Civîn di duyemîn salvegera naskirina Parlamentoya Katalonyayê ya Rojavayê Kurdistanê pêk hat.
Katalonya desteka xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê didomîne.
Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û berdevka YPJ’ê Ruksen Muhammed bi parlamenterên Katalan re civîneke online li dar xistin.
Civîn di duyemîn salvegera naskirina Parlamentoya Katalonyayê ya Rojavayê Kurdistanê pêk hat.
Nûnerên komên parlamentoyê ERC, JxCat, CUP û ECP’ê tevlî civînê bûn.
Mezlûm Ebdî di axaftina xwe de ji ber desteka dîplomatîk a ji bo Rojava spasiya Katalonyayê kir û pirsên parlamenteran bersivand.
Ebdî ligel naskirina dîplomatîk, ji siyaseta Katalan daxwaz kir di qada navneteweyî de ji bo danasîna Rojava xebatê bike.
Herwiha, fermandarê Kurd bang li Katalonyayê kir, destekê bide jinûveavakirina Rojavayê Kurdistanê.

Katalonya Rojava naskiribû
Parlamentoya Katalonyayê di 20’ê Cotmeha 2021’an de bi dengdanekê Rojavayê Kurdistanê bi fermî naskiribû.
Parlamentoya Katalonyayê di 20’ê Cotmeha 2021’an de bi dengdanekê Rojavayê Kurdistanê bi fermî naskiribû.
Biryara naskirinê ya parlamentoyê wiha hatibû formûlekirin:
“Parlamentoya Katalonyayê hebûna Rêvebiriya Xweser a Bakur û Bakurêrojhilatê Sûriyeyê ya li ser bingeha Konfederalîzma Demokratîk a wekî hebûneke polîtîk nas dike û bang li saziyên Katalan dike, bi vê rêvebiriyê re têkiliyên fermî damezrîne.”
Parlamento, Konfederalîzma Demokratîk “xwedî nirxeke potansiyel a aştîxwaz, ji beşdariyê re vekirî, demokratîk û jiyana bi hev re ya ji bo Rojhilata Navîn ku li ser bingeha belediyeyan, femînîzm û ekolojiya civakî hatiye damezrandin” pênase kiribû.
Ji bilî naskirin û pênaseyê, bang li civaka sivîl û welatiyan hatibû kirin, tevlî jinûveavakirina Rojava bibin û ji bo vê torên piştgiriyê ava bikin.
Fotoyê sereke: Sembola hukumeta Katalonyayê (Generalitat de Catalunya)
Infowelat