Bulten

Înfo Welat Bulten

Sîstema fransî pêşî li pêşniyazqanûna Macron girt

Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê ji yekan sêyê vê belgeyê ango ji 35 xalên ji 86 xalan red kirin. Xalên ku herî zêde endamên konseyê helwest nîşan dan, yên derbarê kêmkirina alîkariyên civakî û pêkvejiyana malbatan de bû. Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê ji bo pêşniyazqanûna nîqaşbar a hukumeta Macron …

Bêtir »

Baro qedexeya Şanoya Kurdî şermezar kirin

Baroyên Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar qedexeya li ser Şanoya Kurdî şermezar kirin. Daxuyanî li ser Tora Komîsyonên Zimanê Kurdî yên Baroyên Herêmê ve hat dayîn. “Qral û Travis” di 16ê kanûna paşîn de li navçeya Panos (Patnos) a Agiriyê hatibû qedexekirin. Nîqaşên derbarê qedexekirina lîstika şanoyê kurdî de berdewam dike. …

Bêtir »

Îran û Tirkiye 10 peymanên nû îmze kirin

Serokên her du dagirkerên gewre yên Kurdistanê Îran û Tirkiye duh hevdîtineke din lidarxistin. Her du dewletên dagirker digel nakokiyên xwe yên mezin jî li ser bingeha pêşîgirtina gelê kurd bi hev re hevkariyê dikin. Serokên her du dagirkerên gewre yên Kurdistanê duh hevdîtineke din lidarxistin. Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî …

Bêtir »

Li Amedê tirkî zimanê pêşhilbijartinê bû

Amed bi girîngiya xwe ya polîtîk û bi 20,000 delegeyên xwe ciyê herî giring ê pêşbirka pêşhilbijartinê bû. Mixabin tirkî zimanê serdest ê kampanyaya bernamzetên Amedê bû. Bi tenê 8 namzet tevahiya kampanyaya xwe bi kurdî meşandin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pêşhilbijartinên xwe yên li Kurdistanê …

Bêtir »

Tirkiye endamtiya Swêdê ya NATOyê erê kir

Duh, Parlamentoya Tirkiyeyê pêşniyazqanûna erêkirina endamtiya Swêdê qebûl kir. Pêşniyazqanûn piştî çend rojan wê ji aliyê serokomarê tirk Tayîp Erdogan ve bê îmzekirin. Niha li ser riya endamtiya Swêdê bi tenê astengiya Hûngaryayê maye. Dewleta tirk di dawiya dawî de ji ser riya endamtiya Swêdê ya NATOyê vekişiya. Duh, Parlamentoya …

Bêtir »

Windahiyên Filistînê gihişt 25,000an

Ji destpêka êrişên Îsraîlê û vir ve 25,000î zêdetir filistînî hatin kuştin. Nêzîkî 63,000 filistînî jî di operasyonên Îsraîlê de birîndar bûne. Encamên êrişên Îsraîlê yên li Xezayê roj bi roj girantir dibin. Ji destpêka êrişan û vir ve 25,000î zêdetir filistînî hatin kuştin. Agahiyên derbarê windahiyên filistîniyan de ji …

Bêtir »

Li dadgeha brîtanî bi îrlandî axivîn

Piştî 300 salan cara ewil li dadgeheke bakurê Îrlandayê bi zimanê îrlandî (galîkî) hat axaftin. Axaftina bi îrlandî bi însîyatîfa tevgera ziman Conradh na Gaeilge (Yekitiya Galîkî) pêk hat. Piştî 300 salan cara ewil li dadgeheke bakurê Îrlandayê bi zimanê îrlandî (galîkî) hat axaftin. Ciyê vê gava dîrokî Dadgeha Edaletê …

Bêtir »

Almanya nîjadperestiya AfDê protesto kir

250,000 kes li Almanyayê nîjadperestiya li dijî penaberan protesto kirin. Hedefa çalakiyan AfD bû ku tevlî civîneke li dijî penaberan bûbû. Di vê civînê de hatibû pêşniyazkirin, penaberên entegreyê sîstemê nebin bên dersînorkirin. Almanya civîna rastgirên nîjadperest ku dixwazin penaberan dersînor bikin, protesto dike. Ji 250,000 zêdetir kes tevlî van …

Bêtir »

‘Amazîxî jî weke kurdan ji îdeolojiyên tundrew û Îslamîst êş kişandine’

Nivîskar û lêkolînerê Amazîxî Ehmed Esîdî qala têkoşîna gelê xwe ya ji bo maf û nasnameyê xwe kir û ragihand ku Amazîxî jî mîna Kurdan ji îdeolojiyên tundrew û Îslamîst êş kişandiye. Amazîxî ne hindikayî ne, piranî ne, lê di rewşa kêmneteweyan de hatine bicihkirin. Ev yek ji ber polîtîkayên …

Bêtir »

Brîtanya referandûma Skotlandê red kir

Di Parlamentoya Brîtanyayê de dengdaneke li ser serxwebûna Skotlandê hat lidarxistin. Wekîlên parlamentoyê ji bo pêşniyazqanûna li ser erkên referandûmê  dengên xwe bi kar anîn. Di encama dengdanê de pêşniyazqanûna ji aliyê serokê Alba Partyê Neale Hanvey hat redkirin. Meseleya serxwebûnê di salên dawî de di navbera Brîtanya û Skotlandê …

Bêtir »

Li bakurê Katalonyayê gotûbêja ji bo navê esil

Bakurê Katalonyayê ji bo guherandina navê xwe yê heyî proseyekê dide destpêkirin. Navê bakurê Katalonyayê bi fermî Pyrénées-Orientales e ku tê wateya rojhilatê Çiyayên Pîrene. Ev nav bi tenê coxrafyaya derdixe pêş û rastiya dîrokî û çandî ya herêmê temsîl nake. Bakurê Katalonyayê ji bo guherandina navê xwe yê heyî …

Bêtir »

Îran careke din êrişî Hewlêrê kir

Îran duh nîvê şevê êrişeke bi fuzeyan bir ser başûrê Kurdistanê. Îranê ragihand, êriş li dijî navenda sîxuriyê ya Amerîkayê hatiye lidarxistin. Îran duh nîvê şevê êrişeke bi fuzeyan bir ser başûrê Kurdistanê. Hedefa vê êrişê 40 km bakurêrojhilatê paytexta Kurdistanê Hewler bû. Îranê ragihand, êriş li dijî navenda sîxuriyê …

Bêtir »