Tirkiye endamtiya Swêdê ya NATOyê erê kir

Duh, Parlamentoya Tirkiyeyê pêşniyazqanûna erêkirina endamtiya Swêdê qebûl kir.

Pêşniyazqanûn piştî çend rojan wê ji aliyê serokomarê tirk Tayîp Erdogan ve bê îmzekirin.

Niha li ser riya endamtiya Swêdê bi tenê astengiya Hûngaryayê maye.

Dewleta tirk di dawiya dawî de ji ser riya endamtiya Swêdê ya NATOyê vekişiya.

Duh, Parlamentoya Tirkiyeyê pêşniyazqanûna erêkirina endamtiya Swêdê qebûl kir.

287 wekîl ji bo pêşniyazqanûnê dengên xwe bi kar anîn.

55 wekîl jî li dijî belgeya hukumeta Erdogan deng dan.

Pêşniyazqanûn piştî çend rojan wê ji aliyê serokomarê tirk Tayîp Erdogan ve bê îmzekirin.

Niha li ser riya endamtiya Swêdê bi tenê astengiya Hûngaryayê maye.

Ku ev welat jî erê bike, wê wê Swêd bibe endamê NATOyê.

Astengiyên dewleta tirk

Swêd ji bo astengiya Tirkiyeyê ji holê rabike, çend penaberên kurd radestî Tirkiyeyê kiribû û qanûneke dij-terorê qebûl kiribû.

Bi van kiryarên xwe, Swêd derbeyeke li demokrasiya xwe xistibû û li ber Tirkiyeyê biçûk ketibû.

Swêd û Fînland di 2022an de bi hinceta şerê li Ukraynayê serî li endamtiya NATOyê dabûn.

Dewleta tirk vê meseleyê veguherandibê firsendê û ji her du welatan daxwaz kiribû, ambargoya çekan a li dijî wê betal bikin.

Swêd û Fînland di civîna NATO’yê ya li Madridê bi Tirkiyeyê re peymanekê îmzekiribûn û betalkirina ambargoya çekan qebûl kiribûn.

Swêdê ji bo Enqereyê memnûn bike, çend penaberên kurd radestî Tirkiyeyê kiribû.

Di wê navberê de, Tirkiye û Fînland li hev kiribûn û ev welat bûbû endamê NATOyê.

Herçî Swêd bû, ji bo astengiya Tirkiyeyê ji holê rabike qanûneke dij-terorê qebûl kiribû.

Bi van kiryarên xwe, Swêd derbeyeke li demokrasiya xwe xistibû û li ber Tirkiyeyê biçûk ketibû.

Infowelat

Foto: Swêd û endamên din ên NATOyê. /Wikipedia 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …