Almanya nîjadperestiya AfDê protesto kir

250,000 kes li Almanyayê nîjadperestiya li dijî penaberan protesto kirin.

Hedefa çalakiyan AfD bû ku tevlî civîneke li dijî penaberan bûbû.

Di vê civînê de hatibû pêşniyazkirin, penaberên entegreyê sîstemê nebin bên dersînorkirin.

Almanya civîna rastgirên nîjadperest ku dixwazin penaberan dersînor bikin, protesto dike.

Ji 250,000 zêdetir kes tevlî van meşan bûn ku li seranserê Almanyayê hatin lidarxistin.

Meşên herî mezin li Frankfurt û Hamburgê pêk hatin.

Ji bilî van bajaran, li zêdetirî 100 navendên welêt çalakî hatin lidarxistin.

Piştî Frankfurtê, çalakiyên Braunschweig, Erfurt û yên li Kasselê derketin pêş.

Îro jî wê li paytexta Almanya Berlînê çalakiyeke mezin bê lidarxistin.

Gelek wekîlên Parlamentoya Almanyayê, nûnerên dêrê û saziyên sivîl tevlî van meşan bûn.

Hedefa çalakiyan sekna AfDê (Alternatîfa ji bo Almanyayê) ya li dijî penaberan bû.

AfDya rastgir û nîjadperest  çend roj berê tevlî civîneke neo-naziyan bûbû ku mijara wê penaberên nikarin bibin entegreyê sîstemê bin.

Di civînê de vederkirina ji welêt a penaberên bi bî rengî hatibû nîqaşkirin.

Çawa AfD hat damezrandin? 

AfD di 2013’an de ji aliyê akademîsyen û aborînas wekî rêxistineke li dijî Ewrûpayê hat damezrandin.

AfD cara ewil di hilbijartinên 2017’an de ket Parlamentoya Almanyayê.

AfD di 2013’an de ji aliyê akademîsyen û aborînas wekî rêxistineke li dijî Ewrûpayê hat damezrandin.

Di 2015’an de krîza penaberan derket û milyonek koçber û penaber hatin Almanyayê.

Bi vê re jî di nava civaka alman de reaksiyonên li hemberê vê rewşê pêk hatin.

Rastgirên keysparêz vê bi kar anîn û di AfDyê damezrandin.

AfD cara ewil di hilbijartinên 2017’an de ket Parlamentoya Almanyayê.

Infowelat

——————————-

Foto: Dîmeneke ji çalakiyên li Almanyayê /X.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …