Baro qedexeya Şanoya Kurdî şermezar kirin

Baroyên Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar qedexeya li ser Şanoya Kurdî şermezar kirin.

Daxuyanî li ser Tora Komîsyonên Zimanê Kurdî yên Baroyên Herêmê ve hat dayîn.

“Qral û Travis” di 16ê kanûna paşîn de li navçeya Panos (Patnos) a Agiriyê hatibû qedexekirin.

Nîqaşên derbarê qedexekirina lîstika şanoyê kurdî de berdewam dike.

Baroyên Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar qedexeya li ser Şanoya Kurdî şermezar kirin.

Daxuyanî li ser Tora Komîsyonên Zimanê Kurdî yên Baroyên Herêmê ve hat dayîn.

Komîsyonên zimanê kurdî yên baroyên Amed, Agirî, Batman, Mêrdîn, Riha, Şirnex û Wanê daxuyaniyê îmze kirin.

Di daxuyaniyê de daxwaza parastina ziman û çandê ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê (UNESCO) wekî referans hat nîşandayîn û qedexeya li ser hunera kurdî hat protestokirin.

Berhema şanoyê ya “Qral û Travis” di 16ê kanûna paşîn de li navçeya Panos (Patnos) a Agiriyê hatibû qedexekirin.

Qeymekamiya navçeyê sebebeke ji bo vê qedexeya sosret diyar nekiribû.

Derhênerên lîstika bi kurdî Yakup Selimoglu û Deniz Ozer jî li ser mijarê ji çapemeniya kurd re axivîn.

Selimoglu got, “ew ê qedexeyên li ser ziman qebûl nekin û hilberîna xwe ya ji bo ziman, çand û hunera kurdî berdewam bikin.

Qral û Travis berhemeke Şanoya Ar a bajarê Batmanê bû.

Naveroka Qral û Travis

Mijara lîstikê aktuel e û tê de bi rêbaza komediyê rexneyên polîtîk ên sîstemê tê kirin.

Travis Pine ku welatîyekî xizan ê Amerîkayê ye bi nameyên xwe serok rexne dike.

Mijara lîstikê aktuel e û tê de bi rêbaza komediyê rexneyên polîtîk ên sîstemê tê kirin.

Afîşa ji bo danasîna lîstikê hatiye amadekirin,. /X.com

Travis Pine ku welatîyekî xizan ê Amerîkayê ye bi nameyên xwe serok rexne dike.

Rojekê, rêxistina îstixbaratê ya nav welêt FBI bi ser mala Travis de digire jê dixwaze dawî li van nameyên xwe bîne.

Di hedefa vê lîstikê de zirara sîstema Amerîkayê dide nava welêt û cîhanê cî digire.

Infowelat

———————

Foto: Dîmeke ji lîstika Qral û Travis /X.com

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …