Hejmara 2. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.
Di hejmara duyemîn de dosyeyeke li ser otonomiya Tîrola Başûr cî digire.
Hejmara 2. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.
Rêya Serxwebûnê weşaneke Infowelat e û ji nûçe û gotarên malperê pêk tên.
Bulten hewl dide bibe bingeheke ji bo înformasyona bi kurdî ya li ser meseleya naskirina polîtîk û self-detemînasyona miletan.
Serxwebûn, federalîzm, otonomî û hemû modelên xwerivebirinê mijarên Rêya Serxwebûnê ne.
Hejmara yekemîn a Rêya Serxwebûnê di kanûna pêşîn a 2023’an de hatibû weşandin.
Di hejmara yekemîn de nivîsên derbarê Katalonya, Angola, Filistîn, Myanmar, Îndonezya, Meksîka, Kabîlya û Skotlandê de de cî girtibûn.
Di hejmara duyemîn de dosyeyeke li ser otonomiya Tîrola Başûr ku herêmeke xweser a Îtalyayê ye, cî digire.
Ji bilî vê dosyeyê, nivîsên din ên vê hejmarê ev in:
- Şoreşa Kubayê 64 sal berê bi ser ket
- Haiti welatê yekemîn ê koleyan e
- Tanganyika bi muzakereyan bû xwedî dewlet
- Welatê Gal navê xwe yê esil dixwaze
- Katalonya dibe xwedî erkên penaberiyê
- Amerîka gef li sirbên Bosnayê xwar
- Çalakiya Bostonê rê Ii ber rizgariya Amerîkayê vekir
Infowelat