Şoreşgerê kurd Ali Tekdag di 1995an de hat qetilkirin

Avreş JIYAN

Alî Tekdag cara dawî di 14ê mijdara 1994an de hat girtin û di navbera adar û nîsana 1995an de hat qetilkirin. Şoreşgerê kurd, bi awayekî aktîf di xebata ERNKê (Enîya Rizgarîya Neteweya Kurdistanê) de cî girtibû û herwiha endamê Meclîsa Amedê ya KUMê (Kurdistan Ulusal Meclisi – Meclîsa Neteweyî ya Kurdistanê) bû.

Min di 1993an de dema ez 16 salî bûm bi tesadufî Alî Tekdağ nas kir. Pir baş tê bîra min. Min ew li kolaneke jora Girtîgeha Amedê dît. Alî, bi hevalekî xwe re ber bi min de dihat. Wî û hevalê xwe malbata me pir baş nas dikir. Demek kurt me li hev pirsî. Paşê Alî berê xwe da hevalê xwe û got, “Malbata wan malbeteke welatparêz e.”  Ez serbilind bûbûm. Piştre me destén hev girt û xatir ji hev xwest. Ji wê rojê vir ve min tu carî helwest û awirên vî mêrxasî ji bîr nekirin. Ew di nava dilê min de li cihê herî kûr rûnişt û ji min re bû sembola şoreşê.

Alî Tekdağ şoreşgerek wisa bû ku di dema darbeya leşkerî ya 12ê Îlonê de li Girtîgeha Amedê di bin êşkencê de gelek li ber xwe dabû. Piştî ku ji zindanê derket, berevajî piraniya mirovan, wî berê xwe neda quncika xwe û ji bo têkoşîna rizgariya gelê Kurd xebatên xwe domandin. 19 caran hat binçavkirin û rastî êşkenceyên giran hat, berdêlên giran dan ji bo gelê xwe, lê tu car paş ve gav neavêt. Alî Tekdağ xwedî îradeyeke pola bû; tevî hemû êşkenceyan jî sir neda. Ev sekna wî, heta ku ew tevlî karwanê nemiran bibe, wê neguheriyana.

Girtina şoreşgerê kurd 

Girtina wî ya di 13ê Mijdara 1994an de wê bibe dema binçavkirina wî ya dawî. Ew li Amedê di kolaneke Derêçîyê de li ber çavê hevjîn û zarokên xwe hat girtin. Ewil wî birin Şubeya Têkoşîna Dij Terorê û li wir êşkenceyên ewil lê kirin. Piştre, li Midûriyeta Polîsan a Çevikkuvvetê, ku bi navê Koleja Polîsan jî tê zanîn, ew dan ber lêpirsînê. Ji ber ku Alî li vir rastî lêpirsîneke demdirêj hat û neaxivî, vê carê ew birin Qereqola Jendermeyan a Pirinçlikê ya Amedê û ew radestî êşkencekarên bi navê tîmên mirinê kirin. Ew der, baregeha leşkerî bû. Endamên JÎTEM’ê bi taybet kesên ku girîng didîtin dianîn vê derê. Li vir dest bi lêpirsîneke giran dikirin û hewl didan agahî bi dest bixin. Kî biketa vê êşkencexaneyê, ne mumkun bû zindî derketa. Yan wê îtîrafkar bûna û bi JÎTEM’ê re tevbigeriyana yan jî di bin êşkenceyên herî dijwar de wê bihatana kuştin.

Alî Tekdag/Foto: X.com

Li vê navenda lêpirsînê, bi gelemperî berpirsiyarên JÎTEM’ê êşkence dikirin. Dema ku Ali anîn, ji fermandarên payenizm bigire heta Albay û fermandarên Alayê yên payebilind, her kes beşdarî lêpirsîna wî bû. Ne tenê ew, lêpirsîna wî, bi beşdarbûn û çavdêriya Waliyê Rewşa Awarte yê wê demê Unal Erkan jî berdewam kir. Artêşek li dijî giyan û laşê tazî yê bêparastin dest bi êrîşeke mezin kiribû. Alî yê ku mehek-du mehek di êşkenceyên herî giran ên tîmên mirinê de nepeyivî, ji bo bipeyîve ew birin Fermandariya Cendirmeyan a Erxeniyê. Lê Alî li vir jî nepeyivî. Alî dema êşkenceyan tim di bin kontrola doktoran de bû. Ji bo nemire doktoran tedbîrên pêwîst girtin. Li baregeha leşkerî ya ku lê bi cih bûbû, demeke dirêj ew hişyar kirin û êşkence lê kirin.

Tûgaya Farqînê û qetilkirin

Paşê ew ji Erxeniyê bi wesayîta zirxî ya Almanî anîn Tûgaya Zirxî ya Farqînê. Li vir hem fermandar û hem jî îtîrafkaran bi rêbazên curbecur êşkence li wî kirin ku bibe îtirafkar. Lê Alî her carê red kir û rastî îşkenceyên hê girantir hat. Bi taybetî, yek ji fermandarên êşkencê yên serdemê, bi nasnavê Boğa, bi êşkenceyên dermirovî û hovane hewl da ku ji Alî agahiyan bigire. Ev êşkenceyên giran bi qasî 4 mehan dewam kir. Piştî ku doktoran got êdî nikare ragire, Alî kuştin û şewitandin. Piştre, 2 sal şûnde, sûbayekî JÎTEM’ê yê ku bûbû şahidê êşkenceyên li Alî hatibûn kirin, li ber xwe neda û bi îtîrafên xwe yên ji Rojnameya Evrenselê re kir, wê zilma dermirovî ku bi mehan dewam kiribû, eşkere kir.

Îtirafên endamekî JÎTEM’ê

Endamekî JÎTEMê der barê qetilkirina Alî Tekdag de di 20ê kanûna paşîn a 1996an de ji rojnameya Evrenselê re axivî û van agahîyan da:

“Berî ku ew bê kuştin, kesekî anîn herêma me ya berpirsiyariyê, Farqînê. Ev kesê ku di roja mirina wî de ez hîn bûm navê wî Alî Tekdağ e, ewil li Şaxa Têkoşîna Dij Terorê ya Amedê, paşê jî li Koleja Polîsan li Midûriyeta Şaxa Asayîşê hat lêpirsînkirin. Beriya ku bînin Farqînê, ew birin Qereqola Jendermeyan a Pirinçlikê ya Amedê û lêpirsîn kirin. Piştre ew anîn Erxeniyê û ji Erxeniyê jî bi maşîneya zirxî anîn Farqînê. Dema ew birin Tûgaya Zirxî, gelekî zeîf bû. Westiyayî xuya dikir. Por û riha wî pir dirêj bûbûn. Ewqas bêhneke xerab jê dihat ku ji 5-6 mêtro dûr ve dihat hîskirin. Alî Tekdağ, li ser agahiya îtîrafkarên PKK’ê hat binçavkirin. Ez difikirim ku ew roja 80 an 90’î bû. Nêzî 2 mehan di binçavan de ma, lê ti agahî neda. Serfermandarê bi nasnavê Boğa lêpirsînê dikir. Di lêpirsînê de teklîfa hevkariyê jê re hat kirin. Ger qebûl bikira, dihat plankirin ku li cihekî ewle emeliyata plastîk were kirin. Piştre wê Alî di nava PKK’ê de tevli çalakiyan bikirana daku ji bo wan agahiyan berhev bike. Fermandarê ekîba lêpirsînê û kesên îtîrafkar êşkenceyên pir giran lê dikirin. Li gor gotina serleşkerekî, rojek organên wî yên genital bi kûçik dane alastin û piştre naylonê şewitandî berdane serê. Dûv re jî deverên wî bi hesin pelçiqandine. Alî her car digot ‘min bikujin.’ Hem bi çengelê qesab û hem jî bi copê tecawizê wî kirin. Fermandarê ku navê wî yê dizî Boğa bû, têl dixist nava organê wî yê genîtal û elektrîkê lêdixist. Di encama xwînrijandinê de ji hişê xwe biçûya jî cardin lêdixistin û digotin ‘bêje ez tirk im’. Wexta Alî wiha nedigot, hîn zêdetir lêdixistin. Ji bo nemire, her tim derzî lêdixistin. Di dema lêpirsînan de doktorên leşkerî tim amade ne. Li gorî agahiyên van doktoran, muamele diguherî. Bêtêla fermandarên tîmê yên li cihê lêpirsînê, li ser Fermandariya Kolordu ya Ewlekariya Giştî tê îndekskirin. Rêbazên lêpirsînê li gorî talîmatên Fermandariya Kolorduyê cuda bûn.

Nûçeya rojnameya Evrenselê ya li ser îtîrafên endamê JÎTEMÊ/Medyaya Sosyal

Ji bilî sûbayan kesekî din nikarîbû têkeve beşa lêpirsînê. Di odeya lêpirsînê de timûtim ji doktor dihat pirsîn ku Tekdag çiqas dikare bijî. Dema doktorê leşkerî got ‘ew zêde nikare li ber xwe bide’, Tekdag di roja 120an de ji vir hat birin. Ekîba operasyonê, ya ku ez jî tê de bûm, Alî bir ser sergoya çopê ya li derveyî qada leşkerî. Li vir ji aliyê cîgirê komîserê tîmên tevgera taybet Tîmuçîn û fermandarê bi nasnav Boga ve hate gulebarankirin. Piştî mirina wî endamekî din ê tîmê got ku divê Tekdag were şewitandin. Alî Tekdag, bi benzînê hat şewitandin. Hestiyên wî û bermahiyên din ên bedena wî ku bûbûn komir, birin zeviya çolê ya li kêleka çemê navbera Farqîn û Amedê, li wir defin kirin. Waliyê Herêma Rewşa Awarte, Fermandarê Asayîşa Komarê û Midûrê Emniyeta Amedê mirina Tekdag dizanin. Piştî vê bûyerê fermandarê bi nasnav Boga hat xelatkirin û li Tûgaya zirxî ya Mêrdînê hat wezîfedarkirin. Nêzîkî 2 mehan ez li nexweşxaneya giyan û derûniyê hatim dermankirin.”

————————————————-

Mehmet Tekdag û Mazlûm Tekdag. Mehmet birayê Alî bû û di 1993an de ji alîyê kontrayan ve hat kuştin. Mazlûm Tekdag kurê Mehmet bû û ew jî di 2019an de li Herêmên Parastina Medyayê jiyana xwe ji dest da. /Medyaya Sosyal
Kî ye Alî Tekdag?
Alî Tekdag li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bû. Di sala 1982an de di operasyona li dijî PKKê de hat girtin. Di girtîgeha 5. a di bin fermandariya Cezaya Leşkerî ya Amedê de ma. Piştî ku 6 sal û 8 meh ceza lê hat birîn, sewqî Girtîgeha Erxeniyê hat kirin. Di sala 1987an de ji vir hat berdan. Di navbera berdan û mirina wî de 19 caran hate binçavkirin. Birayê wî Mehmet Tekdag di 11ê Sibata 1993an de li navçeya Baxler a Amedê ji aliyê kontrayan ve hat qetilkirin. Alî Tekdag cara dawî di 14ê mijdara 1994an de hat girtin û di navbera adar û nîsana 1995an de hat qetilkirin. Şoreşgerê kurd, bi awayekî aktîf di xebata ERNKê (Enîya Rizgarîya Neteweya Kurdistanê) de cî girtibû û herwiha endamê Meclîsa Amedê ya KUMê (Kurdistan Ulusal Meclisi – Meclîsa Neteweyî ya Kurdistanê) bû.

——————————-

Fotoyê sereke: Alî Tekdag

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kermêşa Gerok bi fransî diaxive

Moustique Voyageur I, di 7ê Çileya 2024an de li Parîsê ji weşanxaneya Vérone’ê (Maison d’éditions …