Nivîskar û lêkolînerê Amazîxî Ehmed Esîdî qala têkoşîna gelê xwe ya ji bo maf û nasnameyê xwe kir û ragihand ku Amazîxî jî mîna Kurdan ji îdeolojiyên tundrew û Îslamîst êş kişandiye.
Amazîxî ne hindikayî ne, piranî ne, lê di rewşa kêmneteweyan de hatine bicihkirin. Ev yek ji ber polîtîkayên ku Cezayîrê, Mexrib û Tûnisê ji Fransiyan girtine, li ser Amazîxiyan dimeşînin.
Destûra Fransayê dibêje ku Fransî, zimanê dewletê ye û çi zimanekî din li Fransayê hebe, bê nirx e. Ji ber vê yekê me ev modela Fransî girt û li ser wê dewleta Mexribê, Cezayîr û Tûnis jî ava kir û encam ew bû ku me zimanê Erebî zimanê dewletê dît û divê pêkhateyên din werin ji bîr kirin.
Herêma Efrîkaya Bakur ku gelê Amazîxê wek gelê resen di nava xwe de vedihewîne, di gelek guhertinên civakî re derbas bûye. Vê yekê bandoreke çawa li avabûna projeya fikirî û zanistî ya Esîd kiriye, ku weke rewşenbîrekî bi pirsgirêkên civaka xwe ve mijûl dibe û wan rexne dike?
Sedema sereke ya ku hişt ez têkevim çarçoveya vegerandina nasname û xwenasînê de ev e; ji ber ku em weke Amazîxî bi zimanê xwe yê resen daxivin û nasnameya me di nava destê me de ye. Di dawiyê de jiyana me ya rojane di gelek perçebûnan re derbas bûye. Ev parçebûn û têkçûna nasnameyî encamên ferzkirina çanda fermî ya dewleta navendî ya neteweyî ye, ku pêkhateyên me yên resen biçûk dike. Em weke malbat ku bi destpêka serxwebûnê ji çiya û çolan ber bi bajaran ve hatine koçber kirin.
Me dît ku em di hawîrdoreke bajarî de ne, ji gelek pêkhateyan pêk tên û ne weke welatê ku em tê de bi çand û zimanê Amazîxî re rû bi rû mabûn, me zimanê Erebî, Frensî û gelek pêkhateyên Mexribî û kevneşopiyên tevlihev di vê hawirdora bajarî de dît. Li vir em bi cûreyeke ziman-girêdanê hîs bûn, ji ber ku zimanê me di cîhana nû de ne rêzdar e.
Vê yekê du rê li pêşiya me vekir; yan em ê têkevin nava siyaseta asîmîlasiyonê ya dewletê û zimanên wê yên Erebî, Fransî û Ingilîzî fêr bibin, ta ku em çand û nasnameya xwe ya resen ji bîr bikin û di saziyên wê de li pêş bikevin, an jî em ê bijareya duyemîn ku ya herî dijwar e hilbijêrin, ew jî em ê bi darê zorê bihêlin ku dewlet ji me re rêzê bigire û nas bike ku em hene û em piraniya gelê Mexribî ne.
Amazîxî ne hindikayî ne, piranî ne, lê di rewşa kêmneteweyan de hatine bicihkirin. Ev yek ji ber polîtîkayên ku Cezayîrê, Mexrib û Tûnisê ji Fransiyan girtine, li ser Amazîxiyan dimeşînin. Destûra Fransayê dibêje ku Fransî, zimanê dewletê ye û çi zimanekî din li Fransayê hebe, bê nirx e. Ji ber vê yekê me ev modela Fransî girt û li ser wê dewleta Mexribê (Marok), Cezayîr û Tûnis jî ava kir û encam ew bû ku me zimanê Erebî zimanê dewletê dît û divê pêkhateyên din werin ji bîr kirin. Lê dewleta ku modela Fransî hilbijart, xwe di rewşeke dijwar de dît, ji ber ku modela Fransî bi rastiya xwe modeleke ne li hev e. Hemû welatên Amazîxî hêmanên bajarîbûnê ji Deryaya Navîn, kûrahiya Afrîkayê, Şam û Nîvgirava Îberyayê wergirtine, her dimîne Amazîxî, cihê tekûzkirina di navbera van hêmanan de ye.
Ji ber vê yekê, nasnameya li ser vê axê, nasnameyeke Amazîxî ye ku bi gelek pîvanan ve girêdayî ye. Em neçar man ku 25 salan şer bikin da ku em Mexribê vegerînin ji cihê divê jê dest pê bikiraya, ew jî sala 1956 e, cihê ku divê ji xwe dest pê bikiraya. Ji dêvila ku modeleke biyanî bi dest bixe, mîna ku tu cilekî gelekî fireh li xwe bike yan cilekî gelekî teng li xwe bike, di van her du rewşan de cil jê re çênabe û tê de nikare tev bigere, ta ku cilên li gorî xwe li xwe bike. Divê li xwe vegere, ev tiştê ku em pê rabûn.
Faktoreke din heye, ku girêdayî pêkhateyên siyasî yên Mexribê ye, partiyên siyasî yên welatê me îdeolojiyên biyanî dipejirînin. Weke nimûne, tevahiya çepiyan weke çepiyên neteweperest a Ereb ê nasiranî, gelekî di bin bandora Nasiriyê de mabû. Partiya ba’as ya Ereb li Iraq û Sûriyê bandor li partiya Mexribê kir ku piraniya wan Amazîxî ne, lê wan îdolojiyeke siyasî ya biyanî ji çanda xwe re pejirand û me gelek êş û azar bi wan re kişand. Lê tevî wê yekê jî me derî girtî nehişt, derî ji bo gotûbêj û diyalogê vekirî mabû.
Di hemû şerê ku me kiriye, em bi ser ketine û mebesta min şerê naskirinê ye. Lê ez bi xwe di rêya xwe ya rewşenbîrî de bi sê tiştan hatim çekdarkirin. Ya yekem çanda resen e, ku divê Amazîxî yan jî Kurd xwedî zanîneke baş be. Hem di warê zanîna çanda resen, dîrok, ziman, urf adetên wî yên neteweyî, ev mijar pir girîng e ji ber ku têrbûna ji aliyê koknasiyê di şerê bidestxistina naskirinê de xwedî cihekî girane. Xala duyemîn ew e, xurtkirina xala perwerdehiya felsefî di warê zanistên mirovî de ye. Min beşa felsefe, civaknasî û antropolojiyê hilbijart û vê perwerdeyê bandorek gelek mezin li ser rêya min a rewşenbîrî û her wiha li ser xebatên min ên li ser çand û ziman kir, nemaze ku tu zanistên mirovî bi Felsefeyê re bixwînî. Ya sêyem jî mafên mirovan e. Ev her sê stûn di damezrandina min a kesane de, hiştiye ku ez van hemû karan bikim, mîna 3000 gotar, nivîsarên ku gihîştine nêzî 16 nivîsaran, çi jî semîner û behsên ku min di nava 45 salan dane.
Mirovekî ku bê nasname û ziman be, ger ku ewlehiya xwe di nava civaka ku tê de ye nestîne, dibe mirovekî bê rûmet. Cudakarî tiştê herî dirêj bû ku me li hemberî wê têkoşîn meşandiye. Bûyera herî dawî jî ku yek ji efserên rewşa medenî rê li ber tomarkirina navekî “Amazîxî” girt, tevî ku navê “Erebî” dikare bê dudilî wekî navekî fermî tomar bike, lê navê “Amazîxî” tê red kirin, ev cudakariyek nijadperestî ye û pir nerehet e ku ji aliyê welatiyekî Mexribî ve li welatekî ku zimanê fermî yê wî Amazîxî ye û li welatekî ku hemû qanûn jî hene, tekez dike ku zimanê Amazîxî mîrateya hemû Mexribiyane. Ev jî dubendiya neteweperestiya erebî û îslama siyasî ye.
Hûn dizanin ku di salên heştêyî û nodî de me bi navên Amazîxî yên ji bo zarokên nûbûyî re, êş kişand. Ji ber ku Wezîrê Karên Hundir wê demê li gel dîroknasê Qiraliyetê, ku wê demê kesekî pir fanatîk li dijî zimanê Amazîxî bû, bi hev re rêziknameyeke çêkirin, ji bo ku navên Erebî li ser gelên Amazîxî ferz bikin. Dema ku hûn diçin navekî ji bo kurê xwe yê ku Amazîx e tomar bikin, tê gotin ku ev nav ne di rêziknameyê de ye. Kîjan rêzikname? Ev rêziknameyên ku ji aliyê Wezareta Navxweyî ve û bi fermana dîroknasê Padîşahiyê, ku serokê Komîteya Rewşa Sivîl bû, hatine danîn, lê di dema ku Qiral Mihemedê şeşemîn bû desthilatdar û ez bi xwe bibûm endamê meclisa rêveberî ya peymangeha Qiraliyetê ya Çanda Amazîxê ku ji aliyê Qiral Mihemedê şeşem ve hatiye avakirin. Me di sala 2002’an de dosyayek li ser navan pêşkêşî wî kir, di sala 2003’an de, ango piştî demeke kurt, padîşah biryara betalkirinê da. Ew rêzikname hatin rahiştin, niha mafê her hevwelatiyê Mexribî heye ku navê dixwaze ji bo zarokên xwe, hilbijêre.
Ferhengên ziman, bernameyên xwendinê, pirtûkên dibistanan û ferhengên taybet ên wekî rêveberî, medya, hiqûq û beşên curbecur pêşkêş kir û 14 hezar mamoste jî ji bo hînkirina zimanê Amazîxî perwerde kirin. Di encamê de tiştekî pir girîng derket holê, ango di xwenasîna Mexribiyan de pêşketineke mezin çêbû.
Tevgera hişyarkirina Amazîxê di van deh salên dawî de di nava têkoşîneke rewşenbîrî û siyasî de ye. Bi dîtina we di derbarê nasnameya çandî ya Amazîxê de bi giştî heta çi radeyê destketî hatine bidestxistin û di çi astê de ye. Di derbarê hêviyên Amazîxiyan de ji bo piştrastkirina nasnameya xwe ya çandî çi zehmetiyên herî girîng hene?
Belê, bi rastî jî di serdema Hesenê Duyem de em di rewşeke dijwar de bûn, ji ber ku dewlet di silogana Erebî û Îslamiyetê de hişk bû û şah bi xwe ev slogan hembêz kir û peyvek Amazîxî nedigot. Helbet di serdema şah Hesenê Duyem de, Amazîx di rewşeke dijwar de bûn, heta ku di sala 1994’an de ciwanan di destpêka meha Gulanê de ji bo roja kedkaran, dirûşmeyên Amazîxî rakiribûn, hatin girtin û 2 sal cezayê girtîgehê li wan hatin birîn.
Di sala 1981’an de yek ji dîroknasên mezin ên Amazîxan Profesor Elî Sidqî Azayîko gotarek li ser ji nû ve xwendina dîroka Mexribiyan nivîsand û got, dîroka Mexribî di çapa xwe ya resen de, pê hatiye lîstin. Paşê hat girtin û cezayê salekê lê hat birîn.
Ji ber gotarekê li ser ji nû ve xwendina dîroka Mexribî, kovareke Amazixî jî, dema ku hejmara yekem û paşê ya duyemîn weşand, rayedar piştî du hejmaran ketin navberê, da ku pêşî li wê bigirin û rêvebirê wê girtin. Min ev mînaka zindî anî ku hûn şer û mercên serdema şah nas bikin.
Her wiha dema ku Dr. Umer Amrîr di sala 1979 bernameyeke pêşkêş kir, di bin navê”Tîfawîn” ango ronahî, ev bername dixwest ku behsa çanda Amazîxî di televîzyona Mexrîbî de bike, lê di dema ku yekem xelek hat belav kirin, di deh xulekên pêşî de hat qutkirin, paşê jineke derket û wiha got: “Biborînin, şaştiyeke elektronî bi me re derket” lê di rastiyê de ferman ji wezareta hundirîn ji bo qutkirina bernameyê hatibû. Piştî vê yekê ji Dr. Umer re hat rêdan ku bernameya xwe bide lê bi du şertan, yekem şert; ku navê bernameyê were guhertin ango ji Amazîxî bibe Erebî. Wî xwest ku navê “Kinûz” lê bike, şertê duyemîn ku bi zimanê Erebî baxive. Em ji van rewşan bi dawî bûn, her wiha me ev rûpel tewand, li kêlek lihevhatina neteweyî ya ku ji aliyê Qiral Mihemedê şeşem ve hatibû ragihandin. Padîşahê nû di sala 2000 an 2001 de neçar ma ku rewatiya xwe û rewatiya Mexribê nû bike. Lewma li ser 5 dosyayên gelek girîng xebitî. Ya yekem dosya girtinên siyasî, binçavkirin, revandin û êşkencekirin bû, an jî ya ku em jê re dibêjin “rabirdûya binpêkirinên mezin ên mafên mirovan” her wiha lihevhatina neteweyî bi çep re ragihand. Paşê di bi navê Komîsyona Edalet û Lihevanînê, desteyeke ava kir û li ser dosyayên kesên hatin girtin, êşkencekirin, revandin û di zindanan de hatin kuştin xebitî. Her wiha di aliyê duyem de, jinên Mexribî yên ku di qonaxa berê de neheqî li wan hat kirin, ji ber ku şah Hesenê Duyem gelekî hişk bû di mijara mafên jinan, ew bi feqeyên li dijî tevgera jinan bû. Lê Qiral Mihemedê şeşem tevlî tevgera jinê bû, di derbarê mafên jinên Mexribî de em ê gaveke din ya mezin bavêjin. Ema Lê belê sêyem ya Amazîxî, ew şah Mihemedê şeşem li ser kar kiriye.
Di mijara zimanê Amazîxî de lihevhatinek hat ragihandin û diyar kir ku ew ji bo hemû Mexribiyane û nasnameya dewletê ye. Ev naskirin piştî derbasbûna 10 salan di ser xîtaba fermî re derbas bû, hatiye. Paşê Zimanê Amazîxî derbasî destûra welêt bû, lê di van deh salan de ji 2001 heta 2011, peymangeha Qiraliyetê ya Çanda Amazîxî baş kar kir.
Ferhengên ziman, bernameyên xwendinê, pirtûkên dibistanan û ferhengên taybet ên wekî rêveberî, medya, hiqûq û beşên curbecur pêşkêş kir û 14 hezar mamoste jî ji bo hînkirina zimanê Amazîxî perwerde kirin. Di encamê de tiştekî pir girîng derket holê, ango di xwenasîna Mexribiyan de pêşketineke mezin çêbû.
Hûn jî dizanin, dema ku dewleteke qirêjiya xwe dispêre li ser gelekî, nifşên nû wê li dijî xwe derkeve, wê li dijî sembolên xwe yên kevneşopî derkeve. Ji ber ku dewlet guh nedida van tiştan, ji ber vê yekê li wê derê piralî hebûn, digotin Amazîxî zarava ye ne ziman, eger ziman ba wê di destûrê de bihata danîn.
Şah Mihemedê şeşem guh da Amazîxiyan û bêhtir bi wan re ma ta ku bighêjin mafên xwe. Ji ber ku guhdayîn dihêle ku em li zimanê xwe bêhtir vegerin, ta ku em ji bênirxiyê derbasî navenda qanûn û dewletê bûn. Me zimanê Amazîxî di sala 2003 yan de derbasî dibistanan kir û di sala 2006 an de me derbasî ragihandinê kir. Zimanê Amazîxî di sala 2011 an de bû zimanekî fermî, her wiha jê re zagoneke rêxistinî di sala 2014 an de hate danîn. Îro em dîsa dixwazin ew zagon vegere, ji ber ku ji aliyê hin partî û mêjiyên paşverû ve hat girtin.
Ev rûbirûbûna ku ji sala 1995 heta 2000 dom kir, hêza xîtaba tevgera Amazîx nîşan da, rêxistina Şêx Yasîn ji 200.000 endaman pêk dihat û komeleyên me heta sala 1998’an tenê bi nêzîkî 32 komeleyan sînordar bibûn. Tevî vê yekê, hêz ne di hejmaran de bû, lê belê di vac û hêza zanistî de bû.
Weke rewşenbîr û çalakvanekî hiqûqî, hem jî we felsefe xwendiye, hûn çawa projeya Îslama siyasî dişopînin ku dewleta Tirk a dagirker jî piştgiriya wê dike. Heta kîjan astê bandor li nasnameyên çandî yên curbecur yên li herêmê kiriye? Bêguman nasnameya Amazîxî û Kurdî, çawa em dikarin bandoriya wê rahêjin, ku bibe alîkar di pêşxistina gelên herêmê de?
Bi rastî pirsgirêka me bi Îslama siyasî re ne ji ber welatên biyanî destpê kir. Belkî bi bijartina dewleta mexribê ya ji bo pêşwazîkirina îdeolojiyên olî yên tundrew ji bo rûbirûbûna çepên radîkal ên Marksîst destpê kir. Ev şaştî ji aliyê şah Hesenê duyem ve di sala 1979 an de hat kirin, paşê wî serokên rewşenbîrên Îxwanan, ji Misir û Sûriyê anîn û zanîngeh, televizyon û radyo da wan ku dersên xwe bidin û deriyên salonên giştî jî ji wan re vekir ku xelkê pêşwazî bikin û bi wan re baxivin. Mexribî jî tevlî plana Erebistana Si’ûdî ya bi Emerîkayê re li dijî şoreşa Xumeynî li Îranê bû, ji ber ku şah Hesenê Duyem gelekî dijminê şoreşa Îranê bû. Heta ku wî ev yek ji rojnamevanekî Fransî re di hevpeyvînekê de got: “ger Xumeynî misilman be ez ne misilman im”. Wî îslam nedipejirand, eger ku Xumeynî misilman ba, ji ber vê yekê hesasiyeteke wî ya tund li hember rejîma Xumeynî hebû. Ev yek bû sedema ku wî Wehabiya Siûdî qebûl bike û wê li hundirê Mexribê li dijî pêşdeçûna Şî’eyan bi kar bîne. Di wê demê de digot:”Em li hemberî du îdeolojiyên îslamî yên tundrew in, Îxwan û wehabiyên Si’ûdî.
Paşê ev pevçûn di zanîngehan de di navbera tevgera Amazîx û Birayên Misilman û tevgera Selefî ya Wehabî de berdewam bûn. Piştre ev pevçûn di nava jiyana giştî de derket, lê pevçûna herî mezin di navbera tevgera Amazîx û tevgera îslamî ya tundrew di sala 1995’an de destpê kir.
Tevgera Amazîxî li hember wan wa’izên ku bi awayekî biçûkdîtinî û di minbera nimêja înê de behsa zimanê Amazîxî dikirin rabû ser piyan. Tê bîra min ku wê demê min gotarek bi sernavê “Di xutbeya înê de Amazîxî” nivîsîbû. Paşê me ji wezîrê Ewqaf û Karûbarên Îslamî re rê kir û piştre me dest bi pêngaveke tund li dijî van waizan kir ta ku şer û pevçûn destpê kir.
Di sala 1996’an de, Şêx Ebdulselam Yasîn, Emazîg û Serokê Rêxistina Edalet û Xêrxwaziyê, ku mezintirîn rêxistina îslamî ye, pirtûkek bi navê “Diyalogek bi Hevalekî Amazîxî re” derxist û tê de mafê Amazîxî yê di destûrê de red dike, mafê wan yê xwendinê û mafê wan yê ragihandinê, mafê hebûna wan înkar dike û dibêje zimanê Erebî zimanê bi rûmet û xweş e. Ew li ser Amazîxî dibêje zimanê çiyayî ye. Min tomarên dengî yên wî bihîstiye ku bi zimanê Amazîxî îdeolojiya îslamî belav dike, ango ziman bi kar tîne û nefret dike.
Me li vir xebateke pir girîng kir, me pirtûka Şêx Yasîn girt û 5 xwendin li 5 bajaran li ber çavê raya giştî organîze kir. Ev xebat salek temam berdewam kir.
Min di sala 1978’an de pirtûka xwe ya bi navê “Amazîx di axaftina Îslama siyasî de” çap kir. Beriya her tiştî bala xwe bidin vê yekê, di dema ku pirtûkeke li dijî me hat derxistin me her tişt birêxistin kir, lê dema ku pirtûkeke min hat çapkirin min ew vexwend ji bo nîqaşa pirtûkê, wan ev daxwaz bi girseyî boykot kirin.
Piştî 12 rojan ku min pirtûka xwe li salona Wezareta Rewşenbîrî pêşkêş kir, hevjîna min di bin derî de nameyek dît ku tê de wiha nivîsîbû, “Wek çermê pez em ê çermê te jî biperitînin”. Ji ber vê yekê me dersa demokrasiyê da îslamiyan, li dijî hemû daxwazên me pirtûka xwe derxistin, ji bo wê me civîn li dar xist. Ji ber ku mafên me hene, em dizanin ku axaftinên me xurtir e, sohbeta wan gelek lawaz û dûrî dinya û rastiyê bû. Em di şer û waneya demokrasiyê de ji aliyê rewşenbîrî ve serketî bûn. Ev ji bo tevgera biratî bû wane, ji ber ku Tevgera Biratî di sala 1997an de Partiya Dad û Geşepêdanê ava kir. Di navbera salên 1998 û 1999’an de pir zehmetî bi me re derbas bûn. Piştre yekser dest bi pirsan li meclîsê di derbarê Amazîxan de kir, ango 180° helwesta xwe guhert. Ji ber ku gotareke hevgirtî û rastîne, berovajî wê yekê ku gotara wan ji aliyê qanûnî ve lawaz bû.
Ev rûbirûbûna ku ji sala 1995 heta 2000 dom kir, hêza xîtaba tevgera Amazîx nîşan da, rêxistina Şêx Yasîn ji 200.000 endaman pêk dihat û komeleyên me heta sala 1998’an tenê bi nêzîkî 32 komeleyan sînordar bibûn. Tevî vê yekê, hêz ne di hejmaran de bû, lê belê di vac û hêza zanistî de bû.
Foto: Dr. Ehmed Esîdî /ANF
———————-