NATO tetbîqateke mezin li dar dixe

NATO wê li Ewrûpayê tetbîqateke mezin li dar bixe.

90,000 leşker û 1100 keştî, balafir, tank û wesayitên şer  tevlî minawreyên leşkerî dibin.

Hedefa vê tetbîqatê parastina eniya rojhilat ya li hemberê Rûsyayê ye.

NATO wê li Ewrûpayê tetbîqateke mezin li dar bixe.

90,000 leşkerên endamên welatên tifaqa leşkerî tevlî minawreyên leşkerî dibin.

Bi vê tevlîbûnê, tetbîqat ji dema Şerê Sar û vir ve tetbîqata herî mezin a tifaqê ye.

50 keştiyên şer jî di nav de, 1100 tank, balafir û wesatiyên din ên şer tevlî tetbîqatê dibin.

Tevî ku di daxuyaniya NATOyê de qala Rûsyayê nehat kirin jî, hedefa tetbîqatê Rûsya ye.

Planên leşkerî yên tetbîqatê herî zêde ji bo Polonya û welatên Baltik hatine çêkirin.

Planên dawî, di civîna li paytexta Lîtwanya Vilniusê hatibûn amadekirin.

NATO dixwaze di êrişeke muhtemel de bikaribe her sê welatên Baltik biparêze.

Amerîka û parastina Ewrûpayê 

Armanceke din a tetbîqatê, di şereke muhtemel de bi lez neqilkirina leşkerên amerîkî ji bo Ewrûpayê ye.

Di doktrîna NATOyê de parastina Ewrûpayê ya li hemberê êrişeke Rûsyayê, alîkariya Amerîkayê ciyekî girîng digire.

Ji bo vê jî Polonya wekî navendeke giring a kombûna leşkerî û destekê tê nirxandin.

Armanceke din a tetbîqatê, di şereke muhtemel de bi lez neqilkirina leşkerên amerîkî ji bo Ewrûpayê ye.

Di doktrîna NATOyê de parastina Ewrûpayê ya li hemberê êrişeke Rûsyayê, alîkariya Amerîkayê ciyekî girîng digire.

Ji bilî welatên Baltik, Almanya, Romanya û Norwêc jî xwedî taybetiyekê ne.

Romanya bi sînorên xwe yên bi Ukraynayê û Norwêc jî bi cîrantiya xwe ya Rûsyayê re li eniya rojhilat a NATOyê cî digirin.

Minawreyên NATO’yê wê hefteya bê dest pê bikin û wê heta gulanê berdewam bikin.

Infowelat

—————————-

Foto: Ala NATOyê 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …