Serokwezîrê Skotlandê îstifa kir

Serokwezîrê Skotlandê Hamza Yûsif ji karê xwe îstifa kir.

Yûsif tevî serokwezîrtîyê, ji seroktîya Partîya Netewperest a Skotlandê (SNP) jî vekişîya.

Bûyerên bûn sebeba îstifaya serokwezîrê hukumeta otonom a Skotlandê heftîyekê berê dest pê kirin.

Yûsif, wezîrên partiya Kesk a Skotlandê Lorna Slater û Patrick Harvieyê ji kar dûr xist û bi vî awayî koalîsyona bi Keskan re bi dawî bû.

Ev jî di Parlamentoya Skotlandê de bû sebeba krîzeke sîyasî  krîzeke sîyasî dest pê kir.

Di axaftina xwe ya îro de Hamza Yûsif got, “min nizanîbû wê krîzeke ewqas mezin pêk were.”

Niha çav li rêye Partîya Karker a Brîtanyayê vê rewşê veguherîne firsendekê û  hebûna xwe ya li Skotlandê xurtir bike.

Di kanûn pêşîn a 2024an de wê li Brîtanyayê hilbijartin bên lidarxistin û

Hamza Yûsif di adara 2023an de hatibû dewsa serokwezîra Skotlandê Nicola Sturgeon.

Yûsiv yekem serokwezîrê misilman ê Skotlandê bû

Bavê Hamza Yûsiv bi eslê xwe pakistanî ye û di 1960î de koçî Skotlandê kirîye.

Ku der e Skotland?

Skotland welatekî li bakurê Brîtanyayê ye ku nifûsa wê di ser 5 milyonî re ye.

Skotland di 1999an de bi statuyekê bû  otonom.

Skotland welatekî li bakurê Brîtanyayê ye ku nifûsa wê di ser 5 milyonî re ye.

Skotland di 1999an de bi statuyekê bû herêmeke otonom.

Partiya li ser kar SNPê bi eşkereyî serxwebûna Skotlandê daxwaz dike.

Di 2014’an de li Skotlandê referandûmekê hatibû lidarxistin û % 45ê welatîyan dengên xwe ji bo serxwebûnê bi kar anîbûn.

————————————–

Foto: Hamza Yûsif/X.com

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Serxwebûnxwaz li Kaledonyaya Nû serî hildan

Kaledonyaya Nû li hemberê planên jinûvekolonîzekirinê ya Fransayê di ber xwe dide. Di çalakîyên sivîl …