Ji bo Şirnexê têkoşîna hiqûqî û dîplomatîk pêwîst e

Bi rastî, xelkê Şirnexê vê carê dixwest şaredarîya xwe bi dest bixe û bi vî awayî jî nêzîkî meseleyê bû. Dewletê vê dît û konsepteke taybet li hemberê îradeya gel meşand. Li Şirnexê 6,000 leşker deng dan.

Walî, qeymeqam, artêş û hemû sazîyên fermî ji bo serfirazîya AKPê xebitîn. Yanî êdî herkesê dît em bi dewletekê re ketin hilbijartinê. Em wekî şaxa Şirnexê ya DEM Partîyê ne bi partîyeka sîyasî re lê bi dewletê re ketin hilbijartinê hilbijartinê.

Navenda Botanê Şirnex di hilbijartina dawî de careke din rastî zordestîya dewleta tirk hat û şaredarîya bajêr bi dengên endamên artêşê hat desteserkirin. DEM Partî û şirnexî çend rojên ewil reaksîyon nîşan dan û vê barbarîzma dewletê bû meseleyeka sereke ya rojevê. Mixabin kurtedemek şûn ve hewldanên redkirina vê rewşê sist bûn û xetereya normalkirina encamên hilbijartinê gav bi gav xurt bûn. Hevala me Fatoş Demirtaş ji bo mijar zêdetir ronî bibe û gelê kurd jê agahdar bibe, bi namzeta DEM Partîyê ya şaredarîya Şirnexê Bêrîvan Kutlu re hevpeyvînekê kir.

We di hevpeyvîna xwe ya bêrîya hilbijartinê de ji Infowelat re gotibû “Ku gelê kurd tifaqê bike dengên ji derveyî Şirnexê anîne bajêr wê ne xem be.” Mixabin plana dewletê careke din bi ser ket û AKP bû xwedîyê Şaredarîya Şirnexê. Hûn vê encamê çawa dikarin îzeh bikin?

Rewşa Şirnexê ne wekî ti deran e. Berîya hilbijartinê gelek leşker anîn Şirnexê. Me di cî de îhtirazên xwe kiri lê qebûl nekirin û gotin “tişteki wisa tune ye”. Cara ewil di hilbijartinên giştî de ji derveyê bajêr deng anîbûn. Berîya hilbijartina ji bo şaredarîyê jî namzetê AKPê Mehmet Yarka bi serokê  AKPê yê Şirnexê Îbrahîm Halîl Erkan hevdîtinekê dike û jê re dibêje “Eger ji derveyî bajêr deng neyên em ê nikaribin Şaredarîyê Şirnexê bi dest bixin û lewma jî ez vê namzetîyê qebûl nakim.”

Dengên pakêt

Di wê civînê de biryar didin, ew ê ‘dengên pakêt’ bînin Şirnexê.  Cara ewil meseleya ‘dengên pakêt’ bi vî awayî tê rojevê. Dema ji bo vê gav avêtin, deşîfre bûn û hevalên me îtîraz kirin. Di rastiyê de planên AKP’ê bi vî rengî dest pê kir. Lê piştî demekê derket holê ku pakêta ji derve anîn jî têra wan nake. Vê carê jî li ser bi hezaran xwendekarên me yên zanîngehê yên li derveyî Şirnexê planekê meşandin. Ji bo nikaribin dengê xwe bi kar binîn, dema azmûna wan kirin rojeka piştî hilbijartinê. Xên ji vê jî ji bo neçin dengên xwe bi kar neynin gef li xwendekaran xwarin.

Problemeka me ya din jî beşdarîya bi hezaran karkerên me bûn ku li derveyî Şirnexê kar dikirin. Ji bo werin Şirnexê û dengên xwe bi kar bînin em bi patronên wan re ketin nava têkiliyê lê hewldanên me têrî beşdarîyeke wan a xurt nekir. Nêzîkî 1500 karker nekarîbûn dengên xwe bi kar bînin. Tevlî xwendekaran, hejmara kesên nekarîbûn dengên xwe bi kar bînin gihîşt 3000î.

Foto: Leşkerên Artêşa Tirk ên piştî bikaranîna dengên xwe çûn Balafirgeha Batmanê. /Medyaya Sosyal

Bi rastî, xelkê Şirnexê vê carê dixwest şaredarîya xwe bi dest bixe û bi vî awayî jî nêzîkî meseleyê bû. Dewletê vê dît û konsepteke taybet li hemberê îradeya gel meşand. Bo nimûne, ez diçûm serdana malekê û kurtedemek piştî min vê carê Walîyê Şirnexê û namzetê AKPê Mehmet Yarka diçû serdana heman malê. Tevî vê kampanya û pêşîgirtina tevlîbûneka demokratîk a hilbijartinê jî dilê dewletê rihet nebû û lewma bi hezaran leşkeran anî Şirnexê. Di roja hilbijartinê de em çûn dibistanekê û me bi çavên serê xwe dît ku 6,000 leşker lê hatîne bicîkirin. Her tişt gelek eşkere hat kirin û li ber çavan vîna gelê Şirnexê dagir kirin.  Li wê dibistanê yek sivîl jî tune bû. Digotin “me van leşkeran ji bo ewlehîyê anîye” lê hemû jî eşofman li xwe kiribûn.  Ev leşker ji Bûrsa, Konya, Manîsa û Boluyê hatibûn anîn. Ka wê van leşkerên bîyanî çima Şirnexê biparêzin? Elbet ti eleqeya vê çîrokê bi rastîyê re tune bû. Ji bo vê senaryoya dizîyê baş li hev bînin di her sindoqê wê dibistanê de 20 dendan dan CHPê. Tenê endamên me yên li ser sindoqan wezîfedar bûn dengên xwe dan me. Yanî li wê dibistanê ji me re bi tenê 3-4 deng derketin.

Me li hember vê rewşê bertekên xwe nîşan dan. Lê problema me ev bû ku ev bertek negihîştin asta serhildanekê. Divê me nehiştana leşkerên li wê dibistanê dengên xwe bi kar bînin. Di wê rewşê de helwesta polêsan a li hember bertekên me balkêş bin. Midûrê polîsan ji me re got “hûn mafdar in lê di roja hilbijartinê de nebin sebeba probleman.” Heta digotin “em ê ji bo rêyên hiqûqî alîkarîyê bidin we.” Ji ber ku her tişt li ber çavan bû. Me ji wan re digot “eger hûn ê vîna me ewqas bi eşkereyî binpê bikin, hema me jî bikujin.”

Walî, qeymeqam, artêş û hemû sazîyên fermî ji bo serfirazîya AKPê xebitîn. Yanî êdî herkesê dît em bi dewletekê re ketin hilbijartinê. Em wekî şaxa Şirnexê ya DEM Partîyê ne bi partîyeka sîyasî re lê bi dewletê re ketin hilbijartinê hilbijartinê.

Di hilbijartina 31ê adarê de Şirnex û navçeyên wê Elkê, Qilaban, Basa û gelek bajarok hatin desteserkirin.

Giringiya Şirnexê ji bo dewletê

Çima dewlet ewqas zêde li ser Şirnexê disekine û çawa Şirnex ji bo dewletê bû meseleyeka nebe nabe?

Şirnex ji bo gelê kurd ciyekî gelekî giring e. Navenda Botanê ye û yek ji navenda berxwedanê ye. Li Kurdistanê ciyên wekî Şirnexê asîmîle nebûyî û nasnava kurdan lê hatîye parastin kêm mane. Dema dewlet Şirnexê ji aliyê sîyasî ve kontrol bike wê bikaribe derbeyekê lê hewldanên parastina nasnava etnîk û polîtîk a kurdan bixe. Serkeftina dewletê ya li Şirnexê dikare zirarê bide têkoşîna rizgarîya kurd û propagandaya dewletê ya li hemberê me xurtir bike.

Sebebeka din jî çavkanîyên binerdî yên herêmê û hebûna petrolê ya li Gabarê ye. Koma AKPê û parlamenterê AKPê yê Şirnexê para xwe ji vê petrolê digirin. Lewma jî vê komê şaredarî jî tê de, dixwaze hemû Şirnexê kontrol bike. Heta ji wan tê gelê Şirnexê xizan dikin lê dewlemendîya xwe zêde dikin.

Tevî vê jî em dikarin bêjin, bingeha sîyasî ya AKPê li Şirnexê xurt nebûye. Wan li Şirnexê 18,000 deng stendîye lê 8,500î ji vê dengên pakêt in ku di hilbijartina 2023an de ji derve tranferê Şirnexê hatibû kirin. Herwiha, di nava vê hejmarê de bi hezaran dengên leşker û polîsên li Şirnexê wezîfedar in hene. A rast, wan tenê 4,000 deng ji Şirnexê stendine.

600 leşker di odeyekê de

Qasî ku me şopand, welatîyên li Şirnexê û DEM Partî çend rojên ewil bi çalakîyan bertek nîşanî encamên hilbijartinê dan. Lê çend roj şûn de mesele sar bû û niha jî wisa xuya ye ji rojevê derdikeve. Hûn ê li ser vê ji me re çi bêjin?

Hinek ji ber ku Wan ket rojevê meseleya Şirnexê li paş ma. Lê ev ne meseleyeka herêmî ye, ji ber ku li Şirnexê dekûdolabên sîyasî yên AKPê deşîfre bûn. Ji navenda me bigire heta hemû sazîyên navneteweyî yên mafên mirovan diparêzin divê li ser vê mijarê bisekinin. Gelê Şirnexê nesekînî ye û bi hezaran ciwanên şirnexî amade ne em wekî partî ji bo berxwedanê wan birêxistin bikin. Pêwîste navenda DEM Partîyê li ser vê meseleyê bisekine. Divê em ji dinyayê re bêjin “binêrin çawa vîna kurdan xesp dikin.” Her tişt bi eşkereyî hatîye kirin. Bo nimûne, ji bo adresa leşkerên hatine anîn çêbe, 600 leşkeran li odeyekê nivîsîne. Li odeyeka ku 3 kes nikarin bimînin çawa ewqas leşker dikarin bi hev re bimînin? Ev mesele ji bîra xelkê Şirnexê neçûye û sar jî nebûye. Niha Mehmet Yarkan nikare têkeve nava gelê Şirnexê. Ciwan, zarok, jin û hemû gelê Şirnexê dema wî dibinîn jê re dibêjin “dizo.” Lewma heta mecbûr nemîne ji mala xwe jî dernakeve. Heta ewqas tecrîd bûye ku êdî nikare biçe ser şîna endamên malbata xwe jî. Me soz daye, ew ê bi rihetî di kolanên Şirnexê re nikare derbas bibe. Em ê ji bo têkoşîna li hember vê rewşê planan ji bo siberojê jî çêbikin.

Têkoşîna hiqûqî û dîplomatîk

Partîya we li hemberê vê barbarîya sîyasî di qada hiqûqî de kîjan gavan avêtin? Komeleya Mafên Mirovan IHD, Baroya Şirnexê an sazîyên din ên Ii Kurdistanê li hember vê binpêkirina giran a mafên rêveberîya xwecîhî xebatekê kirin an ti rapor amade kirin?

Li ser vê meseleyê sendîkayên li Şirnexê daxuyanî dan. Baro ji me re got, ew raporakê amade dikin. Divê sazîyên sivîl ên din jî raporan amade bikin. Lê ji bo me ev ne bes e. Divê partîyên siyasî yên li Tirkiyeyê jî bûbûna xwedî helwestekê. Lê helwesta wan a heyî têr nake. Me her çar dibistanên leşker lê dengên xwe bi kar anîne tespît kirîne û me serî li dozgerîya Şirnexê daye. Di destên me de hemû delîl hene. Trafîka otobus û helîkopteran a berîya hilbijartinê hemû jî hatine tomarkirin.

Xespkirina şaredarîya bajarekî kurd di heman demê de meseleya têkoşîneke dîplomasîyê ye jî. Xebateke we an navenda partîya we heye ku vê meseleyê têxe rojeva sazîyên cîhanî?

Piştî hilbijartinê partîya me xwest li ser rewşa Şirnexê û Bîtlîsê bisekine. Lê êrişên li hemberê me jî tên kirin ne ji rêzê ne. Meseleya Wanê, serdegirtina şaxa partîya me ya Batmanê û şandina mifetîşan bo hin şaredarîyan hin ji bûyerên dawî ne. Lê divê ji bo parastina doza Şirnexê ya li Tirkîyeyê û di qada dîplomatîk de plansazî bên kirin. Rêxistina me ya Botanê wê bi israr vê yekê ji partîya me daxwaz bike. Kurdistan, kurd û hemû gelên bindest di şexsê Şirnexê de hedef tên girtin. Ji bilî navenda Şirnexê, şaredarîyên Elkê û Kilabanê jî hatine desteserkirin. Li Şirnexê 19 şaredarî hene û me di hilbijartinan de 19 ji van distendin. Ku em vê carê bi ser vê meseleyê de neçin ew û di her hilbijartinê de parçeyeka din a Kurdistanê ji dest biçe. Lewma jî divê di qada dîplomasîyê de em hîn bêtir xurtir li ser vê meseleyê bisekinin.

Ev hevpeyvîn di hejmara 6. a Kurdistanê hatîye wergirtin. Di serninîva hevpeyvînê hatîye guherandin.

———————————–

Fatoş Demirtaş

Fatoş Demirtaş rojnamevenake Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ye. Wê cara pêşî di 1999’an de li Azadiya Welat dest bi rojnamevaniyê kir û paşê heft salan li navenda rojnameya Gundemê ya li Stenbolê xebitî. Ew dema ji bo Belediyeya Baxlera dixebitî, di 2017’an de ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ji kar hate girtin. Demirtaş ji sala 2019’an û vir ve li Swîsreyê wekî penaberekî polîtîk dijî.

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kermêşa Gerok bi fransî diaxive

Moustique Voyageur I, di 7ê Çileya 2024an de li Parîsê ji weşanxaneya Vérone’ê (Maison d’éditions …