Li bakurê Katalonyayê gotûbêja ji bo navê esil

Bakurê Katalonyayê ji bo guherandina navê xwe yê heyî proseyekê dide destpêkirin.

Navê bakurê Katalonyayê bi fermî Pyrénées-Orientales e ku tê wateya rojhilatê Çiyayên Pîrene.

Ev nav bi tenê coxrafyaya derdixe pêş û rastiya dîrokî û çandî ya herêmê temsîl nake.

Bakurê Katalonyayê ji bo guherandina navê xwe yê heyî proseyekê dide destpêkirin.

Seroka Konseya Parêzgehê ku bakurê Katalonyayê bi ser wê ve ye, li ser mijarê daxuyaniyekê da.

Hermeline Malherbe diyar kir, gotûbêj wê di meha sibatê de dest pê bike.

Serokê konseyê tevlî radyoyeke herêmî bû û derbarê meseleyê de wiha  axivî:

“Em natirsin. Lê em dixwazin dengdan hemû civaka parêzgehê temsîl bike.”

Malherbe soza gotûbêjkirina navê parêzgehê di kampanyaya xwe ya hilbijartinê de dabû.

Proseya hilbijartina navê herî guncaw a ji bo bakurê Katalonyayê wê damezrandina komeke xebatê dest pê bike.

Koma xebatê ji hiqûqnas, lêkolîner, nûnerên çand û zimanê katalanî û nûnerên saziyên bazirganî, endustrî û çandinî yê herêmê wê pêk were.

Çav li rêye kom rapora xwe ya li ser mijarê di mehên gulan an hezîranê de pêşkêş bike.

Paşê, parêzgeh plan dike di îlonê de li ser navên hatine diyarkirin referandûmekê li dar bixe.

Li aliyekî din, radyoya herêmî France Bleu Rosselló jî li ser mijarê rapirsiyekê (anket) li dar xist.

17,000 kes tevlî rapirsiyê bûn ku li ser malperê hat lidarxistin.

Li gorî encaman, ji % 56ê beşdaran navê “Welatê Katalan” tercî kirin.

Ji % 18 dengên xwe dan “Pirineus Orientals” û ji % 17 jî navê “Pirineus Catalans” hilbijartin.

Hêjayî gotinê ye, navê bakurê Katalonyayê bi fermî Pyrénées-Orientales e ku tê wateya rojhilatê Çiyayên Pîrene.

Ev nav bi tenê coxrafyaya derdixe pêş û rastiya dîrokî û çandî ya herêmê temsîl nake.

Çawa navên parêzgehan dikarin bê guherandin?

Di 200 salên dawî de bi tenê 7 navên parêzgehên Fransayê hatine guherandin.

Di 200 salên dawî de bi tenê 7 navên parêzgehên Fransayê hatine guherandin.

Proseya guherîna nav bi daxwaza rêveberiya parêzgehê dest pê dike.

Paşê, daxwaz diçe ber destê Konseya Dewletê ya Fransayê ku saziyeke şêwirmendîyê ye.

Bi dûv erêkirina dadgeha îdarî, vê carê daxwaza guherîna nav dikeve rojeva hukumeta Fransayê.

Ku hukumet vê qebûl bike, serokwezîr bi biryarake fermî guherîna nav erê dike.

Hewldanên ji bo statuya ziman

Par di mijdarê de li bajarê Perpignan ê a vê herêmê 2,000 kes ji bo statuyeke taybet a ziman çalakî lidarxistibûn.

Bakurê Katalonyayê ji aliyê dîrokî û çandî ve parçeyeke Katalonyayê ye. Berfirehbûna herêmê 4 116 km2  ye û nifûsa wê li derdora 450,000 ye.

Par di mijdarê de li bajarê Perpignan ê a vê herêmê 2,000 kes ji bo statuyeke taybet a ziman çalakî lidarxistibûn.

Beriya vê jî, belediyeyên li bakurê Katalonyayê ji bo pêşiya bikaranîna katalanî vekin rêziknameyên xwe guherandibûn.

Lêbelê li ser giliyê waliyê parêzgeha herêmê, Dadgeha Îdarî ya Montpelierê li dijî bikaranîna katalanî biryarê dabû.

Infowelat

————————

Fotoyê sereke: Seroka Konseya parêzgeha bakurê Katalonyayê Hermeline Malherbe /Madeinperpignan.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …