Îran û Tirkiye 10 peymanên nû îmze kirin

Serokên her du dagirkerên gewre yên Kurdistanê Îran û Tirkiye duh hevdîtineke din lidarxistin.

Her du dewletên dagirker digel nakokiyên xwe yên mezin jî li ser bingeha pêşîgirtina gelê kurd bi hev re hevkariyê dikin.

Serokên her du dagirkerên gewre yên Kurdistanê duh hevdîtineke din lidarxistin.

Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî ji bo serdanekê hat paytexta Tirkiye Enqereyê.

Reîsî li Enqereyê bi serokê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan re hevdîtinekê li dar xist.

Ev hevdîtina divê di meha mijdarê de pêk bihatana, du caran hatibû taloqkirin.

Sebeba taloqa duyemîn teqîna li bajarê Kermanê ya li Îranê bû.

Hatibû îdîakirin, DAIŞiyên bûne sebeba teqînê li Tirkiyeyê hîndekariya leşkerî bûne.

Li aliyekî din, dewleta tirk li Sûriyeyê destekê dide çeteyên li dijî rejîma Esad û Îranê.

Tevî vê jî, her du dewletên dagirker digel nakokiyên xwe yên mezin jî bi hev re hevkariyê dikin.

Bingeha vê hevkariyê pêşîgirtina doza rizgariya Kurdistanê ye.

Aborî û 10 peymanên nû 

Lewma jî digel nakokiyên xwe her du lîder li Enqereyê 10 peymanên nû îmze kirin.

Peyman di derbarê enerjî, qadên hevpar ên bazirganiyê û riyên hesinî de bûn.

Bêguman hevkariya di warê aboriyê de jî qadeke giring e ji bo her du dewletên xwedî krîzeke aboriyê ne.

Lewma jî digel nakokiyên xwe her du lîder li Enqereyê 10 peymanên nû îmze kirin.

Peyman di derbarê enerjî, qadên hevpar ên bazirganiyê û riyên hesinî de bûn.

Serokê Îranê Reîsî li Enqereyê tevlî Konseya Bilind a Hevkariya Aboriyê ya Îran-Tirkiyeyê jî bû.

Di vê civînê de jî li ser hin mijarên derbarê hevkariya aborî, ewlekarî, siyasî û têkiliyên çandî de bûn hat lihevkirin.

Infowelat

—————————-

Foto: Dîmeneke ji hevdîtina lîderên Îran û Tirkiyeyê/X.com

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …