20101112fire

Îran careke din êrişî Hewlêrê kir

Îran duh nîvê şevê êrişeke bi fuzeyan bir ser başûrê Kurdistanê.

Îranê ragihand, êriş li dijî navenda sîxuriyê ya Amerîkayê hatiye lidarxistin.

Îran duh nîvê şevê êrişeke bi fuzeyan bir ser başûrê Kurdistanê.

Hedefa vê êrişê 40 km bakurêrojhilatê paytexta Kurdistanê Hewler bû.

Îranê ragihand, êriş li dijî navenda sîxuriyê ya Amerîkayê hatiye lidarxistin.

Lê berevajiya vê, fuzeyên Îranê li xaniyê karsazekî kurd ketin.

Karsazê bi navê Pêşrew Dîzeyî, keça wî Jiyan Dîzeyî û mêvanê wî Xiristiyan Mixaîl ku ew jî karsa bû, jiyana xwe dest dan.

Berpirsê vê êrişê, wekî yên berê Supayê Pasdaran(Yekîneyên Parazvanên Şoreşa Îslamî) bû.

Êriş ji aliyê serokwezîrê Hukumeta Herêmî ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat protestokirin.

Barzaniyê li Swîsreyê serdana xwe betal nekir û hevdîtinên xwe yên li vî welatî berdewam kirin.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê jî daxuyaniyekê weşand û êrişên dawî şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di van êrişên Îranê sivîlên bêguneh hatine kuştin.

Beriya niha jî baregehên Amerîkayê û yên Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDKI) yên li başûrê Kurdistanê bûbûn hedefa êrişa moşekan a Îranê.

Paşxaneya êrişa Îranê

Kurtedemek berê, di merasîma ji bo Qasim Suleymanî ya li bajarê Kermanê ya Îranê 3 bombe teqiyabûn.

Meha borî, fermandareke payebilind a Supayên Pasdaran a li Sûriyeyê di êrişeke Îsraîlê de hatibû kuştin.

Kurtedemek berê, di merasîma ji bo Qasim Suleymanî ya li bajarê Kermanê ya Îranê 3 bombe teqiyabûn.

Îranê ji ber van teqînên ku 84 kes hatibûn kuştin, Îsraîlê sûcdar kiribû.

Meha borî, fermandareke payebilind a Supayên Pasdaran a li Sûriyeyê di êrişeke Îsraîlê de hatibû kuştin.

Êrişa Îranê ya li dijî Kurdistanê piştî van bûyeran pêk hatin û lewma jî wekî bersivê tê nirxandin.

Hêjayî gotinê ye, bi destpêka şerê Xezayê ya di 17yê cotmehê de aloziya di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de zêde bû.

Di du mehên dawî de hêzên amerîkî yên li Iraq û Sûriyeyê 100 caran rastî êrişan hatin.

Herwiha, Hûsiyên Yemenê zêdetirî 20 caran êriş birin ser keştiyên bazirganiyê yên rotaya Derya Sor bi kar tînin.

Li ser welatan jî komên êrişkar destekê ji Îranê werdigirin.

Infowelat

———————

Foto: Fuzeyên balîstîk ên Îranê /Wikipedia

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 6. a LEWergerê hat weşandin

Kovara wergerê LEWerger ji 4 mehan carekê tê weşandin. Kovar 64 rûpel in û tê …