Bajarê Tolosayê êdî bi baskî diaxive

Niha % 53yê zimanê li kolanên Tolosayê tê axaftin baskî ye.

Tolosa bajarekî li parêzgeha Gipuzkoayê ye ku nifûsa wê li derdora 20,000î ye.

Bajarê Tolosa ya li Welatê Baskê gav bi gav zêdetir bi zimanê baskî diaxive.

Niha % 53yê zimanê li kolanên bajêr tê axaftin baskî ye.

Alîyê herî balkêş vê rewşê jî ev e, herî zêde zarok û ciwan bi zimanê baskî diaxivin.

Tolosa bajarekî li parêzgeha Gipuzkoayê ye ku nifûsa wê li derdora 20,000î ye.

Kike Amonarriz/Hondarribia

Sosyolînguîstê baskî Kike Amonarriz serfirazîya li vî bajarî wekî şoreşeke civakî pênase dike.

Amonaritz di gotara xwe ya di medyaya baskî de hat weşandin, sebebê vê encamê îzeh dike.

Amoranitz diyar dike, faktora herî mezin perwerdeya bi zimanê baskî ya li dibistanên ikastolayan e.

Bi modela D ya li van dibistanan, zarokên li Welatê Baskê bi zimanê baskî tên perwerdekirin.

Sosyolînguîstê baskî xebatên navenda ziman Galtzaundi, medya û dînamîzma welatîyan wekî faktorên  din rêz dike.

Li gorî Amoranitz, polîtîkaya ziman a şaredarîya Tolosayê jî sebebeka din a ji bo vejîna zimanê baskî ye.

Amoranitz dide zanîn, şaredarîya bajarê Tolosayê ji bo vejîna baskî Komîteya Baskî û Serwîsa Zimanê Baskî ya xwedî butçeyeka baş ava kirîye.

Hêjayî gotinê ye, tevî polîtîkaya parastin û vejandina ziman a hukumeta herêmî û sazîyên sivîl, îspanyolî li Welatê Baskê zimanê serdest e.

Rêjeya kesên li kolanê zimanê baskî diaxin % 12.6 e.

Baskî herî zêde li parêzgeha Gipuzkoayê tê axaftin û rêjeja axaftina li kolanê ya ziman li vir % 30.6 e.

———————————–

Foto: Bajarê Tolosayê/Wikipedia

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Serxwebûnxwaz li Kaledonyaya Nû serî hildan

Kaledonyaya Nû li hemberê planên jinûvekolonîzekirinê ya Fransayê di ber xwe dide. Di çalakîyên sivîl …