Palestinians inspect the damage following an Israeli airstrike on the El-Remal aera in Gaza City on October 9, 2023. Israel continued to battle Hamas fighters on October 10 and massed tens of thousands of troops and heavy armour around the Gaza Strip after vowing a massive blow over the Palestinian militants' surprise attack. Photo by Naaman Omar apaimages

Windahiyên Filistînê gihişt 25,000an

Ji destpêka êrişên Îsraîlê û vir ve 25,000î zêdetir filistînî hatin kuştin.

Nêzîkî 63,000 filistînî jî di operasyonên Îsraîlê de birîndar bûne.

Encamên êrişên Îsraîlê yên li Xezayê roj bi roj girantir dibin.

Ji destpêka êrişan û vir ve 25,000î zêdetir filistînî hatin kuştin.

Agahiyên derbarê windahiyên filistîniyan de ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya hukumeta Hamasê ve hat ragihandin.

Li gorî agahiyên wezaretê, nêzîkî 63,000 kes jî di operasyonên Îsraîlê de birîndar bûne.

Operasyonên Îsraîlê vê dawiyê de herî zêde li kampa Xan Yûnis a li başûrê Xezayê pêk tê.

Îsral ji hewa û bejahiyê bi rojane vê kampê bomberan dike.

Ligel vê, bomberana bajarê Xezayê jî ji destpêka şer û vir ve berdewam e.

Li aliyekî din, artêşa Îsraîlê duh li Xezayê windahiya herî giran şer da.

400 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin

Hukumeta Îsraîlê îro ragihand, di êrişa Hamasê de 24 leşker hatine kuştin.

Bi vê êrişa dawî re, windahiyên leşkerî yên Îsraîlê ji 400î derbas kirin.

Ligel windahiyên artêşê, 10 endamên îstîxbarata navxweyî Şîn Bet, 59 polês û 1271 sivîl hatine kuştin.

Hamasê di 7ê cotmehê de bi operasyona “Tofana El Qqsa” ji nişka ve êriş biribû ser Îsraîlê.

Herêma Xezayê ya Filistînê /Wikipedia

Di qonaxa ewil a êrişê de bi hezaran fuzeyên Hamasê li nava Îsraîlê ketibû.

Îsraîlê di cî de bersivê dabû û ji hewa, erdê û deryayê êrişeke giran biribû ser Xezayê.

Infowelat

————————-

Foto: Dîmeneke Xezayê ya piştî bomberana Îsraîlê /Wikipedia 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ şîdeta li hember medyaya kurd şermezar kir

Sendîkaya Rojnamevanên Flaman VVJê derbarê serdegirtina televîzyonên kurd ên li Belçîkayê daxuyanîyekê weşand. VVJ di …