Xizmeta bi kurdî ya ji bo penaberên kurd

Li Almanyayê êdî şêwirmendiya online a bi kurdî ji bo penaberxwazan mimkûn e.

Însîyatîfa bi navê Pena-Ger ku kurtedemeke berê hat damezrandin, vî karî girtiye ser xwe.

Biryara xizmeteke wiha, piştî mirina bi guman a penaberê kurd Hogir Alay hatiye girtin.

Li Almanyayê êdî şêwirmendiya online a bi kurdî ji bo penaberxwazan mimkûn e.

Însîyatîfa bi navê Pena-Ger ku kurtedemeke berê hat damezrandin, vî karî girtiye ser xwe.

Şêwirmendiya Pena-Gerê ji bilî kurdî, bi almanî û tirkî jî tê kirin.

Biryara xizmeteke wiha, piştî mirina bi guman a penaberê kurd Hogir Alay hatiye girtin.

Hogir Alayê Mêrdînê, di 4ê mijdara 2023’an de li kampeke penaberan jiyana xwe ji dest dabû.

Ciwanê kurd ji bo çareserkirina problemên xwe serî li rêvebiriya kampê û Saziya Koçberî û Penaberiyê (BAMF) a Almanyayê dabû.

Lêbelê herdu alî jî bersivê nedabûn giliyên ciwanê kurd.

Bi dûv mirina Hogir Alay re, çend dilxwazên qada hiqûqî û xizmetên civakî biryara damezrandina Penagerê dan.

Polîtîkaya Almanyayê ya ji bo kurdan 

Sîstema penaberiyê ya Almanyayê hem ji ber kêmasiya xebatkaran hem jî ji ber sekna negatîf hin rêvebirên kampan bi rêkûpêk nêzîkî penaberxwazên kurdan nabin.

Aktîvîstên vê xebatê didin zanîn, sîstema penaberiyê ya Almanyayê hem ji ber kêmasiya xebatkaran hem jî ji ber sekna negatîf hin rêvebirên kampan bi rêkûpêk nêzîkî penaberxwazên kurdan nabin.

Penager radigihîne, heta niha 650 penager alîkariyê ji şêwirmendiya Onlîne ya Pena-Ger girtine.

Hogir Alay. Ciwanê kurd di 4ê mijdarê de li kampeke Almanyayê bi rengekî gumanbar jiyana ji deste da. /Foto. ANF

% 76 ji penagerxwazên temenê wan di navbera 18-35 de alîkariyê wergirtine.

%38 penagerxwazên jî temenê wan di navbera 36-57 salî de bûne.

Ev dane nîşan didin, piraniya kesên alîkariyê werdigirin ji ciwanan pêk tê.

Infowelat

—————————-

Foto: Wêneyê ji bo Pena-Gerê hatiye çêkirin /Murat Ipek 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …