Sîstema fransî pêşî li pêşniyazqanûna Macron girt

Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê ji yekan sêyê vê belgeyê ango ji 35 xalên ji 86 xalan red kirin.

Xalên ku herî zêde endamên konseyê helwest nîşan dan, yên derbarê kêmkirina alîkariyên civakî û pêkvejiyana malbatan de bû.

Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê ji bo pêşniyazqanûna nîqaşbar a hukumeta Macron civîya.

Konseyê ji yekan sêyê vê belgeyê ango ji 35 xalên ji 86 xalan red kirin.

Xalên ku herî zêde endamên dadgehê helwest nîşan dan, yên derbarê kêmkirina alîkariyên civakî û pêkvejiyana malbatan de bû.

Xên ji van, danîna sîstema kotaya taybet a koçberiyê jî rastî rexneyên tund ên konseyê hat.

Ev metna nîqaşbar ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Gerald Darmanin ve hatibû amadekirin.

Berê parlamento red kiribû

Parlamentoya Fransayê di rûniştineke xwe ya di meha kanûna pêşîn de gotûbêja li ser vê belgeyê red kiribû.

Parlamentoya Fransayê di rûniştineke xwe ya di meha kanûna pêşîn de gotûbêja li ser vê belgeyê red kiribû.

Ev yek jî bûbû derbeyeke mezin li hemberê hukumeta serokomar Emanuel Macron.

Bi dûv vê derbeyê ve, Gerald Darmanin xwestibû ji karê xwe îstifa bike.

Macron îstifaya Darmanin red kiribû û jê daxwaz kiribû xebata xwe ya ji bo pêşniyazqanûnê bidomîne.

Herwiha, hukumeta fransî sûcdariyên derbarê xalên vê metnê de red kiribû û dabû zanîn, bi vê qanûnê wê koçberên bê kaxiz bilez derbasî tomara penaberan bên kirin.

Ev jî wekî tedbîreke hukumeta fransî ya ji bo kêmasiya karkeran a ji bo hin sektorên kar hatibû nirxandin.

Infowelat

———————-

Foto: Avahiya Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê/Wikipedia

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …