Li dadgeha brîtanî bi îrlandî axivîn

Piştî 300 salan cara ewil li dadgeheke bakurê Îrlandayê bi zimanê îrlandî (galîkî) hat axaftin.

Axaftina bi îrlandî bi însîyatîfa tevgera ziman Conradh na Gaeilge (Yekitiya Galîkî) pêk hat.

Piştî 300 salan cara ewil li dadgeheke bakurê Îrlandayê bi zimanê îrlandî (galîkî) hat axaftin.

Ciyê vê gava dîrokî Dadgeha Edaletê ya Qraliyetê ya li Belfastê bû.

Axaftina bi îrlandî bi însîyatîfa tevgera ziman Conradh na Gaeilge (Yekitiya Galîkî) pêk hat.

Aktîvîstên tevgerê di doza li paytext Belfastê de parastina xwe bi zimanê dayikê kirin.

Mijara vê dozê, biryara Komîserê Înformasyonê ya Bakurê Îrlandayê ya li dijî zimanê îrlandî bû.

Komîser çendekî berê di meseleya bicîkirina tabelayên duzimanî de pêşiya Konseya Bajêr a Belfastê girtibû.

Meseleya bikaranîna îrlandî ji bo navên coxrafî ev demeke di navbera katolîk û protestanan de sebeba aloziyê ye.

Komargerên katolîk ên li dora Sinn Feinê kom bûne, xwestibûn tabelayên duzimanî li başûrê Belfastê jî bên bicîkirin.

Ev daxwaza ku ji aliyê komîteyeke belediyeyê hatibû qebûlkirin, rastî bertekên Partiya Yekîtîparêz a Demokratîk (DUP) hatibû.

Li başûrê Belfastê piranî protestan dijîn û DUP hêza siyasî ya herî mezin ê vê deverê ye.

Herçî mijara bikaranîna ziman a di dadgehan de ye, qedexeya li ser îrlandî di 2022an de bi Qanûna Ziman û Nasnameyê ya Bakurê Îrlandayê hatibû betalkirin.

Qedexeya 1737’an 

Bikaranîna îrlandî ya di dadgehan de bi Qanûna Rêveberiya Edaletê ya 1737’an de hatibû qedexekirin.

Tevî vê jî, rêvebiriya brîtanî ya li bakurê Îrlandayê xala derbarê bikaranîna ziman a di dadgehan de nexistibû meriyetê.

Bikaranîna îrlandî ya di dadgehan de bi Qanûna Rêveberiya Edaletê ya 1737’an de hatibû qedexekirin.

Parêzerên tevgera zimanê îrlandî diyar dikin, qanûn ne axaftinê lêbelê îrlandiya nivîskî qedexe dike.

Bakurê Îrlandayê herêmeke xweser a bi ser Brîtanyayê ve ye.

Nifûsa herêmê nêzîkî 2 milyonî ye û bi tenê % 3.7 civakê bi zimanê îrlandî diaxivin.

Infowelat

————————–

Foto: Endamên tevgera zimanê îrlandî yên tevlî doza dadgeha li Belfastê bûn. /Irishlegal.com

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …