Fermon: Têkoşîna hiqûqî li Fransayê bimeşînin

Jan Fermon got, “kiryarên Fransa û Belçîkayê nimûneyeka bêhiqûqîyê ye” û divê têkoşîna hiqûqî li Fransayê bê meşandin.

Polîsên federal ên Belçîkayê 23yê nîsanê bi ser navendên Stêrk TV û Medya Haber TVyê yên li Denderleeuwê de girtibûn.

Serdegirtinên bi ser televîzyonên kurd de li Belçîkayê tê nîqaşkirin.

Parêzerê kanalên televîzyonên kurd Jan Fermon got, “kiryarên Fransa û Belçîkayê nimûneyeka bêhiqûqîyê ye.”

Jan Fermon di hevpeyvîna xwe ya bi ANFê re balê kişand ser biryarên dadgehên Belçîkayê û wiha axivî:

“Berê ji aliyê qanûnên Belçîkayê ve biryar hatiye dayîn ku Sterk Produksiyon û Roj TV ti girêdanbûna wan bi ‘terorê’ re nîne. Lê wisa dixuyê li ser daxwaza Fransayê, dest bi lêpirsînkirina vê biryarê hatiye kirin. Eşkere ye ku fînanse kirina medyayê, nayê wateya fînansekirina terorê. Ji xwe medyaya navborî, li Belçîkayê di çarçoveya lêpirsîna têkoşîna li dijî terorê de, hatiye lêkolînkirin. Rayedarên Belçîkayî bi hêsanî dikarîn ji Fransiyan re wiha bêjin: ‘Biborin, em vê daxwazê bi cih nayînin, ji ber ku eleqeya van saziyan bi meseleyên terorê re nîne’.”

Pêdivîya têkoşîna hiqûqî

Parêzer Jan Fermon di hevpeyvînê de pêşniyaz kir, li hemberê serdegirtinên dawî têkoşîneke hiqûqî bê meşandin û ji bo vê jî Fransayê nîşan da:

“Lê wisa dixuyê ku têkoşîna esas divê li Fransayê were meşandin, ji ber ku li Fransayê lêpirsîneke ku di çarçoveya fînansmanê terorîzmê de hatiye destpêkirin, heye. Îdîakirina ku ev saziyên medyayê parçeyekî hewldana terorîst in, ne li gorî aliyên hiqûqa navneteweyî ye. Divê ev têkoşîn li Fransayê were meşandin û yên ku di vê têkoşînê de di nava refên pêş de cih bigirin, hempîşeyên me yên Fransî ne.”

Polîsên federal ên Belçîkayê 23yê nîsanê bi ser navendên Stêrk TV û Medya Haber TVyê yên li Denderleeuwê de girtibûn.

Polêsan di lêgerînê de zirar dabûn her du kanalên kurd û dest danîbûn ser hin alavên rojnamevanîyê.

——————————-

Foto: Jan Fermon/ANF

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Brîtanî ji bo Ocalan name ji CPTê re şandin

Peace in Kurdistan têkildarî rewşa ‘Abdullah Ocalan’ name ji CPTê re (Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê) şand. …