Ziman û têkoşîna antîkolonyalîst

Têkoşîna ji bo Kurdî, ji bo parastin û xurtkirina vî zimanî, beşek ji têkoşîna dijkolonyalîst e. Bi ya min beşeke wê ya gelekî muhim e; lewma weke civak parastina hebûn û xwebûna xwe, ji stûnên sereke yê têkoşînê ye.

Di zanîngehan de û di lêkolînê de tişta jê re “postkolonyalîzm” tê gotin, ji mêj e min aciz dike. Gelek aliyên meseleyê hene. Weke nimûne, kolonyalîzma împeryal û kurewî di asteke nedîtî de ye, çawa mirov behsa postkolonyalîzmê bike!? Lê ji ber ku bala min bêhtir li ser ziman e, ez ê bi meseleya ziman dakevim. Dekolonîzekirin û pêvajoyên wê jî weke peyv min aciz dikin, ji ber ku modeyek in; û hema bêyî avakirina maneyên pêwîst ên têkoşînê, bi geremoleke peyvên kes xweşik di wan nagehe, meydaneke minaqeşeya întelektuel ava dikin. Tenê elîteke piçûçik bi rastî dikare bikeve nava vê meydana vê modeyê.

Ev her du peyv jî koka xwe ji “dijkolonyalîzm”ê digirin, yanî tiştekî esas ji wan pirr cihê, ji ber ku dijkolonyalîzm têkoşînek e û dewam dike. Êdî ez fikra xwe hişk û yekser bibêjim: Di vê peywendê de dijkolonyalîzm ji bo min heye, heqîqetek e û herduyên din jî bi maneyeke karîger û weke heqîqet nînin.

Axir meseleya min ne ew e, meseleya min ziman e. Xebero, Efrîkaya jêra Sahrayê di salên 1960, 1970, 1980 û herî dawî jî 1990´î de xwe ji mêhtingeriya Ewrûpî rizgar kir. Êdî bi dehan sal di ser re bihurîn. Lê em berê xwe didinê, zimanên fermî yên van welatan îro roj jî zimanên mehtingerên wan in. Yanî zarok li dibistanan bi zimanê mêhtingerên dêwbav, kalûpîrên xwe perwerde dibin.

Xwedê dizane, Ngugi wa Thiong’o jî ji vê yekê gelekî aciz bûye. Ez hez ji navê kitêba wî nekim -Decolonizing the Mind (Dekolonîzekirina hişî)- jî, tesbîteke pir baş kiriye. Di kitêba xwe ya sala 1986´an de ew dibêje, ziman esas e ji bo ku em xwe di peywenda hawîrdora xwe ya ekolojîk û civakî de pênase bikin.

Ziman esas e, wê demê bi Fransî, Ingilîzî, Îtalî, Portugalî û Efrîkanî -zimanê kolonyalîstên ji Holandayê- dersdayîn û perwerdekirina zarokên gelek miletên Efrîkî jî esasek e ji bo avakirina bîreweriya van zarokan. Naxwe, em çawa dikarin behsa bi dawîbûna têkoşîna dijkolonyalîst bikin? Tesîra vê yekê ya li ser zarokên ku ziman, pê re jî çand û civaka xwe piçûk dibînin/dîtin -lewma ev sîstema perwerdeyê, vê yekê eşkere ji me re dibêje- tesîreke gelekî xirab e/bû, felaketeke mezin e/bû.

Yek ji têkoşînên herî xurt ên dijkolonyalîst, a Kurdan e. Kurd ji bo azadî û rizgariya xwe li hemberî gelek dewlet û hêzan vê têkoşînê bi rê ve dibin. Naxwe, têkoşîna ji bo Kurdî, ji bo parastin û xurtkirina vî zimanî, beşek ji têkoşîna dijkolonyalîst e. Bi ya min beşeke wê ya gelekî muhim e; lewma weke civak parastina hebûn û xwebûna xwe, ji stûnên sereke yê têkoşînê ye. Ziman jî di vê peywendê de ji stûnên sereke yên çerxên vê parastinê ye. Li ser milê siyasetvan û întelejensiyaya Kurd ferzeke mezin e ku vê têkiliyê bibîne, ji xelkê re bibêje û li gorî wê jî berxwedana civakê, parastina hebûn û xwebûna wê bi rêxistin bike.

———————————–

Ev gotar ji malpera kurdî ya rojnameya Ozgur Polîtîkayê hatîye wergirtin

Foto: Ngugi wa Thiong’o /The Penn Review

Luqman Guldivê edîtorê PolîtîkAzad û PolîtîkArta Kurdî ya Özgür Politikayê ye. Li ser wêjeya devkî, zarbêj û performansên di rêûresma Kurdî de lêkolînan dike. Ji bo zarokan aktîvîteyên ziman û rîtuelan bi pêş dixe û kitêbên zarokan dinivîse. Li Parîs, Gottingen, Erfurt û Bambergê dersên ziman, çand û civaka Kurdî dan. Îro jî dersên Kurmanciyê dide li dibistana êvarê.  Guldivê karê wergêriyê jî dike.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 6. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Hejmara gulanê ya Rêya Serxwebûnê hat weşandin. Rêya Serxwebûnê e-kovareke Infowelat e û piranî ji nûçe …