Kobanê bû sembola rizgariya Kurdistanê

Bajarê rojavayê Kurdistanê Kobanê 9 sal berê  êrişa DAIŞê têk bir û bû semboleke berxwedana neteweyî ya gelê kurd.

Di encama şerê di navbera 15ê îlonê-26ê kanûna paşîn de pêk hat de, % 70 yê Kobanê bi tevahî hilweşiya. Li derdora 2,000 endamên YPG û YPJê û bi sedan sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Îro salvegera rizgariya bajarê Kurdistanê Kobanê ye. Kobanêya 9 sal berê rastî êrişa dagirkirinê ya DAIŞê hat, piştî berxwedanekî mezin hat rizgarkirin. Di encama şer de piraniya bajêr hilweşiya, berdêlên giran ên însanî pêk hatin û bi sedhezaran sivîl terka bajêr kirin.

Sebeba hilbijartina Kobanê ji aliyê çeteyên îslamî, ji ber geşbûna Şoreşa Rojava, ciyê Kobanê yê stratejîk û rewşa wê ya lawaz a leşkerî bû. Beriya şoreşê, nifûsa Kobanê 45,000 bû û bajarê li ser sînorên Tirkiyeyê xwedî ciyekî stratejîk bû. Xet û parzûngehên petrolê li ser vê korîdorê bûn ku ji derdora Kobanê ber bi Şengalê û ji wir jî ber bi Hewlêrê ve dirêj dibû.

Kontrola Kobanê wê di destpêkê de li hemberê Şoreşa Rojava bûbûna serkeftineke siyasî ya DAIŞê û herwiha wê kontrola vê rêxistinê ya li ser qadên petrolê yên Sûriyeyê xurtir bûbûna. Li aliyekî din, Kobanê kantonekî bi tena serê xwe bû û tu sînorên wê bi her du kantonên din re tune bû. Taybetiya wê ya cografîk ku bi tenê ji deşt û beriyan pêk dihat û nifûs û hêza wê ya leşkerî ya kêm, bajêr kir hedefeke îdeal a ji bo DAIŞê.

Harîteya gav bi gav jidandina dorpêça Kobanê./ Wikipedia

 

DAIŞê di van şert û mercên guncaw de bi destek ali paş perdeyê ya dewleta tirk, di serê îlona 2014’an de dest bi êrişa Kobanê kir. Zêdetirî 4000 çeteyên rêxistinê ji Iraq û deverên Sûriyeyê tevlî alavên giran ên şer ber bi Kantona Kobanê ve herikîn. Di 16ê îlonê de çeteyên Xelîfetiya Îslamî ya rêxistinê pireke stratejîk a li ser Çemê Firatê bi dest xistin. Piştî dagirkirina li derdora 300 gundên kantonê, lehiya çeteyên tarî tevlî tank û topan gihîştin ber deriyên bajêr.

YPG û YPJê bi desteka sivîlên li bajêr mabûn, berxwedaneke bêhempa li dijî dagirkirinê birêxistin kirin. Hêjayî gotinê ye, nêzîkî % 40 ji parazvanên bajêr jin bûn û ev jî di cî de bala raya giştî yê cîhanê kişand.  Tevî vê berxwedanê jî, DAIŞa xwedî hêzêke mezin bi takwîyeyên nû gav bi gav li bajêr pêş de çû û di 26ê îlonê de Girê Miştenûr dagir kir.

Hevkariya Amerîkayê

Serokê Amerîkayê Barack Obama fermana bombebarana DAIŞê da. Di 27ê îlonê de balafirên şer ên amerîkî dest bi bombebarana hedefên DAIŞê kirin.

Berxwedana bênavber a şervanên bajêr, hêrsa miletê kurd a li hember pasîfbûna hêzên cîhanî û xetereya bihêzbûna Xelîfetiya Îslamî ya rêxistinê ya bi dagirkirina Kobanê re, Amerîkayê xist nava hereketê. Serokê Amerîkayê Barack Obama fermana bombebarana DAIŞê da. Di 27ê îlonê de balafirên şer ên amerîkî dest bi bombebarana hedefên DAIŞê kirin. Ligel bombebaranê, balafirên amerîkî bi tonan alavên şer û alîkariya sivîl gîhandin parazvanên bajêr.

Paşê, Holanda, Belçîka Brîtanya, Erebistana Siûdî û çend welatên ereb desteka hewayî dan Amerîkayê. Digel vê jî, şerê li nava bajêr kolan bi kolan û avahî bi avahî berdewam kir. Rêxistina îslamî di 5ê mijdara 2014’an de hîn jî % 60 ji Kobanê kontrol dikir. Lêbelê bi bomberana giran û berxwedana xurt a li bajêr êdî taqeta DAIŞê nemabû. Hêzên kurd bi hemleyeke dawî dest bi êrişê kirin û çeteyan ji bajêr derxistin. Di 19ê qanûna paşîn de Miştenûr ji nû ve ket bin kontrola hêzên kurd û di 26ê qanûna paşîn 2015 de jî hemû Kobanê hat rizgarkirin.

Balafireke B-1Lancer Amerîkayê ku di bomberana DAIŞê de roleke mezin pêk anîn. /Airandspaceforces.com

Encamên Şerê Kobanê

Nêzîkî 5,000 çeteyên bijarte yên DAIŞê hatin kuştin. 18 tank û gelek alavên leşkerî yên rêxistinê hatin hilweşandin.

Têkçûna li Kobanê bû sebeba proseya gav bi gav paşveçûna DAIŞê. Kurtedemek şûn ve êrişa vê rêxistinê ya li ser Şengalê hat şikandin û vê herêmê hat rizgarkirin.

Di encama şerê di navbera 15ê îlonê-26ê kanûna paşîn de pêk hat de, % 70 yê Kobanê bi tevahî hilweşiya. Li derdora 2,000 endamên YPG û YPJê û bi sedan sivîl jiyana xwe ji dest dan. 400,000 nişteciyên bajêr koçî bakurê Kurdistanê kirin.

Windahiyên DAIŞê hîn bêtir giran bûn. Nêzîkî 5,000 çeteyên bijarte yên rêxistinê hatin kuştin. 18 tank û gelek alavên leşkerî yên rêxistinê hatin hilweşandin.

Têkçûna li Kobanê bû sebeba proseya gav bi gav paşveçûna DAIŞê. Kurtedemek şûn ve êrişa vê rêxistinê ya li ser Şengalê hat şikandin û vê herêmê hat rizgarkirin. Paşê, bi hevkariya Iraq û Pêşmerge bajarê Mûsilê ji destê rêxistinê hat derxistin. Bi dûv re jî, hêzên şoreşger ên Rojavayê Kurdistanê li Girê Spî rêxistinê têk birin û Kobanê bi Kantona Cezîreyê ve hat girêdan. Di dawiyê de jî hêzên kurd berê xwe dan paytexta rêxistinê Reqayê û piştî şerekî mezin dawî li projeya siyasî DAIŞê ya bi navê dewleta Xîlafeta Îslamî anîn.

Infowelat

—————————–

Fotoyê sereke: Dîmeneke komeke şervanên YPGê ya piştî serkeftinê Şerê Kobanê. /ANF   

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …