Ayeta Xezebê û nêçira kurdan

Bi kurtahî, qismek çapemeniya kurd ketiye destê trolan û ji aliyê hiş, zanîn û hîmên neteweyî ve îflas kiriye!

Kurdê hemaltîya qirkirina kurd dike, ango kurdê avê dikişîne ser aşê qirkirina kurd, kurdekî ecêb e. Ev di heman demê de nîşana rizandina sosyolojiya kurd a nû ye.

Êvara 15yê kanûna paşîn dewleta Îranê bi fuzeyan êriş bir ser devereke bajarê Hewlerê ya li başûrê Kurdistanê. Hedefa vê êrişê mala karsazê kurd Pêşrew Dizeyî bû. Di êrişê de 4 kes bûn qurbana fuzeyên Îranê û 6 kes jî birîndar bûn.

Di nav kuştiyan de Dizeyî û keça wî Jîna ya 1 salî jî hebû. Jîna navê xwe ji Jîna Emînî girtibû, ya ji bo porê xwe, ji hêla notirvanên ehlaqê yên Îranê ve hatibû qetilkirin. Jînaya yek salî jî ji hêla Îranê ve hat qetil kirin lê wek sîxurê Mossadê…! Îrana bi forseka mezin ev komkujî girt ser xwe, mala Pêşrew wek navenda Mossadê bi nav kir. Ji bo ji vê derewa xwe re qilifekî bidirû, fotoyên bê bingeh yên montajkirî belav kirin. Bi van fotoyên montaj xwest qetla kurd “misteheq” bide nîşan û got “Me navenda Mossadê top baran kiriye.”

Ew fotomontajên dewleta dagirker a Îranê belav kirin, ji hêla hinek kesên qaşo kurd in, qaşo rojnamevanên Medyaya Kurd in ve bêyî ku lêkolîn bû kirin û bi lez û bez hatin belavkirin. Van qelemşorên hatine afirandin gotin, “Na, Îranê êrişî Kurdan nekiriye. Îranê êrişî sîxurên Mossadê kiriye.” Ew kes her çiqas xwe wek rojnamevanan dibînin jî, lê ne rojnamevan in. Di rastiya xwe de trol in. Lewma em diqîrin û dibêjin, “Qelema Kurd nedin destên herkesî.”

Fotoyên Pêşrew Dizayî yên ji aliyê Îranê ve hatin belavkirin. Her du dîmenên çepê sexte ne û bi foto-montajê hatine amadekirin. /Rudaw

Ayeta Xezebê 

Kurdê hemaltîya qirkirina kurd dike, ango Kurdê avê dikişîne ser aşê qirkirina kurd, kurdekî ecêb e. Ev di heman demê de nîşana rizandina sosyolojiya kurd a nû ye.

Duh heman kesan îcar nûçeya SharPressê ku ajansa Iraqê ye û tê de dibêje “Ferman hatiye ji Pêşmergan re: We endamên PKKê li ku dîtin bikujin” belav kirin.

Fermandarê peşmergeyan daxuyanî da û got, “ev tiştekî bê kok, bê bingeh e.” Ev belavoka bê kok, xwedî rastiyeke din e: Ev Ayeta Xezebê ye. Ayeta Enfalê ye. Ya ku dîsa dagirker dixwazin fermana kurd pê rakin, her çiqas ji hêla neyaran ve hatibe nivisandin jî bi kurdan dide xwendin û belavkirin. Em kurd ne xerîbê vê rastiya dijmin in. Tiştê xerîb ev e ku hemalên van Ayetên enfalên kurd, kurd bi xwe ne.

Wek gotina talî: Rast e, ev sedan sal in çar dagirkerên Kurdistanê heman tiştên qirêj dikin da ku gelê kurd bi hev bikevin û nebin yek. Ji ber ku kurdê bihevketî nêçîreke bê tahb û bê zehmet e ji bo nêçirvanê gelê kurd.

Bi kurtahî, qismek çapemeniya kurd ketiye destê trolan, û ji aliyê hiş, zanîn û hîmên neteweyî ve îflas kiriye!

Kurdê hemaltîya qirkirina kurd dike, ango Kurdê avê dikişîne ser aşê qirkirina kurd, kurdekî ecêb e. Ev di heman demê de nîşana rizandina sosyolojiya kurd a nû ye.

Kin gotin: Çapemeniya kurd a ketiye destê trolan dûrê hiş, zanîn û lêkolînê bûye û iflas kiriye!

————————-

Fotoyê sereke: Dîmena piştî êrişa li Hewlêrê /Rudaw

Derbarê Ronî Riha

Ronî Riha rojnamevan û nivîskarekî ji Bakurê Kurdistanê ye. Riha demeke dirêj li Swîsreyî nûçegîhaniya Stêrk TV kir. Nivîsên rojnamevan di çapemeniya Swîsrî de jî tên weşandin. Riha di heman demê de xwediyê du pirtûkên bi navê Loristan û Savaş Duvaklari ye.

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …