Aloziya Îran-Pakistanê li Belûcistanê pêk tê

Pakistan êriş bir ser rêxistineke belûc a li eyaleta Sîstan-Belûcistanê ya li Îranê.

Pakistanê jî diyar kir, hedefa vê êrişê Eniya Rizgariya Belûc e.

Ji ber teqînên li dora bajarê Saravanê 3 jin û 4 zarok hatin kuştin.

Aloziya Îran û Pakistanê îro bi êrişeke nû hîn bêtir mezin bû.

Pakistan êriş bir ser rêxistineke belûc a li eyaleta Sîstan-Belûcistanê ya li Îranê.

Îranê ragihand, ji ber teqînên li dora bajarê Saravanê 3 jin û 4 zarok hatine kuştin.

Pakistanê jî diyar kir, hedefa vê êrişê Eniya Rizgariya Belûc e.

Êrişa Pakistanê bersiva ji bo êrişa Îranê bû ku roja sêşemê li hemberê komeke çekdar a li nava Pakistanê pêk hatibû.

Di vê êrişê de 2 zarok jiyana xwe ji dest dabûn û çend kes jî birîndar bûbûn.

Her du dewlet hevûdû bi desteka komên çekdar ên dijber sûcdar dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Îran bi şerê li Xezayê re êrişên xwe yên li dijî mixalifên xwe berfireh kirin.

Gelek ji van êrişan ji aliyê rêxistinên nêzîkî Îranê tên lidarxistin.

Hedefa hin ji van êrişan navendên leşkerî Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyeyê ne.

Herwiha, Îranê pêr bi moşekan êriş biribû ser xaniyê karsazeke kurd ê nêzîkî Hewlerê.

Êriş û giringiya Belûcistanê

Belûcistan welatekî bindest e ku di navbera Îran û Pakistanê de hatiye dagirkirin.

Herêma herî mezin a Belûcistanê bi 15 milyon nifûsa xwe û çavkaniyên xwe yên dewlemend ên binerdê di bin kontrola Pakistanê de ye.

Her du êrişên dawî yên Îran û Pakistanê li Belûcistanê pêk hatin.

Belûcistan welatekî bindest e ku di navbera Îran û Pakistanê de hatiye dagirkirin.

Herêma herî mezin a Belûcistanê bi 15 milyon nifûsa xwe û çavkaniyên xwe yên dewlemend ên binerdê di bin kontrola Pakistanê de ye.

Rêxistina Rizgariya Belûcistanê ji bo serxwebûna vê herêmê têkoşîneke çekdarî dimeşîne.

Pakistanê ji bo pêşî li serxwebûna herêmê bigire şerekî taybet dimeşîne.

Ji bilî vê, li Îranê jî hin rêxistinên belûc hene ku ji bo rizgariya herêmê têdikoşin.

Infowelat

————————-

Foto: Belûcistan û welatên herî zêde belûc lê dijîn

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …