Rojavayê Kurdistanê di bin bombebaranê de ye

 

Dewleta tirk di çend rojên dawî de êrişên hewayî dibe ser rojavayê Kurdistanê.

Ajansa North Pressê yên ji destpêka salê û vir de tê de, derbarê êrişan de daxuyaniyek weşand.

Di du hefteyên ewil kanûna paşîn de 122 êrişên hewayî pêk hatine û 89 ciyên li Rojava bûne hedefa êrişan.

Dewleta tirk di çend rojên dawî de êrişên hewayî dibe ser rojavayê Kurdistanê.

Di 3 rojên dawî de bi dehan hedefên li Rojava rastî bombebarana giran a hewayî hatin.

Ajansa North Pressê yên ji destpêka salê û vir de tê de, derbarê êrişan de daxuyaniyek weşand.

Li gorî vê, di du hefteyên ewil kanûna paşîn de 122 êrişên hewayî pêk hatine û 89 ciyên li Rojava bûne hedefa êrişan.

Armanca êrişên Tirkiyeyê hilweşandina binesaziya Rojava ye.

Lewma jî balafir û dronên tirk bombe li tesîsên elektrîkê, gazê û febrîqeyên li herêmê dibarînin.

7 tesîsên elektrîkê hin tesîsên avê ji ber bombebaranê êdî nema dikarin xizmetê bikin.

Bi taybetî, ji ber bomberanê zirareke mezin gihîşt navendên enerjiyê yên li Rimêlan û Siwêdiyeyê.

Rêveberiya Rojava ragihand, li herêmê li derdora 2 milyon kes bê enerjî û avê mane.

Ji bilî van, hin navendên hêzên ewlekariya navxweyî Asayîşê û wargehên sivîlan jî rastî êrişan hatin.

Şerokê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di civîna xwe ya roja sêşemê de ragihand, wê êrişên dawî berdewam bikin.

Erdogan got, balafirên şer ên dewleta tirk li Sûriye û Iraqê êrişê 114 hedefan kirine.

Tevî dewleta tirk bi salane daxwaz dike Rojava dagir bike jî, ji niha ve nayê zanîn ka wê piştî van rêzeêrişên hewayî wê operasyoneke dagirkirinê dest pê bike an na.

Infowelat

—————————

Foto: Encamên êrişeke hewayî ya balafirên şer ên tirk /ANHA

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …