Komara Mahamadê di 22ê Çileya 1946ande li meydana Çarçira ya bajarê Mehabad yê Rojhilatê Kurdistanê hat ragihandin.
Di vê komarê de bajarên Sine, Şino û Miyandoab hebûn û paytexta wê Mehabad bû.
Serokkomar Qazî Muhammed li Meydana Çarçirayê manîfestoya “Komara Mahabad ya Kurdistanê” ya ku ji 6 xalan pêk tê ragihand.
Komara Kurdistanê ya Mahabadê 78 sal berê wek îro di 22ê Çileya 1946an de bi daxuyaniyekê li meydana Çarçira ya bajarê Mehabad yê Rojhilatê Kurdistanê hat ragihandin.
Damezrênerê Komara Kurdistanê ya Mahabadê Qazî Mihemed û hevalên xwe di 22ê Çileya 1946an de avakirina Komara Kurdistanê ragihandin. Hikûmeta Komara Kurdistanê ya Mahabadê ji desteya rêveber a 13 wezîran pêk dihat. Qazî Mihemed jî wek serokkomar hat hilbijartin.
Di vê komarê de bajarên Sine, Şino û Miyandoab hebûn û paytexta wê Mehabad bû. Serokkomar Qazî Muhammed li Meydana Çarçirayê manîfestoya “Komara Mahabad ya Kurdistanê” ya ku ji 6 xalan pêk tê ragihand:
1- Di nava dewleta Îranê de dabînkirina avahiyek xweser ji bo Kurdên Îranê.
2- Di sazî û dezgehên îdarî û perwerdeyê de bikaranîna Kurdî.
3-Avakirina encûmenek xwecihî ji bo çavdêrîkirina kar û barên dewletî û pirsên civakî li Kurdistanê.
4- Hemû rayedarên dewletê ji kesayetên herêmî tên hilbijartin.
5- Yekîtî û hevgirtina bi gelê Azerbaycanê re.
6 – Avakirina sîstemek yekgirtî ya yasayî ku hem xelkê asayî û hem jî yên elîtan tê de bin.
Qazî Muhammed di axaftina xwe ya ji raya giştî re girîngiya rojê nirxand û bal kişand ser yekitiya Kurdan. Avakirina Komara Kurdistanê di nav Kurdên herêmê de kelecanek mezin çêkir. Têkiliyên Komara Kurdistan ya Mahabadê bi Hikûmeta Netewî ya Azerbaycanê re hebû, ku di Mijdara 1945an de bi piştgiriya Sovyetê hatibû damezrandin û di 3ê Gulana 1946an de di navbera partiyan de peymanek hat îmzekirin.
Li gora vê peymanê, li welatên Azerbaycanê, ku Kurd lê piranî bûn, wê nûnerên rêvebiriya Kurdan hebin û li welatê Kurdan, ku Azerî lê pir bûn, di nav Azeriyan de jî nûner hebin. Dîsa her du hikûmet wê komîteyek aborî ya Hevbeş ava bikin ku bi pirsgirêkên aborî re mijûl bibe, di dema pêwîst de alîkariyên leşkerî yên hevbeş bên pêşkêş kirin û hemû danûstandin bi hikûmeta Îranê re piştî erêkirina her du hikûmetan bên kirin.
Hikûmeta Azerbaycanê ji bo organîzekirina destpêşxeriyên di warê perwerdekirina Kurdên li ser xaka xwe, tedbîrên pêwîst girtibû ser xwe. Hikûmeta Kurd ji aliyê xwe ve soz da ku heman însiyatîfê ji bo Azeriyên ku di nav axa Kurdistana Îranê de dijîn jî pêk bîne.
Lê belê dema ku artêşa Sovyetê di 9ê Gulanê de ji axa Îranê vekişiya, artêşa Îranê êrîşî Azerbaycanê kir, hikûmet hilweşand, rêvebir kuştin û ber bi Mahabadê ve çûn. Li ser vê yekê Qazî Mihemed diyar kir ku di berdêla vekişîna leşkeran de ew ê teslîm bibin, ji ber ku dizane armanca artêşa Îranê û eşîrên ku bajar dagîr kirine, talankirina bajêr û ziyana xelkê ye.
Her çend tenê 11 meh dom kir jî, Komara Kurdistan ya Mahabadê di vê heyamê de di warê sazîbûnê de serkeftinek berçav bi dest xist. Avakirina bingehên artêşê yên nûjen ên girêdayî komarê, damezrandina rêxistinên îdarî û rêvebirî, avakirina dadgehan, berhevkirina bacê, avakirina xezîneyê, çareserkirina pirsgirêkên tenduristî û perwerdeyê çend ji van in.
Bi paşveşandina leşkeran û radestkirina Qazî, artêşa Îranê di 17ê Çileya 1947an de Mahabad dagîr kir. Qazî Mihemed piştî binçavkirina sê mehan, di 31ê Adara 1947an de tevî serokwezîr Hacî Baba Şêx û Wezîrê Parastinê Mihemed Husên Xan Seyfî li Meydana Çarçira ya ku komar lê ava bû, hat darvekirin.
Her çend tenê 11 meh dom kir jî, Komara Kurdistan ya Mahabadê di vê heyamê de di warê sazîbûnê de serkeftinek berçav bi dest xist. Avakirina bingehên artêşê yên nûjen ên girêdayî komarê, damezrandina rêxistinên îdarî û rêvebirî, avakirina dadgehan, berhevkirina bacê, avakirina xezîneyê, çareserkirina pirsgirêkên tenduristî û perwerdeyê çend ji van in.
Li Komara Kurdistan ya Mahabadê, Ala Kurdistanê li avahiya parlementoyê hat daliqandin, wek ala netewî hat hilbijartin û helbesta “Ey Reqîb” ku helbestvanê Kurd Dildar di sala 1938an de li Bexdayê di zindanê de nivîsandibû, wek sirûda netewî hat ragihandin. Rojname û kovar ligel radyoyê di xurtkirin û belavkirina ziman û çanda Kurdî de rolek girîng lîztin. Klasîkên cîhanê bi Kurdî weşandin. Zimanê Kurdî bû zimanê perwerdeyê. Kursên êvarê ji bo mezinan hatin sazkirin. Tevlêbûna jinan a di jiyana civakî de hat zêdekirin û di saziyên civakî de cîh girtin. Yek ji dibistanên destpêkê ji bo xwendekarên jin bû.
Foto: Dîmeneke 1946 a dibistaneke li Mahabadê /X.com
————————-