Di sala 2022’an de nêzîkî 48,000 kes li Holandayê serî li îltîcayê dane. Ev hejmar li gorî saleke berê bi qasî 11 hezar zêdetir bû ye. Tirkiye bi nêzîkî 4 hezar serîlêdanan di vê lîsteyê de bû welatê duyemîn. Pêla penaberiyê ber bi Yekitiya Ewrûpayê ve sal bi sal zêde …
Bêtir »Bask ji bo girtiyên ETA’yê meşiya
Bi meşeke girseyî ya li Bilbaoyê polîtîkaya girtîgehan a Îspanyayê hate protestokirin. Çalakger ji Îspanyayê daxwaz kirin, girtiyên ji Baskê neşîne girtîgehên dûrî Welatê Baskê. Niha bi tevahî 191 girtiyên siyasî yên ETA’yê di girtîgehên Îspanyayê de ne. Li Welatê Baskê meşeke mezin a ji bo girtiyên siyasî hate lidarxistin. …
Bêtir »Katalonya rastî cudaxwaziya aboriyê tê
Par 7.4 ji % ê fonên çandiniyê yên Yekitiya Ewrûpayê gihîştiye ber destên herêmên katalanîaxêv. Lewma jî katalan di wê baweriyê de ne, hukumeta Madridê polîtîkayeke taybet li hemberê wan dimeşîne. Îspanya di warê belavkirina fonên Ewrûpayê de neheqiyê li Katalonya, Valenciya û Giravên Balearê dike. Ev her sê herêmên …
Bêtir »Sakîne û Marianne bi hev re hatin kuştin
Sal 2013… Roja 9’ê çileyê…Li navenda Ewrûpa Parîsê 3 jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez bi êrişeke bêbext hatin qetilkirin. Piştre derket holê ku ev reşkujî ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye plankirin û pêkanîn. Fransaya xwedî şoreşa navdar, xwedî sê prensîbên “azadî, wekhevî û biratî” çawa dibe …
Bêtir »Çawa Brazîl bû “Berezîlya”?
Di Stêrk TV’ê de sal bi sal mesafeya di navbera bendewarî û weşana heyî de firehtir dibe. Di nava demê de, di dewsa profesyoneliyê de amatorî serdest dibe û bi vê re jî qelîteya weşanê xera dibe. Stêrk TV wekî berdewamiya televîzyona kurd Med TV’yê bi salane li Ewrûpayê weşanê …
Bêtir »Dewleta Pakistanê û polîtîkayên ziman
Kovara Forum of Federations di konteksta federalîzma Pakistanê de têkiliya di navbera ziman, netewe û dewletê de disekine. Li Pakistanê hem di asta federal de hem jî di asta eyaletan de polîtîkayên ziman sebeba nakokiyan e. Dewlet dixwaze li hemû aliyê Pakistanê zimanê ûrdû ferz bike û ev jî li …
Bêtir »Li Fransayê têkoşîna ji bo zimanê katalanî
Komeleya dibistanên katalanî La Bressola biryarê da li Perpignanê ji bo 300 xwendekaran lîseyekê veke. Lê şaredariya Perpignanê ev du sal in rê li ber vê projeya perwerdeya ziman digire. Bakurê Katalonyayê ji bo parastina zimanê katalanî di ber xwe dide. Şaredariya bajarê Perpignanê ev du sal in vekirina lîseyeke …
Bêtir »Li Ewrûpayê 800 hezar kes serî li penaberiyê dan
Îsal 790,000 penaber ji bo îlticayê serî welatên Yekitiya Ewrûpayê dan. Serîlêdanên ji bo mafên penaberiyê herî zêde ji aliyê welatiyên Sûriye, Afganistan û Tirkiyeyê hatine kirin. Pêla penaberiyê a ber bi Ewrûpayê ve êdî xewnereşka hin welatên li vê parzemînê ne. Medyaya alman ragihand, di sala 2022’an de li …
Bêtir »Azerbaycan dorpêça li Qerebaxê dijidîne
Azerbaycan ji 12’yê kanûnê û vir ve bloqaja xwe ya li korîdora Laçînê didomîne. Rêvebiriya Qerebaxê û Êrîvanê diyar dikin, li derdora 120,000 şêniyên li herêmê ji ber bloqaja Azerbaycanê maxdûr bûne. Azerbaycan dorpêça xwe ya Qerebaxa Çiyayî (Komara Artşaxê) girantir dike. Hukumeta Bakuyê ji 12’yê kanûnê û vir ve …
Bêtir »Paris û provokasyon
Helwesta hişk a polêsên Fransayê, hin daxuyaniyên provokatîf ên saziyên kurd û bi taybetî helwesta sorkirinê ya medyaya kurd a bi tirkî weşanê dike, dibe sebeb protestoyên li Parisê ji kontrolê derkevin. Krîmînalîzekirina protestoyên sivîl û meşrû wê zirarê bide têkoşîna diasporaya kurd a li welatên Ewrûpayê. Li paytexta Fransa …
Bêtir »Galîkî li Îrlandaya Bakur bû zimanê fermî
Zimanê îrlandî (galîkî) li Îrlandaya Bakur bû zimanê fermî. Li bakur wê ji bo zimanê galîkî komîseriya ziman bê damezrandin. Komîseriyê wê standardên ji bo bikaranîna ziman a rêvebiriyê diyar bike û meşandina standardan bişopîne. Brîtanya zimanê galîkî (îrlandî) ligel îngilîzî wekî zimanê fermî yê Îrlandaya Bakur qebûl kir. Fermîbûna …
Bêtir »Belçîka meha borî mafê penaberiyê da 1,880 kesî
Di Mijdarê de 3,391 kes ji bo mafê penaberiyê serî li Belçîkayê dan. Afganistan dîsa di warê hejmara serîlêdanan de welatê herî li pêş e. Tirkiye vê mehê bû di lîsteya serîlêdanan de bû welatê 5. Belçîka agahiyên ji bo meha mijdarê ên li ser serîlêdanên penaberiyê weşandin. Ofîsa Komîseriya …
Bêtir »Swêd mafên penaberan ji holê radike
Ombudsmanê Parlementoyê Per Lenneerbrant got, Saziya Koçê ya Swêdê di meseleya nirxandina daxwaza penaberiyê de zêde “giran û pasîf e.” Parazvanên mafên penaberiyê radigihînin, Migrationverket di navbera 12 mehan û 4 salan de bersiva daxwaza ji bo îlticayê dide. Ev jî dibe sebeb, gelek îltîcaxwaz demeke dirêj li bende bersivê …
Bêtir »Li Almanyayê operasyona li dijî Reichsburgerê
Almanyayê di operasyona li dijî koma Reichsbürgerê de 50 kesî binçav kir. Serdozgeriya Almanyayê ragihand, endamên koma Reichsbürgerê derbeyeke li dijî hukumetê plan kirine. Almanya li dijî komeke rasta radîkal operasyona herî mezin a salên dawî li dar xist. Hedefa operasyona Almanyayê çeteya rastgir a li dijî sîstemê Reichsbürger (welatiyên …
Bêtir »Vlaams Belang li Flanderê dibe partiya yekemîn
Vlaams Belang wê di hilbijartina 2024’an a Flanderê de 25.5 ji % dengan werbigire. Ev encam wê derî li îktîdareke muhtemel a Vlaams Belangê veke Vlaams Belang bi eşkereyî dixwaze Belçîka parçe bibe û Vlaander serxwebûn xwe bi dest bixe. Li herêma Flander a Belçîkayê Vlaams Belang bingeha xwe ya …
Bêtir »Holanda ji bo koledariyê lêborînê dixwaze
Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte ji bo dîroka koledariyê ya 250 salan wê di 19’ê qanûnê de lêborînê bixwaze. Berî niha, şaredarên Amsterdam, Rotterdam, Utrect û Laheyê û herwiha rêvebiriya Bankeya Holandayê di meseleya koledariyê de lêborînê xwestibûn. Holanda ji ber dîroka wê ya koledar xwe ji bo lêborînekê amade dike. …
Bêtir »Li Kanadayê bernameya parastina ziman
Ji bo parastina zimanê inuktitut, li Kanadayê bernameyeke taybet a bi navê Nuna tê meşandin. Nuna di zimanê inuktitut de tê wateya “erd” û xwendekar di nava jingeha xwe ya etnîk de perwerde dibin. Li Kanadayê zimanê inuktitut hewl dide bi riya perwerdeyê zindî bimîne. Ji bo ev pêk were, …
Bêtir »Li Ewrûpayê Self-Determînasyon
Li Ewrûpayê ji 200 milyonî zêdetir mirov li herêmên ku desentralîzasyon an serxwebûnê daxwaz dikin, dijîn. Polîtîkaya serwer a li dewletên Ewrûpayê, herdem li dijî daxwazên meşrû yên ji bo herêmparêz û serxwebûnxwazan argumanên dijber hildiberîne. Weqfa Coppitiers xebata xwe ya bi navê Movements for Self-Determination in Europe (Tevgera Self-Determînasyonê …
Bêtir »Katalonya xebata dîplomasiyê xurtir dike
Konseya Komara Katalan delegasyonên dîplomasiyê dişîne Andorra, Meksîka, Afrîkaya Başûr û Şîliyê. Konseya ku di 2018’an de li Katalonyayê hate damezrandin, dixwaze bi riya dîplomasiyê destekê bide doza serxwebûnê. Katalonya tora xwe ya dîplomasiya li cîhanê berfirehtir dike. Konseya Komarê ji bo dîplomasiyê çar delegasyonên din wezîfedar kir. Ev delegasyon …
Bêtir »Li Kanadayê nîqaşa li ser mafên federalîzmê
Hukumeta Albertayê ji bo parastina otorîteya xwe ya li nava erdên xwe, Qanûna Serweriya Albertayê amade kir. Albertayê bi vê pêşniyazqanûnê dixwaze midaxaleya hukumeta federal a ji bo karûbarên Albertayê asteng bike. Li Kanadayê eyaleta Albertayê doza parastina mafên xwe yê xwerêvebirinê dike. Hukumeta Albertayê ji bo parastina otorîteya xwe …
Bêtir »Belçîka nema dikare hemû penaberan bihewîne
Meh bi meh hejmara penaberên tên Belçîkayê zêde dibe û ev jî dibe sebeb, li kampan cî nemîne. Li gorî daneyên fermî, di cotmehê de ji 1500 zêdetir kes ji ber tunebûna cî, neçar man li derve bimînin. Belçîka êdî nema dikare hemû kesên serî li mafên penaberiyê didin bihewîne. …
Bêtir »