Sakîne û Marianne bi hev re hatin kuştin

Sal 2013… Roja 9’ê çileyê…Li navenda Ewrûpa Parîsê 3 jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez bi êrişeke bêbext hatin qetilkirin.

Piştre derket holê ku ev reşkujî ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye plankirin û pêkanîn.

Fransaya xwedî şoreşa navdar, xwedî sê prensîbên “azadî, wekhevî û biratî” çawa dibe destûrê dide vê komkujiyê û çima hê jî ev reşkujî ronî nekiriye?

Sal 2013… Roja 9’ê çileyê…Li navenda Ewrûpa Parîsê 3 jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez bi êrîşeke bêbext hatin qetilkirin.

Pişt re derket holê ku ev reşkujî ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye plankirin û pêkanîn.

Fransaya xwedî şoreşa navdar, xwedî sê prensîbên “azadî, wekhevî û biratî” çawa dibe destûrê dide vê komkujiyê û çima hê jî ev reşkujî ronî nekiriye?

Paytexta Fransayê Parîs, ji şoreşa Fransayê û vir ve herdem wekî dergûşa azadiyên civakî û siyasî hatiye naskirin.

Ev bajar, bûye stargeha şoreşger û mixalifan ku rastî zilma qral, sultan û rejîmên otorîter hatine.

Lêbelê bi bûyereke di 9’ê Çileya 2013’an pêk hat de, rûpeleke reş di dîroka mazûvaniya vî bajarî de vebû.

3 jinên kurd, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di riya Kurdistana azad de têkoşînê dikirin, bi komployeke tarî hatin kuştin.

Sakine Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan di 2013’an de li Parisê bi komployekê hatin kuştin.

Kuştina jinên kurd di nava dilê vî welatî de, di heman demê de kuştina şoreşa fransî Marianne û prensîba azadiyê ya vê şoreşê ye.

Ev komkujiya siyasî, li Navenda Enformasyona Kurdistanê pêk hatibû û lewma jî ji bo ronîkirina wê, hemû awir zivirîbûn ser rêvebiriya Fransî.

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Manuel Valls bi awayekî lezgîn çû ciyê bûyerê û soza ronîkirina komkujiyê da.

Serokê wê demê  François Hollande bûyerê bi gotinên giran şermezar kir û da zanîn ew ê kesên li paş komkujiyê derxin holê.

Hêzên ewlekariyê yên fransî çend roj şûn de tetikkêşê komkujiyê Omer Guney girtin.

Di encama lêpirsînê de derket holê, Guney demeke dirêje saziyên kurd dişopîne.

Lewma dozgerên Fransî bi eşkereyî diyar kirin, ew şik û gumanan dibin ser îstixbarata Tirk MÎTê.

Çapemeniya fransî di derbarê rola MÎTê de gelek nûçe weşandin û dan zanîn dadgeh lêpirsîna xwe li ser vê mijarê kûr dike.

Sakine Cansiz

Di vê navberê de, belgeyeke MÎTê ku tê de fermana şopandina damezrînera PKK’ê Sakine Cansiz cî girtibû, hatin weşandin.

Ev belgeya dawî, di derbarê rola dewleta tirk a di vê bûyerê de hemû şik û gumanan ji holê radikir.

Lê digel vê heqîqeta eşkere jî, dadgeha Fransî xwe bi detayan mijûl kir û esasê meseleyê paşguh kir.

Û mirin an jî bi gotineke din, kuştina Guney a di 2016’an de, dadgeh bi bayê bezê dozê betal kir.

Ev jî bû sebeba hêrsa gelê kurd û li Fransa û welatên Ewrûpayê din çalakiyên girseyî dest pê kirin.

Di çalakiyan dem hewldana rêvebiriya Parîsê ya ji bo sergirtina bûyerê hat protestokirin û daxwaza ronîkirina pişperdeya komkujiyê hat kirin.

Li ser çalakiyên bi israr û daxwazên fermî yên malbatan, rêvebiriya Fransî di 2019’an lêpirsîneke din da destpêkirin.

Sembola komara Fransayê Marianne e ku fîgureke jin a şoreşger e.

Marianne, parazvana her sê prensîbên şoreşê ne ku wekî Azadî, Wekhevî û Biratî tên pênasekirin.

Lewma, kuştina jinên kurd di nava dilê vî welatî de, di heman demê de kuştina Marianne û prensîba azadiyê ya Şoreşa Fransî ye.

Û vê carê hat diyarkirin, wê doz di çarçoveya rola dewleta tirk a di vê komkujiya siyasî de bê meşandin.

Rojnameger Laure Marchand ku li ser vê komkujiyê pirtûkek nivîsî bû, dide zanîn, bi îhtimaleke mezin êrişa li dijî jinên kurd bi armanca astengkirina hevdîtinên aştiyê hat lidarxistin.

Serokwezîrê Fransayê François Holland ji bo ronîkirina komkujiyê soz da. Lêbelê Holland soza xwe pêk neanî.

Marchand diyar dike, mirina têtikkêş berpirsiya Fransayê ji holê ranake û ronîkirina vê reşkujiyê, ji bo Fransa meseleyek siyasî û ehlaqî ye.

Lewma jî divê dadgeha Fransî bersiva van pirsan bide:

* Digel ku bûyer komkujiyek siyasî bû, çima lêpirsînek edlî hat vekirin?

* Çima belge û delîlên di derbarê rola MÎT’a  Tirk a di vê bûyerê de nebû mijara esasî ya dozê?

* Tetikkêş Omer Guney fermana kuştina jinên kurd ji kîjan meqam an rêvebirê Tirk girt?

* Kîjan derdorên di nava dewleta fransî de nahêlin ev reşkujî bê ronîkirin?

Heta bersivên van pirsan neyên dayîn, Fransaya ku xwe wekû dergûşa azadiyan nîşan dide, wê herdem di bin tohmetê de bimîne.

Hêjayî gotinê ye, sembola komara Fransayê Marianne e ku fîgureke jin a şoreşger e.

Marianne, parazvana her sê prensîbên şoreşê ne ku wekî Azadî, Wekhevî û Biratî tên pênasekirin.

Lewma, kuştina jinên kurd di nava dilê vî welatî de, di heman demê de kuştina Marianne û prensîba azadiyê ya Şoreşa Fransî ye.

—————–

Ev nivîs cara ewil di çileya 2021’an de di Infowelat de hatiye weşandin. 

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …