Bask ji bo girtiyên ETA’yê meşiya

Bi meşeke girseyî ya li Bilbaoyê polîtîkaya girtîgehan a Îspanyayê hate protestokirin.

Çalakger ji Îspanyayê daxwaz kirin, girtiyên ji Baskê neşîne girtîgehên dûrî Welatê Baskê.

Niha bi tevahî 191 girtiyên siyasî yên ETA’yê di girtîgehên Îspanyayê de ne.

Li Welatê Baskê meşeke mezin a ji bo girtiyên siyasî hate lidarxistin.

Bi hezaran kes ji bo meşa girseyî li bajarê herî mezin a Baskê Bilbaoyê kom bûn.

Çalakî ji aliyê komeleya parastina girtiyan Sare û kolektîfa Bakegileak (Hunermendên ji bo Aştiyê) hate lidarxistin.

Di meşê de bang li Îspanyayê hate kirin dawî li polîtîkaya xwe ya girtîgehan bîne.

Çalakger ji Îspanyayê daxwaz kirin, girtiyên ji Baskê neşîne girtîgehên dûrî Welatê Baskê.

Organîzatorên çalakiyê ragihandin, ew di meseleya girtiyan de îdeolojîk tevnagerin û mafên mirovan ên unîversal diparêzin.

Li aliyekî din, Komeleya Sara di çalakiyê de ragihand, ew ê di nêzîk de ji bo azadiya girtiyên ETA’yê dest bi kampanyayekê bike.

Girtiyên ETA’yê

ETA (Welatê Bask û Azadî) ku di 1959’an de hatibû damezrandin, ji bo serxwebûna Baskê şerekî çekdarî meşandibû.

Paşê rêxistinê di 1999’an de agirbestekê ragihandibû û di 2014’an de jî dawî li hebûna xwe anîbû.

Di aloziya di navbera Îspanya û ETA’yê de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dabûn.

Herwiha, piraniya wan sempatîzan 30,000 alîgir û mîlîtanên ETA’yê hatibû girtin.

Îspanya îdîa kiribû 8172 ji girtîyan endamên rêxistinê ne.

Di 2017’an de li girtîgehên Îspanya û Fransayê hejmara girtiyên ETA’yê.

4,770 kes ji aliyê dadgehên îspanyol hatibûn cezakirin.

Di nava demê de piraniya girtiyan cezayên xwe temam kiribûn û hatibûn berdan.

Niha bi tevahî 191 girtiyên siyasî yên ji Baskê di girtîgehên Îspanyayê de ne.

Îspanya piştî aştiya ewilî ya ETA’yê qismekî girtiyan şandibûn girtîgehên li Welatê Baskê.

Lê digel vê jî hîn jî beşeke mezin a girtiyên ETA’yê di girtîgehên dûrî Welatê Baskê de ne.

 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …