Katalonya rastî cudaxwaziya aboriyê tê

Par 7.4 ji % ê fonên çandiniyê yên Yekitiya Ewrûpayê gihîştiye ber destên herêmên katalanîaxêv.

Lewma jî katalan di wê baweriyê de ne, hukumeta Madridê polîtîkayeke taybet li hemberê wan dimeşîne.

Îspanya di warê belavkirina fonên Ewrûpayê de neheqiyê li Katalonya, Valenciya û Giravên Balearê dike.

Ev her sê herêmên otonom ên li Îspanyayê, ji aliyê katalanan wekî “welatên katalan” tên binavkirin.

Lewma jî katalan di wê baweriyê de ne, hukumeta Madridê polîtîkayeke taybet li hemberê wan dimeşîne.

Daneyên dawî yên hukumeta Îspanyayê nîşan dide, 7.4 ji % ê fonên çandiniyê (CAP) yên Yekitiya Ewrûpayê gihîştiye ber destên herêmên katalanîaxêv.

Fonên çandiniyê yên ji bo Îspanyayê hatine terxankirin herî zêde gihîştî ye herêma Andaluciayê.

Andaluciaya li başûrê welêt 30 ji % van fonan bi dest xistî ye.

Harîteya belavkirina fonên çandiniyê. Herî zêde herêmên sorê tarî fona çandiniyê wergirtine.

Bi gotineke din, ji fonên ji 4 milyar euroyan pêk tê, 1,225 milyon euro gihîştî ye vê herêmê.

Herêma Castilla-Leon 19.6 ji %  û Castilla-La Mancha jî 12 ji % fonên çandiniyê bi dest xistine.

Taybetiyeke van herêma ev e, her du jî bi îspanyolî diaxivin.

Para herêmên katalan

Katalonya di warê wergirtina fona çandiniyê de welatê 6. e ku bi tenê 209 milyon euro bi dest xistî ye.

Para Katalonyayê ya ji bo vê fonê bi qasî 5 ji % ye.

Katalonya di warê wergirtina fona çandiniyê de welatê 6. e ku bi tenê 209 milyon euro bi dest xistî ye.

Para Katalonyayê ya ji bo vê fonê bi qasî 5 ji % ye.

Katalan ev her sê herêman wekî Els Paisos Catalan (Welatên Katalan) bi nav dikin.

Valenciya bi tenê 1,7’ê fonan ango 68 milyon euro wergirtî ye.

Herêmeke din a katalanîaxêv Giravên Balearê di warê wergirtina fona çandiniyê de bûye herêma herî dawî.

Balear 23 milyon euro ango bi gotineke din 0.57ê alîkariya çandiniyê wergirtî ye.

Di sala 2022’an de bi tevahî 301 milyon euro gihîştî ye ber destên herêmên katalan.

Ev jî tê wateyê her sê herêmê bi hev re 7,4 ji % fonên çandiniyê wergirtine.

Foto: socialistsanddemocrats.eu 

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …