Azerbaycan ji 12’yê kanûnê û vir ve bloqaja xwe ya li korîdora Laçînê didomîne.
Rêvebiriya Qerebaxê û Êrîvanê diyar dikin, li derdora 120,000 şêniyên li herêmê ji ber bloqaja Azerbaycanê maxdûr bûne.
Azerbaycan dorpêça xwe ya Qerebaxa Çiyayî (Komara Artşaxê) girantir dike.
Hukumeta Bakuyê ji 12’yê kanûnê û vir ve trafîka li korîdora Laçînê astend dike.
Ev korîdor, tekane riya di navbera Qerebaxa Çiyayî û Ermenistanê de ye.
Lewma jî hemû pêdiviyên wekî xwarin, derman û sotemenî bi riya vê korîdorê digihîje herêmê.
Hebûna korîdorê bi peymana agirbestê ya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê hatibû qebûlkirin.
Ev riya bejahiyê ya kurt, ji aliyê hêzên aştiyê yên Rûsyayê dihate parastin.
Ermenistan îdîa dike Azerbaycan bi gava xwe ya dawî dixwaze welatî terka Qerebaxa Çiyayî bikin.
Rêvebiriya Qerebaxê û Êrîvanê diyar dikin, li derdora 120,000 şêniyên li herêmê ji ber bloqaja Azerbaycanê maxdûr bûne.
Lê Azerbaycan van daneyan red dike û îdîa dike, nifûsa herêmê niha li derdora 25,000’î ye.
Azerbaycan hebûna vê herêmê qebûl nake û ew wekî parçeyeke erdên xwe nîşan dide.
Çalakiyên sivîl
Polîtîkaya dawî ya Azerbaycanê li Ermenistan û Qerebaxa Çiyayî bû sebeba protestoyên mezin.
Li Êrîvanê û paytexta Qerebaxa Çiyayî Stepanakertê bi hezaran kes tevlî çalakiyan bûn.
Di çalakiyan de êrişkariya Azerbaycanê hate protestokirin.
Yek ji hedefa protestoyan serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan bû.
Çalakgerên ermenî daxwaza îstîfaya lîderên Ermenistanê kirin.
Azerbaycan û Ermenistan ji ber aloziya Qerebaxa Çiyayî di 1991’an de hatin pêşberî hev.
Di şer de Azerbaycan têk çû û parçeyeke Qerebaxê tevlî erdên derdorê ketin destên Ermenistanê.
Şer bû sebeba mirina 30,000 kesî û gelek gund û bajarên li Qerebaxê hilweşiyan.
Aloziya Qerebaxa Çiyayî

Azerbaycanê di 2020’an de bi desteka Tirkiyeyê xwest tola xwe ya 30 sal berê hilîne.
Vê carê di şer de Azerbaycan bi ser ket û nîvê Qerebaxa Çiyayî tevlî erdên li derdorê ket destên Azerbaycanê.
Di şerê 44 rojan de, piraniya wan ji Ermenistanê 6,500 kes jiyana xwe ji dest dan.
Rûsya di kêliya dawiyê de kete dewrê û bi navbeynkariya wê peymana aştiyê hate îmzekirin.
Bi bê peymanê, Ermenistan serdestiya Azerbaycanê ya erdên hatibû dagirkirin qebûl kir.