Di Stêrk TV’ê de sal bi sal mesafeya di navbera bendewarî û weşana heyî de firehtir dibe. Di nava demê de, di dewsa profesyoneliyê de amatorî serdest dibe û bi vê re jî qelîteya weşanê xera dibe.
Stêrk TV wekî berdewamiya televîzyona kurd Med TV’yê bi salane li Ewrûpayê weşanê dike. Nûçe û bernameyên TV’yê bi kurmancî, soranî, zazakî û goranî tê weşandin. Ji ber weşana bi hemû zaravayên kurdî, televîzyon dixwaze xwe wekî kanaleke neteweyî xwe bide naskirin. Lewma jî îdîaya temsîliyeta neteweyekê û herwiha mîrasgiriya weşangeriya ji 1995’an û vir tê kirin, bendewariya ji kanalê bilindtir dike. Mirov li bendê ye kanal li gorî rola daniye pêşiya xwe weşangeriyeke bi qelîte bike.
Lêbelê rewşa heyî ya kanalê bersiva hêviyên ji wê tê kirin nade. Sal bi sal mesafeya di navbera bendewarî û weşana heyî de firehtir dibe. Di nava demê de, di dewsa profesyoneliyê de amatorî serdest dibe û bi vê re jî qelîteya weşanê xera dibe. Yek ji bernameyên di demên dawî de bi rewşa xwe ya beloq derdikeve pêş Bultena Cîhanê ye. Ev bultena nûçeyan ku heftane 5 caran bi qasî 25-30 deqe tê weşandin di du mehên dawî de veguherîye yek ji bultena herî xerab a televîzyonê. Rewşa dawî ya vê bultenê bi hin mînakan dikare li ber çavan bê raxistin.
Di bultena beriya niha de, ji çaraliyê cîhanê nûçe û analîz-nûçeyên cihêreng ên derbarê meseleyên girîng ên cîhanê de dihatin dayîn. Alozî, militarîzm, tevgerên rizgariya neteweyî û lîberter, ekolojî, jin û gelek mijarên din tevlî enformasyoneke pêwîst, zimanekî rexnegirî û bi perspektîfa standardîzekirina kurmancî dihatin dayîn. Ev jî tevlî performansa serfiraz a pêşkêşvan Berî Amedê dibû sebeb Bultena Cîhanê bibe bultena herî balkêş a Stêrk TV’yê.
Mixabin ji mijdarê û vir ve ev bultena hêja ji serî heta binî hate reorganîzekirin û tevlî pêşkêşvanekî amator bû yek ji bulteneke jirêzê û bêqelîte. Dev ji rojeva cîhanê hate berdan û bûyerên cîhanî yên bi Tirkiyeyê re eleqeder bû fokûsa bultenê. Bo nimûne, di du mehên dawî de herî zêde meseleya endamtiya NATO’yê ya Swêd û Fînlandê û bi vê re jî eleqeder bazara wan a bi Tirkiyeyê derket pêş. Hema hema her hefte heta carinan her roj Ii ser vê meseleyê nûçe hatin çêkirin. Ji bilî vê, carinan tweetek, gelek caran jî nûçeyên di çapemeniyê de hatibûn weşandin bû fokûsa nûçeyên bultenê.
Zimanê înformatîk û standard ê bultena berê bi dawî bû û di dewsa wê de zimanê teşhîrê ku herî zêde di daxuyaniyên çapemeniyan de tên bikaranîn hate tercîhkirin. “Dewleta tirk a dagirker”, “dewleta tirk a qirker”, carinan “dewleta tirk a dagirker û qirker” bû zimanê normal a nûçeyan û herwiha sernivîsan (title).
Ziman û sernivîs
Zimanê înformatîk û standard ê bultena berê bi dawî bû û di dewsa wê de zimanê teşhîrê ku herî zêde di daxuyaniyên çapemeniyan de tên bikaranîn hate tercîhkirin. “Dewleta tirk a dagirker”, “dewleta tirk a qirker”, carinan “dewleta tirk a dagirker û qirker” bû zimanê normal a nûçeyan û herwiha sernivîsan (title). Ji bilî vê, sernivîsên dûbare û standart ji bo gelek nûçeyên li ser şerê Ukraynayê hatin bikaranîn. Bo nimûne, “Şerê Hegemonan ê li Ukraynayê” çend roj û hefte li ser hev bû sernivîsa standard a van nûçeyan. Gelek caran di dewsa sernivîsên hêsan û kurt ên bultena berê de sernivîsên dirêj ên nepêwîst û ji aliyê dîtbarî ve ne estetîk hatin bikaranîn: Wekî mînak:
“Îranê îdîa kir ku ew fuzeyên hîpersonîk ên balîstîk hildiberîne”
“Ew fuze dikarin di parastina hewayî ya Îranê de bibin xwedî rolekê.”
“Ji tawizan têr nabe û her ku diçe doza şantajê ya li dijî Swêd zêde dikin.”
“Wê zêdetirî 50 welat bikevin resesyonê û saleke zehmet li benda bi sedan milyonane”
Bultena Cîhanê ya nû bi kêmasiyên xwe yên berbiçav ên redaksiyonê de jî balê kişand ser xwe. Gelek caran nûçe hema hema bê redakte hatin weşandin. Kêmasî an tunebûna redaksiyonê ji bilî nûçeyan bandorê li sernivîsan jî kir. Gelek ji sernivîsan de şaşiyên îmlayê hatin kirin, peyv şaş hatin nivîsandin.
Çend mînakên dawî ev in: Enqer (Enqere), qanon (qanûn), komkojî (komkujî), kurtir (kûrtir), Patriya Çep a Swêdê (Partiya Çep a Swêdê)
Navên welatan
Ji bilî lîsteya nûçeyan ziman û sernivîsan, şaşiyên herî beloq di dayina navên welatan de hatin kirin. Gelek navên di dema bultena berê de herdem bi heman formî cî digirtin, di bultena nû de guherîn. Mirov dikare van mînakên balkêş derbarê navên welatan de bide:
Bultena berê Bultena nû
Brazîl Brezîlya
Fînland Fînlenda
Hûngarya Macaristan
Kroatya Xirwatya
Dîsa mînakên welatan ên di bultena berê û ya niha de cî girtin wiha ne: Amerîka/Emerîka, Almanya/Elmanya, Afganistan/Efxanistan. Li aliyekî din, di bultena nû de navên welatan bi awayekî standard nehatin bikaranîn û gelek caran bi formên cuda di nûçeyan de cî girtin. Hin nimûneyên vê ev in: Elmanya/Almanya, Efxanistan/Afxanistan, Xirwatya/Xirwatistan, Urdun/Ûrdin, Qeter/Qatar, Tûnus/Tûnis/Tunus hwd.
Di meseleya navên welatan de şaşiya herî mezin di navê Brazîlê de hate kirin. Bo nimûne, di nûçeyeke de navê vî welatî bi sê cureyan hate xwendin. Di sernivîsê de “Brezîlya” cî girt, di dûblajê de “Brazîl” hate xwendin û pêşkêşvan di pêşekê de got “Berezîlya”!
Tirkî di bultena nû de bandora xwe li ser hilbijartina çavkaniyan jî nîşan da. Bikaranîna rûpelên malperên tirkî yên rojname û ajansên ewrûpayê êdî di bultena nû de herdem cî girtin. Hema hema her hefte rûpelên tirkî yên BBC, Euronews, DW û hwd. di dîmenên nûçeyan de tên bikaranîn.
Bandora tirkî
Di bultena nû de tirkî ji destpêkê ve bandora xwe zêde kir. Guherîna hin navên welatan li gorî bikaranîna wan a li Tirkiyeyê pêk hat. Bo nimûne, “Brezîlya, Fînlenda, Macaristan, Endonezya, Tunûs/Tunus” û carinan jî “Xirwatistan û Qatar.” Mînakeke din jî derbarê bikaranîna navên hin bajaran de ye. Di bultena nû de „Moskow“ veguherî „Moskova“yê. Mînakeke din a navên tirkî di nûçeyeke li ser Brîtanyayê de cî girt. Li vir bo herêma Gal a li vî welatî „eyaleta Galler“ hate bikaranîn.
Tirkî di bultena nû de bandora xwe li ser hilbijartina çavkaniyan jî nîşan da. Bikaranîna rûpelên malperên tirkî yên rojname û ajansên ewrûpayê êdî di bultena nû de herdem cî girtin. Hema hema her hefte rûpelên tirkî yên BBC, Euronews, DW û hwd. di dîmenên nûçeyan de tên bikaranîn. Bi vî awayî, bikaranîna çavkaniyên tirkî di nûçeyên kurdî de bû karekî normal.
Ji bilî van, tirkî bandorê li bikaranîna ziman jî kir û bo hin peyvan wergera ji tirkî hat esas girtin. Hin mînakên beloq ên tirkî ev in: „Huzna Camîaya Futbolê,“çavbirçîtî“, „aktîvîst jin, „qarneya welat“, „axaftina vekirinê“, `hêdîbûna aboriyê“, „hezkirina gel qezenc kir“ hwd.
Tevlîbûna zindî
Di bultena berê de tevlîbûnên zindî yên bi riya skypê û wergera simultane ya mêvanên biyanî dihatin kirin. Bultena nû dawî li beşdariya mêvanên biyanî anî û lewma jî êdî pêdivî bi wergera sîmultane nema. Di dewsa vê de, kurdên rojnamevan an siyasetmedar ên li hin welatên Ewrûpa û Rojhilata Navîn kar dikin, herdem tevlî bernameyê bûn. Bêguman ev jî nasnameya enternasyonalîst a bultenê ji holê rakir û ew kir wekî bultenên din ên televîzyonê ku bi gotin û nûçeyên klîşe û sloganîk herdem xwe dûbare dikin. Dîsa performansa pir lawaz a pêşkêşvan a di dema tevlîbûnên zindî de bandoreke xerab li qelîteya weşanê kir.