Paris û provokasyon

Helwesta hişk a polêsên Fransayê, hin daxuyaniyên provokatîf ên saziyên kurd û bi taybetî helwesta sorkirinê ya medyaya kurd a bi tirkî weşanê dike, dibe sebeb protestoyên li Parisê ji kontrolê derkevin.

Krîmînalîzekirina protestoyên sivîl û meşrû wê zirarê bide têkoşîna diasporaya kurd a li welatên Ewrûpayê.

Li paytexta Fransa Parîsê duh li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîşeke çekdarî pêk hat.

Êrişkarê welatiyê Fransayê di cema civînê de ket nava saziya kurd û gule reşand ser endaman.

Di êrişê de aktîvîsta jin Emine Kara (Evin Goyi), hunermend Mîr Perwer ve Abdurrahman Kızıl hatin kuştin.

Êrişkar paşê ket nava kuaforeke kurd de û xwest li vir jî komkujiyekê pêk bîne.

Lêbelê kesên di dikanê de derfetê nedan nîjadperestê fransewî û ew girtin.

Bi dûv êrişê re, bi hezaran kurdên li Fransayê berê xwe dan ciyê bûyerê û dest bi çalakiyê kirin.

Polêsan tolerans nîşanî çalakiyê nedan û bi midaxaleyê re çalakî veguherî serhildanekê.

Hin komên çalakgeran, êrişî polêsan kirin û bûyer belavî kolanên li derdorê bû.

Bi vî awayî, çalakiya rewa ji kontrolê derket û dîmenên şîdetê di hemû medyaya cîhanê de derket pêş.

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur: “Fransa hevparê vê komkujiyê ye.”

Helwesta rêxistinên kurd

Rêxistinên li Ewrûpayê piştî bûyerê daxuyaniyan dan û banga berxwedanê li gelê kurd kirin.

Bi taybetî KCDK-E (Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpa) banga lezgîn a ji bo lidarxistina çalakiyan li gel kir.

Lê paşê, bi daxuyaniyên nû nûnerên saziyên kurd ligel sûcdariya li dijî Tirkiyeyê, Fransayê jî wekî berpirsê êrişî nîşan dan.

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur bi zimanê tirkî daxuyaniyek gelek hişk da û got “Fransa hevparê vê komkujiyê ye.”

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur çû ciyê bûyerê û bi zimanê tirkî daxuyaniyek gelek hişk da.

Goksungur got, “Fransa hevparê vê komkujiyê ye.”

Qenala Medya Haberê, bi vê hevoka provokatîf di hesabê xwe yê twitterê de daxuyaniya Goksungur parve kir.

Medya Haber: “Kurdistanî û dostên wan li dijî êrişa polêsan bi barîkatan di ber xwe didin.”

Medya Haber û zimanê provokatîf

Medya haber di tevahiya şeva 23’yê adarê de Fransa berpirsê komkujiyê nîşan da.

Rojnamevanên vê qenalê li ciyê bûyerê kesên Fransa sûcdar dikirin re hevpeyvînan kirin.

Bo nimûne, Selma Akkaya’ya ku pê re hevpeyvîn hate kirin wiha axivî:

“Dewleta Fransayê yekemîn berpirsê vê komkujiyê ye. “

Medya Haber li vir jî nesekinî û di hesabê xwe yê twitterê de pevçûna bi polêsan re bi vê sernivisî derxist pêş:

“Kurdistanî û dostên wan li dijî êrişa polêsan bi barîkatan di ber xwe didin.”

Nûçegîhanê Medya Haberê: “Ev komkujiya bi destên Enqere û Parisê hate kirin, wekî komkujiya duyemîn a Parisê derbasî dîrokê bû.”

Di 24’ê kanûnê de Medya Haber hedef mezin kir û vê carê ji devê nûçegîhanê xwe yê li Parisê Fransayê mehkûm kir:

Nûçegîhanê Medya Haberê: “Ev komkujiya bi destên Enqere û Parisê hate kirin, wekî komkujiya duyemîn a Parisê derbasî dîrokê bû.”

Nûçegîhanê qenalê Erem Kansoy di destpêka hevpeyvîneke xwe de van gotinên sosret kir:

“Ev komkujiya bi destên Enqere û Parisê hate kirin, wekî komkujiya duyemîn a Parisê derbasî dîrokê bû.”

Ajansa Mezopotamya di mijara parastina bûyerên şîdetê de wekî Medya Haberê heman helwestê nîşan da.

“Berxwedana li kolanan”

Ajansê di hesabê xwe yê Twitterê de bi van gotinan qala “berxwedana li kolanan” kir:

Li Parisê protestoyên piştî 3 welatiyên kurd jiyana xwe ji dest dan, berdewam dikin. Hejmareke zêde welatiyên kurd ên li Taxa Strasbourg Dennisa ku êriş lê pêk hat kom bûn, kolanan veguherandin qada berxwedanê.

Rojnameya Ozgur Gelecek di warê radîkalîzekirina bûyerên kolanan de ji Medya Haberê kêmtir nema û dîmenên pevçûnên bi polêsan re weşand.

Rojnameya ku bi slogana “peşeroja azad” tê weşandin, di parvekirina xwe ya di twitterê de wiha nivisî:

“Girseya gel a li Parisê digel êrişa bi cop û gaza çavsotîner a polêsan paş ve gav navêt.”

Di heman şevê de siyasetmedarên li Ewrûpayê yên daxuyanî dan, qala xetereya bûyerên şîdetê nekirin û zimanê provokatîf ên dezgeyên medyaya kurd rexne nekirin.

Bangên ji bo aramiyê

Bi tenê KCK (Koma Civakên Kurdistan) û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di wê şeva înê de qala xetereya provokasyonan kirin.

KCK di daxuyaniya xwe de berevajiya siyasetmedar û medyaya kurd a li Ewrûpayê, Fransayê sûcdar nîşan neda. Berpirsa bûyerê “dewleta tirk û hukumeta AKP-MHP’ê” hate nîşandan. 

KCK’ê di daxuyaniya xwe de bi van gotinan balê kişand ser pêdiviya çalakiyên bi aram:

“Di dema ku gelê me û hevalên me yên navneteweyî reaksiyonên xwe bi rengekî demokratîk nîşan didin, divê teqez ji bûyerên şîdetê dûr bimînin. Divê ew, derbarê provokasyonan de baldar bin û bi awayekî rêxistinkirî tevbigerin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di parvekirina xwe ya Twitterê de raste rast banga aramiyê li rêxistinên kurd ên li Ewrûpayê kir:

“Ez bang li dîasporaya Kurdî dikim ku aram bin. Bila em bi ti hincetan dest neavêjin tundûtûjiyê.”

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …