Belçîka meha borî mafê penaberiyê da 1,880 kesî

Di Mijdarê de 3,391 kes ji bo mafê penaberiyê serî li Belçîkayê dan.

Afganistan  dîsa di warê hejmara serîlêdanan de welatê herî li pêş e.

Tirkiye vê mehê bû di lîsteya serîlêdanan de bû welatê 5.

Belçîka agahiyên ji bo meha mijdarê ên li ser serîlêdanên penaberiyê weşandin.

Ofîsa Komîseriya Giştî ya Penaber û Bêwelatiyan a Belçîkayê ye (CGRA) ragihand, di Mijdarê de 3,391 kes serî li mafê penaberiyê dane.

Saziyê bi agahiyên giştî re îstatîstîkên ji bo mijdarê jî weşand.

Îstatîstîk nîşan didin, Afganistan  dîsa di warê hejmara serîlêdanan de welatê herî li pêş e.

Li dûv Afganistanê Burundî, Suriye û Filistîn cî digirin.

Tirkiye di mijdarê de di warê serîlêdanan de di nava rêza 5. de ye.

Di cotmehê de Tirkiye di rêza 6. de bû û li dûv Eritreyê cî digirt.

Di mijdara 2022’an de kesên ji 10 welatan ji bo penaberiyê serî li Belçîkayê dane (Jêder: CGRA)

Biryarên pozîtîf

CGRA diyar kir, meha borî 1,880 kes ji Belçîkayê mafê penaberiyê wergirtin.

Ofîsa Komîseriya Giştî ya Penaber û Bêwelatiyan a Belçîkayê ye (CGRA) derbarê hejmara biryarên xwe yên meha borî jî ragihand.

CGRA diyar kir, meha borî 1,880 kes ji Belçîkayê mafê penaberiyê wergirtin.

Bi gotineke din, Belçîka derbarê 50 ji % serîlêdanan de biryara erênî daye.

Agahiyeke din a CGRA parve kir, derbarê hejmara serîlêdanên ji serê salê û vir ve ye.

Li gorî vê, ji Afganistanê  5.079 kes di navbera çile-mijdarê de serî li penaberiyê dane.

Hejmara penaberxwazên ji Tirkiyeyê jî di heman proseyê de gihîştî ye 706 kesî.

Ofîsa penaberiyê ya Belçîkayê ragihand, bi serîlêdanên dawî hejmara dosyeyên penaberxwaziyê jî bû 17,114.

Saziyê got, bi hêza xwe ya heyî ew encax dikarin 4,800 dosyeyan bixwînin  û lewma jî yê mayî ji neçarî wê dereng bên bersivandin.

Di 2022’an de hejmara qebûlkirina mafê penaberiyê ji bo serîlêdanên ji 10 welatan (Jêder: CGRA)

Kapasîteya kampan

Li Belçîkayê hejmara kampên penaberan bi qasî 94’e û li van kampan 32,000 penaber dimînin.

Yek ji mijara di meseleya penaberiyê de serê Belçîkayê dêşîne kapasîteya heyî ya pêşwazîkirinê ye.

Fedasilê (Saziya Federal a ji bo Pêşwazîkirina Penaberan) ragihandibû ji ber pêla penaberiyê hemû kampên li welêt tije bûne.

Ji ber vê yekê jî saziyê li du herêmên Belçîkayê du navendên ji bo bicîkirina penaberan vekiribû.

Li Belçîkayê hejmara kampên penaberan bi qasî 94’e û li van kampan 32,000 penaber dimînin.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …