Li Ewrûpayê 800 hezar kes serî li penaberiyê dan

Îsal 790,000 penaber ji bo îlticayê serî welatên Yekitiya Ewrûpayê dan.

Serîlêdanên ji bo mafên penaberiyê herî zêde ji aliyê welatiyên Sûriye, Afganistan û Tirkiyeyê hatine kirin.

Pêla penaberiyê a ber bi Ewrûpayê ve êdî xewnereşka hin welatên li vê parzemînê ne.

Medyaya alman ragihand, di sala 2022’an de li Yekitiya Ewrûpayê 790,000 penaber serî li îlticayê dane.

Ev agahî di hevpeyvîneke di koma medyayê ya alman Funkeyê de hate parvekirin.

Berpirsê Ajansa Yekitiyê ya Îlticayê (EUAA) Nina Gregorî di hevpeyvînê de got, di 10 mehên 2022’an de rêjeya îltîcayê 54 ji % zêde bûye.

Gregorî da zanîn, serîlêdanên ji bo mafên penaberiyê herî zêde ji aliyê welatiyên Sûriye, Afganistan û Tirkiyeyê hatine kirin.

Hêjayî gotinê ye, hejmara penaberên ji Ukraynayê ne di nava vê serîlêdanên îlticayê de ye.

Di 2022’an de 4.7 milyon welatiyên ji Ukraynayê ji welatên Ewrûpayê mafên parastinê wergirtine.

Nina Gregori. Berpirsa EUAA (Ajansa Yekitiya Ewrûpayê ya Îlticayê)

Ev hejmara zêde ya welatiyên Ukraynayê li ser kapasîteya mazûvaniya penaberan a Ewrûpayê zexteke giran pêk anî ye.

Tedbîrên li Berlinê

Şaredara Berlinê Franziska Giffey got, bicîkirina koçber û penaberan problema herî mezin a bajêr e.

Kapasîteya mazûvaniyê ya penaberan a Berlinê niha 30,000 e.

Zêdebûna hejmara penaberan tevlî bajarên mezin ên Ewrûpayê barê paytexta Almanyayê Berlinê jî girantir dike.

Şaredara Berlinê Franziska Giffey got, bicîkirina koçber û penaberan problema herî mezin a bajêr e.

Giffey dibêje, ew li bendene hejmara îltîcaxwazan di sala 2023’an de hîn bêtir zêde bibe û lewma jî ew ji niha ve kampên nû amade dikin.

Franziska Giffey. Şaredara Berlinê qala amadekariyên bajêr ên ji bo mazûvaniya penaberan kir.

Yek ji navendên mazûvaniyê li balafirgeha berê ya Berlinê tê amadekirin.

Şaredara Berlinê dide zanîn, li vê navendê wê 3,000 kes bikaribin bên bicîkirin.

Kapasîteya mazûvaniyê ya penaberan a Berlinê niha 30,000 e.

Lê ji ber pêla dawî ya ji Ukraynayê kampên heyî têrî nakin û lewma jî pêdiviya avakirina navendên din derdikeve holê.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Sirbên Kosovayê hilbijartinê boykot kirin

Li bakurê Kosovayê li herêma sirb lê dijîn hilbijartinên xwecîhî hatin lidarxistin. Ji ber vê …