Galîkî li Îrlandaya Bakur bû zimanê fermî

Zimanê îrlandî (galîkî) li Îrlandaya Bakur bû zimanê fermî.

Li bakur wê  ji bo zimanê galîkî komîseriya ziman bê damezrandin.

Komîseriyê wê standardên ji bo bikaranîna ziman a rêvebiriyê diyar bike û meşandina standardan bişopîne.

Brîtanya zimanê galîkî (îrlandî) ligel îngilîzî wekî zimanê fermî yê Îrlandaya Bakur qebûl kir.

Fermîbûna ziman çend roj berê bi biryareke Brîtanyayê kete meriyetê.

Beriya vê, di cotmehê de Parlemena Brîtanyayê qanûna fermîbûna zimanê galîkî qebûl kiribû.

Di çarçoveya qanûnê de ji bo zimanê galîkî komîseriya ziman tê damezrandin.

Komîser dibe berpirsê “pêşxistin û parastina bikaranîna galîkî ya ji aliyê rêvebiriya Îrlandaya Bakur.”

Saziya komîseriyê wê standardên ji bo bikaranîna ziman a rêvebiriyê diyar bike û meşandina standardan bişopîne.

Komîser wê ji aliyê serokwezîr û Cîgirê Serokwezîrê Îrlandaya Bakur ve bê wezîfedarkirin.

Bi qanûna ziman qedexeya sala 1737’an a ji bo bikaranîna galîkî jî ji holê hate rakirin.

Herwiha, bi heman qanûnî Parlemena Brîtanî ji bo skotiya li Ulsterê jî (Îrlandaya Bakur) riya wezîfedarkirina komîserekê vekir.

Lêbelê parlemen, wekî galîkî statuya fermî neda skotiya li Ulster.ê

Herwiha, bi heman qanûnî Parlemena Brîtanî ji bo skotiya li Ulsterê jî (Îrlandaya Bakur) riya wezîfedarkirina komîserekê vekir.

Çalakiyên sivîl

Hêjayî gotinê ye, heft meh berê ji bo zimanê galîkî bibe xwedî statu, li Îrlandaya Bakur çalakiyên girseyî hatibûn li dar xistin.

Îrlanda ji ber kolonyalîzma brîtanî niha du parçe ye. Başûrê welêt bi navê Komara îrlandayê di 1922’an de serxwebûna xwe bi dest xist. Bakur jî bi peymana Îna Bixêr a 1998’an bû herêmeke otonom.

Paytext Belfast bûbû navenda kampanyaya ji bo ziman û bi hezaran kes tevlî çalakiyan bûbûn.

Lê digel serfiraziya dawî jî parazvanên ziman ji bo meşandina qanûna ziman hişyariyan didin,

Serokê Tevgera Galîkî (Conradh na Gaeilge) Paula Melvin li ser biryara fermîbûna ziman axivî û statuya ziman wekî gaveke “dîrokî” pênase kir.

Lêbelê Melvin di heman demê de got, ji bo wekheviya ziman pêk were divê rêvebiriya Britanyayê vê qanûnê heta dawiyê tetbîq bike.

Galîkî di xetereyê de ye

Îrlandaya Bakur herêmeke otonom a di bin kontrola Brîtanyayê de ye.

Nifûsa herêmê nêzîkî 2 milyonî ye û bi tenê 3.7 ji % welatiyên li herêmê bi zimanê galîkî diaxivin.

Li aliyekî din, ji 1937’an û vir ve galîkî zimanê fermî yê Îrlandaya serbixwe ye lê digel vê jî li vî welatî ziman di xetereyê de ye.

Di nava 5 milyon nifûsa Îrlandayê de bi tenê li derdora 50 hezar kesî bi zimanê galîkî diaxivin.

UNESCO ji ber vê rewşê galîkî wekî zimanêkî di xetereyê de qebûl dike.

Yekitiya Ewrûpayê di destpêka îsal de galîkî tevlî 23 zimanên xwe yên din, wekî zimanê xebatê qebûl kiribû.

170 wergêrên zimanê galîkî yên di nava Yekitiya Ewrûpayê de dixebitin ji aliyê rêvebiriya yekitiyê ve hatibûn perwerdekirin.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …