Dewleta Pakistanê û polîtîkayên ziman

Kovara Forum of Federations di konteksta federalîzma  Pakistanê de têkiliya di navbera ziman, netewe û dewletê de disekine.

Li Pakistanê hem di asta federal de hem jî di asta eyaletan de polîtîkayên ziman sebeba nakokiyan e.

Dewlet dixwaze li hemû aliyê Pakistanê zimanê ûrdû ferz bike û ev jî li hin herêman rastî reaksiyona tevgerên etnîk tê.

Hejmara 64. a kovara Forum of Federations (Forûma Federasyonan) hate weşandin.

Sernivîsa vê hejmarê “Li Pakistanê Ziman, Netewe û Dewlet”e.

Amadekarê vê hejmarê Asma Faiz e ku akademîsyeneke ji Pakistanê ye.

Di kovarê de, di konteksta federalîzma navendîparêz a Pakistanê de têkiliya di navbera ziman, netewe û dewletê de tê şopandin.

Li Pakistanê hem di asta federal de hem jî di asta eyaletan de polîtîkayên ziman sebeba nakokiyan e.

Dewlet dixwaze li hemû aliyê Pakistanê zimanê ûrdû ferz bike û ev jî li hin herêman rastî reaksiyona tevgerên etnîk tê.

Li Pakistanê rewşa ziman

Pakistan piştî bidawîbûna kolonyalîzma brîtanî, di 1947’an de ji Hîndistanê veqetiya.

Di salên ewilî yên rêvebiriyê de polîtîkayên înkarkirina zimanên din hatin meşandin.

Di 1948 ‘an de ûrdû wekî zimanê fermî yê dewletê hate ragihandin.

Ev jî bû sebeba aktîvîzma zimanê bengalî û di 1971’an de Bangladeş ji Pakistanê veqetiya.

Paşê, bi aktîvîzmeke din a serfiraz, di 1981’an de cudahiya zimanê sîraîkî ya ji pencabî hate naskirin.

Niha jî li ser vê bingeha ziman, aktîvîstên zimanê sîraîkî dixwazin ji Pencabê veqetin û eyaleteke nû damezrînin.

Pakistan welatekî xwedî sîstemeke federal e lê digel vê jî, li gorî welatên din ên federal, erkên di destên eyaletan de kêm in.

Sîstema federal

Pakistana federal. Welat ji 4 eyalet û 2 herêmên bêstatu pêk tê.

Pakistan welatekî xwedî sîstemeke federal e lê digel vê jî, li gorî welatên din ên federal, erkên di destên eyaletan de kêm in.

Pakistan ji 4 eyalatan pêk tê: Belûcistan, Xayber Paktûnwa, Pencap û Sînd.

Ji bilî vê, parçeyeke Keşmîrê û Gilgit-Baltistan di bin kontrola Pakistanê de ne.

Ev her du cî wekî herêm tên hesibandin û dîrekt di bin kontrola hukumeta navendî de ne.

Statuya van herêman 60 sal in hîn nehatiye diyarkirin.

Çi ye Forûma Federasyonan?

Forûm bi pêşengiya hukumeta Kanadayê, di 1999’an de di konferansa li ser federalîzmê hate damezrandin.

Forûm bi pêşengiya hukumeta Kanadayê, di 1999’an de di konferansa li ser federalîzmê hate damezrandin.

Forûma Federasyonan rêxistineke navneteweyî ye ku li ser pratîka federalîzmê û desentralîzasyonê lêkolînan dike.

Piştî vê konferansê, çar konferansên din ên li ser federalîzmê li Swîsre, Belçîka, Hîndistan û Etiyopyayê hatin lidarxistin.

Kanada, Belçîka, Awustralya, Brazîl, Etiyopya, Almanya, Hîndistan, Meksika, Nîjerya û Pakistan endamên vê rêxistinê ne.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

KNK banga yekîtîya kurdan kir

Civata Giştî ya KNKê ya 22. a li bajarê Den Haagê ya Hollandayê her lidarxistin. …