Swêd mafên penaberan ji holê radike

Ombudsmanê Parlementoyê Per Lenneerbrant got, Saziya Koçê ya Swêdê di meseleya nirxandina daxwaza penaberiyê de zêde “giran û pasîf e.”

Parazvanên mafên penaberiyê radigihînin, Migrationverket di navbera 12 mehan û 4 salan de bersiva daxwaza ji bo îlticayê dide.

Ev jî dibe sebeb, gelek îltîcaxwaz demeke dirêj li bende bersivê bimînin û maxdûr bibin.

Polîtîkaya penaberiyê ya Swêdê li nava welêt rastî rexneyan tê.

Rêxistinên mafên mirovan di demên dawî de diyar dikin, dewlet pir zêde dereng bersivê dide serîlêdanên penaberiyê.

Cara dawî, Ombudsmanê Parlementoyê Per Lenneerbrant tevlî nîqaşê bû û rexne li dewletê kir.

Lenneerbrant got, Saziya Koçê ya Swêdê Migrationverket di meseleya nirxandina daxwaza penaberiyê de zêde “giran û pasîf e.”

Lenneerbrant bang li hukumetê kir, ji bo çareserkirina vê meseleyê tedbîrên pêwîst bigire.

4 sal li bende bersivê 

Parazvanên mafên penaberiyê radigihînin, Migrationverket di navbera 12 mehan û 4 salan de bersiva daxwaza ji bo îlticayê dide.

Ev jî dibe sebeb, gelek îltîcaxwaz demeke dirêj li bende bersivê bimînin û maxdûr bibin.

Serokwezîr Ulf Kristerson diyar kiribû, ew dixwaze mafê mayinde ya penaberan betal bike.

Saziya Koçberiyê ya Swêdê di bin banê Wezareta Edaletê de xebatê dike. Navenda wê li Norrköping ê ye û li Swêdê bi qasî 40 ofîsên saziyê hene.

Piştî rexneyên Ombudsmanê Parlementoyê, berpirsa herêmî ya Migration verketê Veronika Lindstrand Kant tevlî bernameyeke Radyoya Swêdê û derbarê mijarê de axivî.

Lindstrand got, her sal dosyeyên tên ber destên saziya penaberan zêdetir dibe û digel vê jî sazî sal bi sal performansa xwe ya biryardayinê zêdetir dike.

Lindstrand Kantê got, Migrationverket salane derbarê 250-300,000 serîlêdanên penaberiyê de biryarê dide.

Statuya demî 

Hêjayî gotinê ye, di serê meha kanûnê de hukumeta Ulf Kristerson a rastgir diyar kiribû, ew dixwaze mafê mayinde ya penaberan betal bike.

Ev jî tê vê wateyê, heta ku bikaribin serî li mafê welatîbûnê bidin wê penaber encax bikaribin mafê demî ya îkametê werbigirin.

Ulf Kristersonê ku serokê partiya Moderaterna ye, bi hevkariya Demokratên Xristiyan û Partiya Lîberal hukumetê ava kiribû.

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristerson Peymana Tidöyê pêşkêşî raya giştî dike.

Peymana Tidöyê

Li gorî Peymana Tidöyê hukumet wê di dewsa statuya mayinde de ê statuya demî pêşkêşî penaberan bike.

Her sê partî bi Peymana Tidöyê li ser bernameya hukumetê li hev kiribûn.

Hin aliyên girîng ên peymanê ku mercên penaberiyê giran dikirin wiha bûn:

  • Di dewsa statuya mayinde de wê statuya demî pêşkêşî penaberan bê kirin.
  • Rêvebiriyên herêmî wê bikaribin ji bo penaber bi dilxwazî vegerin welatên xwe kampanyayan li dar bixin.
  • Kotaya penaberan wê salane ji 5000’î dakeve 900.

Herwiha, Swêd di cotmehê de jî di dema serîlêdanên ji bo mafê îkametê de pêşkêşkirina pasaportê fer kiribû.

Saziyê Koçê ya Swêdê dabû zanîn kesên serî li îlticayê didin û yên di bin parastina demî ya navneteweyî de ne, ne mecbûr in pasaportê pêşkêş bikin.

 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

KNK banga yekîtîya kurdan kir

Civata Giştî ya KNKê ya 22. a li bajarê Den Haagê ya Hollandayê her lidarxistin. …