Li Holandayê 48 hezar kes serî li îlticayê dan

Di sala 2022’an de nêzîkî 48,000 kes li Holandayê serî li îltîcayê dane.

Ev hejmar li gorî saleke berê bi qasî 11 hezar zêdetir bû ye.

Tirkiye bi nêzîkî 4 hezar serîlêdanan di vê lîsteyê de bû welatê duyemîn.

Pêla penaberiyê ber bi Yekitiya Ewrûpayê ve sal bi sal zêde dibe.

Yek ji welatên Ewrûpayê ku herî zêde penaber ji xwe re dikin armanc, Holanda ye.

Di sala 2022’an de nêzîkî 48,000 kes li vî welatî serî li îltîcayê dane.

Ev hejmar li gorî saleke berê bi qasî 11 hezar zêdetir bû ye.

Di 2021’an de li derdora 37,000 penaber li Holandayê serî li îlticayê dabûn.

Lê digel bilindbûna hejmara salane koça ber bi Holandayê di meha kanûnê de kêm bû ye.

Meha borî 3,243 penaber û li vî welatî serî li îltîcayê dane.

Daneyên 13 mehên dawî yên serîlêdanên penaberiyê. Tirkiye di vê lîsteyê de bûye welatê duyemîn.

Di mijdarê de li derdora 4,500 kes ji bo mafê penaberiyê serî li Holandayê dabûn.

Rêvebiriya Holandayê ji bilî van daneyan, îstatîstîkên derbarê penaberiyê de jî weşand.

Li gorî Beşa Koçberiyê ya Wezareta Edaletê û Ewlekariyê 5 welatên ku herî zêde welatiyên wan di kanûnê de serî li îlticayê dane ev in: Sûriye, Somalî, Tirkiye, Cezayir û Yemen.

Tirkiye bû welatê duyemîn

Di îstatîstîkên salane de ev rewş diguhere û Tirkiye li dûv Sûriyeyê dibe welatê duyemîn.

Di sala 2022’an de ji 3,800î zêdetir welatiyên Tirkiyeyê li Holandayê serî li îltîcayê dane.

Di îstatîstîkên salane de ev rewş diguhere û Tirkiye li dûv Sûriyeyê dibe welatê duyemîn.

Serîlêdanên ji Tirkiyeyê li derdora 8 ji % zêde bûye.

Di sala 2022’an de ji 3,800î zêdetir welatiyên Tirkiyeyê li Holandayê serî li îltîcayê dane.

Hejmara welatiyên penaber ên Tirkiyeyê ji Afganistan û Yemenê ku herdu jî di şerê navxweyî de wêran bûn e, zêdetir e.

Malbatên penaberan

Yek detayek îstatîstîkên rêvebiriya Holandayê derbarê endamên malbatên kesên îltîcaxwaz de ye.

Li Holandayê navendên mazûvaniya penaberan.

Meha kanûnê 499 endamên malbatên penaberan gihîştine Holandayê.

Hejmara par a malbatên hatine vî welatî nêzîkî 11 hezarî ye.

Ev dane jî bi qasî 10 ji % ji sala 2021’an zêdetir e.

 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Konseya Cornwallê: Zimanê kernewek biparêzin

Konseya Cornwallê di 10. salvegera naskirina ziman a di bin Peymana Çarçove ya Parastina Kêmarên …