Belçîka nema dikare hemû penaberan bihewîne

Meh bi meh hejmara penaberên tên Belçîkayê zêde dibe û ev jî dibe sebeb, li kampan cî nemîne.

Li gorî daneyên fermî, di cotmehê de ji 1500 zêdetir kes ji ber tunebûna cî, neçar man li derve bimînin.

Belçîka êdî nema dikare hemû kesên serî li mafên penaberiyê didin bihewîne.

Meh bi meh hejmara penaberên tên Belçîkayê zêde dibe û ev jî dibe sebeb, li kampên ji bo penaberan cî nemîne.

Hukumeta federal diyar kiribû, di meha cotmehê de kesên serî li penaberiyê dabûn gihîştibû 4.224.

Ji ber hejmara zêde, hejmareke zêde penaber li kampan nehatibûn bicîkirin.

Li gorî daneyên fermî, di cotmehê de ji 1500 zêdetir kes ji ber tunebûna cî, neçar man li derve bimînin.

Hukumeta federal ji ber vê rewşê kete nava tevgerê û xwest navendên pêşwazîkirina penaberan zêde bike.

Du navendên nû 

Fedasil ewil li deverên cuda du navendên ji bo rewşa awarte ku kapasîteya wan digihîşt 1200 vekir.

Paşê li Theux û Bredenê du kampên ku kapasîteya wan 500’e hatin avakirin

Fedasilê (Saziya Federal a ji bo Pêşwazîkirina Penaberan) ewil li deverên cuda du navendên ji bo rewşa awarte ku kapasîteya wan digihîşt 1200 vekir.

Paşê Fedasilê li Theux û Bredenê du kampên demî yên ji bo penaberan vekir.

Kapasîteya ev her du navendên nû bi qasî 500’î ye.

Yek ji tedbîrên hukumeta Belçîkayê li ser disekine, ji bo kesên li bende mafê penaberiyê ne dîtina kar e.

Hukumet dixwaze bi riya dîtina kar, hejmara penaberên li kampan kêm bike.

Lêbelê tê ragihandin, ji bo çareserkirina krîza penaberiyê ev tedbîr wê têr nekin.

Fedasil radigihîne, ji bo zêdekirina kapasîteya pêşwazîkirina penaberan pêdivî bi xebatkarên nû heye.

Fedasil dide zanîn, pêdivî herî kêm bi 260 xebatkaran heye.

Saziyê biryar girt, ji bo dîtina xebatkarên nû bi serwîsên peydekirina kar a Belçîkayê re (VDAB, Forem û Actiris) hevkariyê bike.

Li Belçîkayê bi tevahî 94 kamp hene û hejmara giştî ya penaberên  van navendan dimînin 32.000 e.

Kapasîteya kampan

Li seranserê Belçîkayê bi qasî 94 navendên ji bo penaberîxwazan (kamp) hatine damezrandin.

Piraniya van kampan ji aliyê Fedasilê ve tên birêvebirin.

Kampên penaberan ên li Belçîkayê. Piraniya wan ên dewletê ne û hin ji wan di destên saziyên xêrxwaziyê de ne. Li welêt bi tevahî 94 kamp hene. (Jêder: Google)

Lê hin ji van navendan di destên Xaça Sor an saziyên din ên xêrxwaziyê de ne.

Hejmara giştî ya penaberan a li hemû van navendan li derdora 32.000 ye.

Belçîka diyar dike, niha tevahî navendan tije bûne û lewma ew nikare hemû kesên li bende mafê penaberiyê ne bihewîne.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …