Home / Tag Archives: xwecî

Tag Archives: xwecî

Japonya hebûna gelê ainu qebûl kir

Japonya qanûnek ku pê hebûna gelê xwecî yê ainu nas dike qebûl kir. Di qanûnê de tê destnîşankirin ku divê Japonya çanda gelê ainu ku li girava Hokkaidoyê dijîn.  biparêze. Nûnerên ainu diyar dikin ku qanûn mafê diyarkirina qederê (mafê çaresenûsiyê) û mafê xwedîbûna erd qebûl nake û lewma jî …

Read More »

Jinek xwecî ji bo Parlamentoya Brezîlyayê hat hilbijartin

Brezîlya ji damezrandina xwe û heta aniha bi binpêkirinên mafên gelên xwecî tê naskirin. Dewlet û şîrketên mezin ên neteyî û navneteweyî bi mebesta bidestxistina dewlemendiya binerdê û sererdê her dem li ser axa xwecî kolonîzasyoneke berfireh meşandine. Lê îcar gelên xwecî yên ku piraniya wan li herêmên Amazonê dijîn, …

Read More »

UNESCO: Divê zimanên xwecî bên parastin

UNESCO (Rêxistina Perwerdeyê, Zanistê û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî) bi armanca bîranîna xwendekarên “Şehîdên Ziman” ên Bangladeşê, di 1999’an de 21 Sibatê Dîroka Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî diyar kir. Çar xwendekarên ku di xwepêşandanên di 21 Sibata 1952’an de hatibû lidarxistin de ji aliyê hêzên dagirker ên Pakîstanê ve …

Read More »

Bi dûblajê xizmetê ji zimanê xwe re dike

Zimanên gelên xwecî yên Kanadayê li hember belavbûna îngîlîzî û fransî demeke dirêje bingeha xwe ya di civakê de winda dikin. Bi mebesta parastina van zimanan, di asta lokal de gelek hewldan tên kirin. Hin ji van hewldanan dûblaja fîlman e ku ji bo parastina ziman girîng tê hesibandin. Xortekî …

Read More »

Parlamentoya Ewrûpayê biryarekê li ser mafên xweciyan girt

Di demên dawî de rewşa gelên xwecî yên cîhanê bêtir dikeve rojeva welatên Rojava. Cara dawiyê mijara gelên xwecî di Parlamentoya Ewrûpayê (PE) de bû. Parlamentoyê di 3’yê Tîrmehê de bi biryarekê qebûl kir ku gelên xwecî yên cîhanê rastî binpêkirinên mafan dibin. Biryara ku ji aliyê endamê parlamentoyê raportor …

Read More »

Xwecî civîna serokwezîrê Kanadayê boykot kirin

Berpirsên rêxistinên xwecî yên li Kanadayê îsal jî beşdarê civîna salane ya Serokwezîrê Kanadayê ya li New Brunswickê tê lidarxistin nabin. Berpirs dan xuyakirin ku sebeba ku ew vê civînê boykot dikin ev e ku hikumet di dewsa ew wekî serokên xweciyan bibinîn, wan wekî “rêxistin” bi nav kiriye”. Berpirsên …

Read More »

Facebook bi zimanê înûktîtut xizmetê dide

Di Roja Nunavut’de ku cejna xweciyên li bakurê Kanadayê ye hat diyarkirin ku wê sala bê Facebook bi zaravayên zimanê înûktîtût xizmetê bide. Ji bo pêkanîna vê xizmetê Facebook ji niha ve bo wergera peyvên di malpera xwe de bi axêverên van zaravayan re têkilî datîne. Berpirsên civaka nûnavût ên …

Read More »

Xwecî ji serokê nû yê Meksîkayê bi hêvî ne

Serokê nû yê welat Lopez Obrador sozên girîng dabûn xweciyên welat. Di nava van sozan de naskirina mafê xwedîtiya erdên xweciyan jî heye. Eyaletên herî xizan ên Meksîkaya federal li başûrê welat cî digirin û nifûsa piraniya van eyaletan ji xweciyan pêk tê. Eyaletên xwecî yên xizan ev in: Oaxaca, …

Read More »

Serokê Taywanê ji bo xweciyan soza xweseriyê da

Xwecî ji % 2’yê nifûsa Taywanê pêk tînin û di dîrokê de rastî cudaxwaziya rêvebiriyên Taywanê hatine. Di serokatiya Tsai Ing-wen de (endamê DPP’yê ku alîgirê serxwebûna girava Taywanê dike) kurtedemek berê diyar kir ku wê di 1’ê Tebaxê de merasîmekê bê lidarxistin û di vê bernameyê de ew ê …

Read More »

Aktîvîstê xwecî 40 sal in di girtîgehê de ye

  Aktîvîstê xweciyê amerîkî Leonard Peltier di girtîgehên Amerîkayê de 40 salên xwe bi dawî kir. Komîteya Navneteweyî ya Parastina Leonard Peltier (ILPDC) nameyeke Peltier weşand. Di nameyê de têkoşerê azadiya xweciyan Peltier wiha nivîsî: “Di 6’ê Sibatê de wê 40 salên min ên di girtîgehê de bi dawî bibe! …

Read More »

Endonezya mafê xweciyan nas dike

        Serokê Endonezyayê Joko “Jokowi” Widodo soz da ku qanûna li ser mafên xweciyan a demeke dirêje hatiye sekinandin, wê bê qebûlkirin. Jokowi vê teahuda xwe di civîna xwe ya bi Tifaqa Gelên Komegiravan (AMAN) re eşkere kir. Jokowî di heman deme de diyar kir ku ew …

Read More »

AFN: Divê li Kanadayê 60 ziman bibin fermî

      Li Kanadayê serokê Meclîsa Neteweyên Yekemîn bi armanca rizgariya zimanên xwe, ji hikumetê daxwaza zêdekirina fonan kir. Perry Bellegard ku serokê Meclîsa Neteweyên Yekemîn (AFN) e, da xuyakirin ku divê statuya fermî ji bo 60 zimanên xwecî yên li Kanadayê “armanca dawî” ya hikumetê be û ji …

Read More »

Guarani statuya xweseriyê amade dikin

    Welatiyên guarani yên li Guarani Charagua Iyambeyê ya li Bolîvyayê dijîn, ji bo analîzkirina damezrandina xweseriyê civiyan. Nûnerên gelê guaranî û yên li herêmê, wezîrê cîgirê Xweseriya Departmanan, wekîlê guaranî yê parlamentoyê, şaredarê Charaguyê û rêvebirên saziyên beşdarê pêvajoya xweseriyê dibin, beşdarê vê civînê bûn. Pênc sal berê …

Read More »

MRG: Bajar ji bo kêmar û xweciyan qadên têkoşînê ne

    Koma Mafên Kêmar a Navneteweyî (MRG) rapora xwe ya 2015’an a bi navê Rewşa Kêmarên Cîhanê û Gelên Xwecî weşand. Rapor eşkere kir ku kêmar û xweciyên li bajaran ji cûdaxwaziyê bigire heta şîdetê bi gelek probleman re rû bi rû dimînin. Gerînendeyê Rêvebirinê yê MRG’ê Mark Lattimer …

Read More »

Xweciyên Kolombiyayê di xetereyê de ne

    Rêxistina Neteweyî ya Xweciyan a Kolombiyayê (ONIC) ragihand ku şerê navxweyî yê li welat li dijî xweciyan xetereyekê pêk tîne. Rêxistinê eşkere kir ku bi tenê di sala 2012’an de 25 xwecî bûne qurbanê şerê naxweyî. Komîsyona Parêzerên Kolombiyayê (CCJ) jî da xuyakirin ku di navbera 2010-2012’an de …

Read More »

Şîlî kotaya ji bo xweciyan qebûl dike

    Hikumeta Şîliyê  dixwaze beşdariya polîtîk a ji bo parlamentoyê ya xweciyên li welat baştir bike. Bi vê armancê hikumet dixwaze hin xalên ji bo temsîlkirina xweciyan di Qanûna Qotayan de bi cî bike. Wezîrê Karê Hundir ê Şîliyê Rodrigo Penailillo da xuyakirin ku divê bê zanîn ku vê …

Read More »

Xwecî dixwazin li derveyê xweseriya Bangsamoroyê bimînin

    Gelên xwecî yên li girava Mîndanao ya li başûrê Fîlîpînê bi deklerasyonekê ji parlamentoyê daxwaz kirin ku erdên pêşiyên wan ku niha ew li ser dijîn derxe derveyê Herêma Xweser a Bangsamoroyê . Rêberê xweciyan diyar kirin ku cîgirtina di nava vê herêmê de nasnameya wan a xwerû …

Read More »

Ûrûgûay konvansiyona parastina gelên xwecî îmze dike

    Welatê Amerîkaya Latîn Ûrûgûay diyar kir ku ew ê Konvansiyona Rêxistina Keda Navneteweyî (ILO) ya 169’an a ji bo parastina mafên gelên eşîr û xwecî, îmze bike. Nûnerê Ûrûgûayê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Andres Scagliola li avahiya rêxistinê ya li bajarê Cenevê biryara hikumeta xwe eşkere kir û …

Read More »