Serokê Taywanê ji bo xweciyan soza xweseriyê da

Xwecî ji % 2’yê nifûsa Taywanê pêk tînin û di dîrokê de rastî cudaxwaziya rêvebiriyên Taywanê hatine.

Di serokatiya Tsai Ing-wen de (endamê DPP’yê ku alîgirê serxwebûna girava Taywanê dike) kurtedemek berê diyar kir ku wê di 1’ê Tebaxê de merasîmekê bê lidarxistin û di vê bernameyê de ew ê lêborînê ji gelên xwecî bixwaze. Herwiha Tsai got ku wê di çarçoveya polîtîkaya nû de qanûneke ji bo xweseriya gelên xwecî bê qebûlkirin.

Qanûna xweseriyê sala borî hatibû amadekirin lê nûnerên xweciyan dabûn xuyakirin ku vê qanûnê xweseriyeke berfireh di hundirê xwe de nahewîne. Heta niha ev qanûn ji aliyê parlamentoyê ve nehatiye qebûlkirin.

Taiwan-Indigenous-Peoples-distribution

Li aliyekî din, çend saziyên xwecî vê daxuyaniya Tsai bi xweşbînî pêşwazî kirin. Komên xwecî daxwaz dikin ku ji bo telafîkirina xisara gihiştiya wan divê hikumet bi milyon dolar pere bide wan û axa pêşiyên wan li wan vegerîne.

Gelên xwecî ku ji wan re aborîcîn jî tê gotin qasî ji % 2’yê 23 milyon nifûsa girava Taywanê pêk tînin. Xwecî şêniyên ewilî yên giravê ne û zimanên austro-asyayê diaxivin. Di nava pêvajoyeke dirêj de bi milyonan kes ji Çînê koçî giravê kirine û di encam de aborîcîn hatine marjînalkirin.

Beşeke mezin a aborîcînan bê erd in, rêjeya îstihdamê di nava wan de kêm e û li dijî ziman û çandên wan bi awayekî fermî cudaxwazî tê kirin.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …