Xwecî civîna serokwezîrê Kanadayê boykot kirin

Berpirsên rêxistinên xwecî yên li Kanadayê îsal jî beşdarê civîna salane ya Serokwezîrê Kanadayê ya li New Brunswickê tê lidarxistin nabin.

Berpirs dan xuyakirin ku sebeba ku ew vê civînê boykot dikin ev e ku hikumet di dewsa ew wekî serokên xweciyan bibinîn, wan wekî “rêxistin” bi nav kiriye”. Berpirsên xwecî dixwazin wekî endamên hikumetên xwecî beşdar bibin û hêzên di destê eyaletan de ji bo wan jî tê veqetandin.

Yek ji berpirsê xweciyan Clement Chartier ji CBC Newsê re da xuyakirin ku “serokê Kanadayê rêzê ji hebûna mafê xwerêvebirinê yê li vî welatî re nagire”. Chartier pê de çû û got ku hikumet wan tenê wekî serokên “rêxistina xwecî ya neteweyî” bi nav dike û statuya wî ya wekî serokê hikumeta neteweyî ya Metis” nasnake.

Perry Bellegarde ku serokê Meclîsa Neteweyên Yekemîn’e li ser vê mijarê sala borî gotibû ku divê statuya gelên xwecî divê di Qanûna Bingehîn a Kanadayê de û di hiqûqa navneteweyî de wekî neteweyên xwedî maf bê diyarkirin. Wî dabû zanîn ku “ew ne tenê komeke ku hikumet pê re eleqeder dibe ye”.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpaya berîya hînd-ewrûpîyan

Civaka ewil a Ewrûpayê li ser bingeha wekhevîya jin û mêr hatîye damezrandin û aştîxwaz …