Jinek xwecî ji bo Parlamentoya Brezîlyayê hat hilbijartin

Brezîlya ji damezrandina xwe û heta aniha bi binpêkirinên mafên gelên xwecî tê naskirin. Dewlet û şîrketên mezin ên neteyî û navneteweyî bi mebesta bidestxistina dewlemendiya binerdê û sererdê her dem li ser axa xwecî kolonîzasyoneke berfireh meşandine. Lê îcar gelên xwecî yên ku piraniya wan li herêmên Amazonê dijîn, bi nûçeyeke xweş ketin rojeva cîhanê. Cara pêşiyê jinek xwecî ya bi navê Joenia Wapichana di hilbijartina giştî de bi ser ket û bû nûnerê gelên xwecî yê di parlamentoyê de.

Joenia Wapichana bi nêzîkî neh hezar dengên xwecî di hilbijartina Cotmeha 2018’an de ji eyaleta Roraimayê hat hilbijartin. Roraima eyaleteke biçûk a li bakurê Amazonê ye ku cîranê Venezûela û Guyanê ye. Ji bo welatiyên eyaletê di Parlamentoya Brezîlyayê de 8 kursî hatine veqetandin.

Wekîla nû ya xwecî Wapichana di Sibata 2019’an de di parlamentoyê de bi fermi dest bi karê xwe kir. Ew di heman demê de serokê partiya Rede Sustentabilidade e (Tora Jiyandinbar)e û ew di parlamentoyê de vê partiyê jî temsîl dike. Ev partî li Brezîlyayê bi aktîvîzma xwe ya ji bo parastina xwezayê tê naskirin.

Eyaleta Roraimayê

Li Brezîlyayê gelên xwecî herdem ji aliyê kesên ne xwecî ve hatine temsîlkirin. Di dîroka Brezîlyayê de heta aniha carek yekî mêr li ser navê xweciyan karibûye di parlamentoyê de cî bigire. Mario Juruna ya endamê koma etnîk a Xavantayê di 1983’an de ji bo parlamentoyê hatiye hilbijartin.

Wapichana di 1997’an de li welat bûbû kesek xwecî ya yekemîn ku dîplomaya hiqûqê wergirtibû. Ji vê demê  11 sal şûn de jî carekê din bûbû kesek xwecî yê yekemîn ku li pêşberî Dadgeha Makeqanûnê ji bo dozekê parastinê kiribû.

Joeniya Wapichanaya wekîlê gelê xwecî di dawiya sala 2018’an de ji ber xebatên xwe yên serfiraz ên ji bo parastina mafên gelên xwecî xelata mafên mirov a Neteweyên Yekbûyî NY wergirtibû.

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …