Kanada tazmînatê dide miletên xwecî

Hukumeta federal a Kanadayê û gelên xwecî li ser peymaneke din a tazmînatê li hev kirin.

Ottowa qebûl kir, ji bo zirara gihîştiye zarokên xwecî foneke 17.35 milyar dolarî amade bike.

Ev peyman wê rasterast bandorê li 300,000 zarokên xweciyan û malbatên wan bike.

Hukumeta federal a Kanadayê û gelên xwecî li ser peymaneke din a tazmînatê li hev kirin.

Ottowa qebûl kir, ji bo zirara gihîştiye zarokên xwecî foneke 17.35 milyar dolarî amade bike.

Ev pere, ji bo cudaxwaziya ku bi dehan salane li hemberê zarokên xwecî hatiye kirin wê bê bikaranîn.

Par Kanada û gelên nûnerên xwecî li ser tazmînateke li derdora 15 milyar dolarî li hev kiribûn.

Lê paşê ev fon têr nehatibû dîtin û muzakereyên ji bo revîzekirina vî pereyî dest pê kiribûn.

Ev peyman wê rasterast bandorê li 300,000 zarokên xweciyan û malbatên wan bike.

Xwecî bi vê peymanê wê bikaribin ji vir heta 15 salan berê, giliyê kêmasiyên alîkariya Kanadayê ligel dadgehê bikin.

Dadgeha federal a Kanadayê di 2016’an de di biryara xwe de diyar kiribû, hukumeta federal ji bo zarok û xizmetên malbatên xwecî têra xwe fon terxan nekiriye.

Li Kanadayê berpirsiya fînansekirina xizmetên ji bo parastina zarokên xweciyên li rezervan dijîn, karê hukumeta Federal e.

Hukumetên eyaletan jî berpirsên alîkariya zarokên xwecî ne ku li derveyî rezervan dijîn.

Peymana her du aliyan li hev kirin, piştî ji aliyê dadgeha federal jî bê erêkirin wê têkeve meriyetê.

Xweciyên li Kanadayê

Li seranserê Kanadayê nifûsa gelên xwecî li derdora 1.8 milyonî ye.

Xweciyên ku li vî welatî wekî Neteweyên Ewil tên pênasekirin, 5 ji % nifûsê pêk tînin.

Li seranserê Kanadayê nifûsa gelên xwecî li derdora 1.8 milyonî ye.

Xweciyên ku li vî welatî wekî Neteweyên Ewil tên pênasekirin, 5 ji % nifûsê pêk tînin.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau ji bo başkirina mercên xweciyan hin gavan avêtibû.

Ji zêdetirî 400 hezar nifûsa xwe, gelên xwecî herî zêde li eyaleta Ontarioyê dijîn.

Eyaletên din ku nifûsa xweciyan zêde ye ev in: British Colombia, Alberta, Manitoba û Quebec.

Digel gavên salên dawî yên ji bo başkirina rewşa wan jî, asta xizaniyê ya di nava xweciyan de bilind e.

Ji bilî vê, şîdet, bikaranîna alkol, madeyên hişbir û asta zêde ya kesên di girtîgehan de jî meseleyên din ên xweciyan e.

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …