Japonya hebûna gelê ainu qebûl kir

Japonya qanûnek ku pê hebûna gelê xwecî yê ainu nas dike qebûl kir. Di qanûnê de tê destnîşankirin ku divê Japonya çanda gelê ainu ku li girava Hokkaidoyê dijîn.  biparêze.

Nûnerên ainu diyar dikin ku qanûn mafê diyarkirina qederê (mafê çaresenûsiyê) û mafê xwedîbûna erd qebûl nake û lewma jî vê qanûnê kêm dibînin. Mafê xwedîbûna erdê mafeke ku di Danezana Mafên Gelên Xwecî de cî digire. Herwiha nûnerên vê civakê li bendê bûn ku Japonya ji wan lêborînê jî bixwaze lê ev jî di qanûnê de cî nagire.

Hejmara gelê Ainu ji aliyê çavkaniyên fermî 25,000 tê nîşandan lê tê texmînkirin ku hejmara vî gelî digihîje 200,000’an. Piraniya vê nifûsê bi tevahî asîmîleyê civaka japon bûne û nasnameya xwe ya etnîk winda kirine. Ji bilî girava Hokkaido ya li bakurê Japonyayê. li başûrê girava Sahalîn û giravên Kurilê ku di destê Rûsyayê de ye hejmareke biçûk ainu dijîn.

Welatên zimanê ainu lê belav bûne

Di dawiya sedsala 19’emîn de Japonya bi hemleya polîtîkayên navendîkirin û modernîzasyonê li dijî gelê Ainu polîtîkayeke asîmîlasyonê da destpêkirin. Di encama vê pêvajoya xedar de zimanê ainu hindik mabû ku ji holê rabe. Rêjeya tunebûna kar û xizanî di nava ainuyan de zêde ye û berevajiya vê xwendina zanîngehê kêm e.

Di Hezîrana 2008’an de Parlamentoya Japonyayê biryarek li ser ainuyan girtibû. Di vê biryara ku li ser dewletê nehatibû ferzkirin de ainu wekî gelekî xwecî yê Japonyayê hatibû naskirin û bang hatibû kirin ku li hember vî gelî cudaxwazî neyê kirin. Piştî vê biryarê, hikumet dabû xuyakirin ku ‘ew rastiya dîrokî ya ku bi pêşveçûna modernîzasyonê li hember ainuyan cudawazî hatiye kirin û xizan hatine hiştin.’

Di Sibata 2019’an de hikumeta japon statuya hiqûqî ya gelê ainu bi biryarekê sexlemtir kir. Bi qanûna Nîsana 2019’an de jî hikumetê bi awayekî fermî ainuyên li Hokkaidoyê wekî gelekî xwecî yê Japonyayê qebûl kir.

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …