Papa ji xweciyên Kanadayê lêborîn xwest

Papa bi xweciyên li dibistanên asîmîlasyonê re hevdîtinekê li dar xist

Mezinê alema katolîk, di hevdîtînê de li ser navê dêrê ji xweciyan lêborînê xwest

Dêra Katolîk dawiya dawî li sûcên xwe yên li dijî xweciyên Kanadayê mukur hat.

Papa li eyaleta Alberta ya Kanadayê çû serdana xweciyên rastî zilm û asîmîlasyonê hatine.

Papa di hevdîtinê de ji ber rola Dêra Katolîk a di dibistanên asîmîlasyonê de ji xweciyan lêborîn xwest.

Bi vî awayî, ev bû cara yekemîn di vê mijarê de li ser navê dêrê lêborînek fermî hate xwestin.

Li Kanadayê ji sedsala 19’an heta salên 1970’ê Dêra Katolîk bi darê zorê zarokên malbatên xwecîhî perwerde dikirin.

Perwerdeya zarokan bi îngilîzî dihat kirin û zimanên xwecî li dibistanan dihatin qedexekirin.

Ligel vê kampanyaya asîmîlasyonê, zarok li dibistanan têr nedixwarin û ji ber nexweşiyan gelek ji wan

jiyana xwe ji dest didan.

Kamploops. Ev der dibistana herî mezin a şevîn a li Kanadayê bû. Bi hezaran zarokên xwecî li vir rastî kampanyaya zilm û asîmîlasyonê hatin.

Gorên zarokan

Dîrokzan diyar dikin, di navbera 4 û 10 hezar zarok li dibistanên Dêra Katolîk jiyana xwe ji dest dane.

Hikumeta Kanadayê di sala 2008’an de ji ber vê siyaseta asîmîlasyonê ya mêtinger, bi awayeke fermî ji gelê xwecih ê herêmê lêborîn xwestibû.

Paşê serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau 3 sal berê banga lêborînê li Dêra Katolîk kirîbû.

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …