Amerîka toponomiya xweciyan diparêze

Li Amerîkayê tabelayên li ser riyên bejahî êdî bi zimanên xwecî jî tên nivîsandin.

Ev jî riyeke parastina sembolîk e ji bo van zimanên di bin xetereya tunebûnê de ne.

Ev pratîka duzimaniya navên ciyan bi xebata parazvanên zimanên xwecî pêk tê.

Li Amerîkayê îşaretên li ser riyên bejahî êdî bi zimanên xwecî jî tên nivîsandin.

Ev jî riyeke parastina sembolîk e ji bo van zimanên di bin xetereya tunebûnê de ne.

Eyaletên ku li hin deverên wan tabelayên li ser rê ligel îngilîzî bi zimanên xwecî jî tê nivîsandin ev in:

Massachusetts, Wisconsin, Minnesota, New York, Connecticut, New Mexico û Ohio.

Ev pratîka duzimaniya navên ciyan bi xebata parazvanên zimanên xwecî pêk tê.

Bi taybetî jî di nava komên aktîvîstên ziman de navê koma Carbone derdikeve pêş.

Koma navborî çendekî berê tevlî civînên xweciyên Massachusettê bû û nivîsiandina toponomiyê (navê coxrafyayê) ya bi zimanê xweciyên pêşniyaz kir.

Pêşniyaz hat qebûlkirin û 70 tabelayên li ser riyan bi duzimanî hatin nivîsandin.

65 ziman tune bûn

Lêkolînên Etnolojiyê nîşan didin, li Amerîkayê 245 zimanên xwecî hene û ku 65 ji wan niha tune bûne.

Parazvanên toponomiya bi zimanên xwecî didin zanîn, navên esil ên cografyayê hişmendiya zimanî û çandî ya komên xwecî bilindtir dike.

Lê koma aktîvîst vê yekê têr nabîne û ji bo mafên xwedîbûna erdan û li dijî formên din ên cudaxwaziya li hemberê xweciyan jî têkoşînê dike.

Herwiha Carbone ji rêvebiriyên eyaletan daxwaz dike, xwecî bibin xwedî mafê temsîliyeta polîtîk.

Lêkolînên Etnolojiyê nîşan dide, li Amerîkayê 245 zimanên xwecî hene û ku 65 ji wan niha tune bûne.

Li gorî Etnolojiyê, 75 zimanên xwecî jî niha bi tunebûnê re rûbirû ne.

Infowelat

——————–

Foto: Tabelayeke duzimanî ya li Amerîkayê. /Csmonitor

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …