Li Brazîlê xwecî ji bo hilbijartinê amade ne

Cara yekem ji 45 komên xwecîhî yên ji 24 eyaletan di hilbijartinê de namzetiya xwe ragihandin

Nûnerên xweci bi taybetî dixwazin li dijî siyaseta serokê rastgir Jair Bolsonaro helwestê bigirin

Xweciyên Brazîlê îsal bi awayek nedîtî berê xwe dan qada siyasetê.

Cara yekem ji 45 komên xwecîhî yên ji 24 eyaletan di hilbijartinê de namzetiya xwe ragihandin.

Bi giştî 180 kes ji bo hilbijartina di 2’ê Cotmehê de wê gelên xwecî temsîl bikin.

Nûnerên xweci bi taybetî dixwazin li dijî siyaseta serokê rastgir Jair Bolsonaro helwestê bigirin.

Di dema Bolsonaro de erdên xweciyan tevlî daristanên Amazonê hatin talankirin.

Ev polîtîkayên li dijî xweciyan û xwezayê, di nava salan de hejmara aktîvîstên xweciyan zêde kirin.

Anket destnîşan dikin, dengên Lula de Silva û Bolsonaro gelek nêzî hev xuya dikin

Lewma jî bawerî ev e, wê dengên xweciyan li ser encamê bibe diyarker

Di hilbijartina bê de li gel serokdewlet, wê endamên senato û parlemena federal jî werin hilbijartin.

Lula da Silva û Jair Bolsonaro. Li gorî anketan dengên her du namzetên serokatiyê pir nêzîkî hev in.

Di vê dengdanê de reqîbê herî xurt ê Bolsonaro, yek ji serokdewletên berê yê çepgir Lula de Silva ye.

Anket destnîşan dikin, dengên Silva û Bolsonaro gelek nêzî hev xuya dikin.

Lewma jî bawerî ev e, wê dengên xweciyan li ser encamê bibe diyarker.

Namzetê Partiya Karkeran Luiz Inacio Lula da Silvayê ji 2003’an heta 2011’an serokatiya Brazîlê kir.

Hêjayê gotinê ye, Jair Bolsonaro yê mihafazakar sala 2018’an bû serokê welêt.

Bolsonaro berevajiya waadên xwe,  di gava pêşî de berê xwe dabû erdên xweciyan.

Di dema Bolsonaro de ji bo Amazon pêşkeşî rantê bê kirin, şewatên daristanan derket asta herî bilind.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Peymana stratejîk a Yekîtîya Ewrûpa û Misrê

Bruksel wê 7.4 milyar euro bide Misirê ku di nava krîza aborîyê de ye. Armanca …