Endonezya mafê xweciyan nas dike

 

 

 

 

Serokê Endonezyayê Joko “Jokowi” Widodo soz da ku qanûna li ser mafên xweciyan a demeke dirêje hatiye sekinandin, wê bê qebûlkirin. Jokowi vê teahuda xwe di civîna xwe ya bi Tifaqa Gelên Komegiravan (AMAN) re eşkere kir.

Jokowî di heman deme de diyar kir ku ew pêdiviya damezrandina komîsyoneke bi mijarên xweciyan re eleqeder fam dike û di prensîbê de qebûl kir ku xweciyên hatine girtin û bi neheqî hatine darizandin serbest bên berdan. Herwiha serok soz da ku ew ê pêşketina aboriyê ya li ser bingeha modelên xweciyan wekî balansa li dijî karên mezin teşwîq bike.

Sekreterê Giştî yê AMAN’ê Abdon Nabadan jî di daxuyaniya çapemeniyê ya piştî civînê de da xuyakirin ku “di navbera gelên xwecî û dewletê de pêvajoyeke lihevkirinê pêk tê.”

Rêberê xwecî axaftina xwe wiha dom kir: “Me nîqaş  kir ku eger problemên bandorê li gelen xwecî dikin di bilez neyên çarerserkirin ew ê xisarê bide nuqteyên girîng ên bernameyên Jokowî. Hema hema hemû nuqteyên girîng ên bernameyên wî “binesazî, xurek, enerjî û peşketina deryayî- bandorê li erdên xweciyan dike.”

Qanûna Naskirin û Parastina Mafên Gelên Xwecî (PPHMHA) sala borî hatibû amadekirin lê ji bo dengdayinê ji parlamentoyê re nehatibû şandin.

Di 2013’an de Dadgeha Destûra Bingehîn Endonezyayê di lehê mafê xweciyan de biryareke girîng girtibû. Dadgehê di biryara xwe de erdên pêşiyan ên xweciyan wekî “ne erdê dewletê” bi nav kiribû.

Aman rêxistina herî mezin a xweciyên li Endonezyayê ye ku ji Papûayê heta Sûmatrayê hemû nûnerên xweciyan di nava xwe de dihewîne. Li seranserê Endnozyaye 2.240 civakên xwecî dijîn ku nifûsa wan a tevahî ji 15 milyonî zêdetir e.

Înfowelat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …